Erkên Felsefeyê

Erkên Felsefeyê

Erkên Felsefeyê

Bêguman, mirov dikare behsa gelek erkên felsefeyê bike. Gumankerî û nêrîna şikber ya felsefî, mirov dikare bibêje ku wekî şewqekî her dem pêşiya mirovan rohnî kiriye û wan ber bi pêşveçûnê jî ve dahf daye. Di felsefeyê de pirs heye, pirsyarkirin heye, lêkolîn heye û xwesteka têgihiştina gelemperî ya her tiştî heye. Ji ber vê çendê jî, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku mirovahî gelek tiştên xwe, deyndarê felsefeyê ye. Di felsefeyê de, hişkebawerî tune. Zanayî, ji bo zanayî û fêrbûnê tê xwestin ku ev yek jî, bo mirovan riya fikirîna razber/nedîtbar vedike. Ji bilî erkên navborî, mirov dikare behsa çend erkên felsefeyê yên berbiçav jî bike, ku ew jî ev in…

1- Rexnekirina Zanistan: Felsefe, li ser pêşniyar û hêmanên zanistên wekî fizîk, kîmya, biyolojî, ezmannasî û hwd. radiweste, ku berê wekî şaxên felsefeyê bûn û dixwaze ku hêlên wan yên bihêz û qels, destnîşan bike û bi vî rengî jî, rewşa wan derxe holê. Bi vî awayî xumantiya/muxlaqîtiya gelek têgehan destnîşan dike, ku her dem wek têgehên misoger hatine dîtin.

Li hêla din jî, felsefe li encamên zanistan jî vedikole û wan rexne dike. Encamên ku ji aliyê van zanistan ve hatine bidestxistin, gelo ew çiqasê amizgerê hîpotezê (feraziye, rawêj) ne, gelo têde çewtî hene yan na? Di dema bidestxistina van encaman de, gelo mirovî dikare bibêje ku prensîba hevgiriyê heta dawiyê hatiye parastin?

Zanyar, çiqasî girêdayê exlaqa zanistî mayê gelo? Ev pirs û gelek pirsên bi vî rengî, ji layê felsefeyê ve têne pirsîn û felsefe van pirsan wekî pirsgirêkeke derdixe pêşiya zanistan. Di encama van rexneyan de zanist li ser rê û rêbazên xwe difikirin, dinîrxînin û bi vî awayî jî, di riya xwe de dimeşin.

2- Pevgihandina Zanistan: Zanist, perçe perçe dest bi vekolandina gerdûnê dikin, bi awayekî perçekirî li gerdûnê vedikolin. Ango nêrîneka zanistan, ya tevayî tune. Zanist, bi darên daristanên eleqeder dibin. Lê, felsefe bi hemû daristanê re eleqeder e, li tevahiya daristanê vedikole.

Her zanistek/zanîneke metodîk xwediyê sînorekî ye û babetên wê kifş in, ku li wan vedikole. Bi vî awayî hemû zanist, bi pirs yan jî bi pirsgirêkên xwe re têkildar in û hewl didin ku bersivên pirsên xwe bidin, an jî pirsgirêkan çareser bikin. Ev avahiya perçekirî, ji alîyê felsefeyê ve tê pevgihîşhandin.

Lewra tu zanistek ji bo pêvajoya mirovahî, teknolojî û zanistiyê, li ser encaman ranaweste û wan nanirxîne. Mesela dîtina pusulayê, geşta di behran de, keşfa parzemînan, piştra jî keşfên ezmannasên wekî Galîleî, Kepler û Kopernîk, bandorekî mezin li ser fîlozofan hişt, di encama van pêşveçûnan de, tevgerên Ronesans û Reformê dest pê kirin û di encama van tevgeran de parzemîna Ewropayê, bi temamî hate guherîn.

Bi taybetî jî, ji aliyê Newton ve bi zagonên mekanîk şirovekirina gerdûnê wiha kir ku di felsefeyê de jî şirovekirineka mekanîk ya gerdûnê dest pê bike û heta bibe serwer/destnîşankar jî. Di encama van guherînan de tevgera zanistî dest pê kiriye, dev ji rêbaza deduksiyonê hatiye berdan û rêbaza endeksiyonê hatiye bikaranîn.

Felsefe, keybanuya zanista ye. Berê, hemû zanistên xwezayî û zanistên sosyal, beşekî felsefeyê bûn. Lê di roja me ya îroyîn de ev zanist, ji felsefeyê cuda bûne û weke zanistên serbixwe têne dîtin. Zanyarên berê, herçiqas li xwezayê vedikoliyan jî, ew fîlozof bûn. Di vê wateyê de, di Dewra Antîk de ezmannasê Batlamyus, di dewra Ronesans û Reformê de jî, Kepler, Kopernîk, Pascal û gelek zanyarên bi nav û deng, di dîrokê de wekî fîlozof/feylesof yan jî zanyar, hatine dîtin.

Bandor û Encamên Felsefeyê: Fîlozof, gelek caran li ser wan babetên ku em ji wan direvin radiwestin. Mesela li ser babetên weke ‘Wateya jiyanê çi ye?’ , ‘Ol çi ye?’, ‘Rastî û çewtî çi ye?’, ‘Sînorên azadiyê çi ne?’, ‘Heq û edalet çi ne?’, ‘Zêhna mirov çawa dixebite?’, ‘Hêjahiya zanistê, wê çawa ware zanîn?’ û hwd. radiwestin. Bi saya vekolandina van babetân, em bi nîrx û pêşdarazên xwe re rûbirû dibin û wan li ser bingehekê zexm didin rûniştandin. Li hêla din jî felsefe, ji bilî kesayetiyan, li ser şaristaniyan jî xwedîbandor e û bi vê bandora xwe re di warê pêşveçûnê de dibe alîkarê şarîstaniyan.

Mesela: Hege Rousseau tunebûna, wê Şoreşa Fransî kêm pêk bihata, yan jî wê tu carê pêk nehatibûya. Herweha dibe ku têgehên wek demokrasî û mafên mirovan jî, derneketibûna holê. Ger Montesquie tunebûya, dibe ku zagonên me wek îro, ne bihêz bûna. Nivîsarên Karl Marx bûne amadekarê Şoreşa Sovyetê û rê li vê şoreşê vekirine. Dîsa mirov dikare bibêje ku teoriyên John Locke û Willîam James yên lîberal, rê li avahiya civakî ya serbest vekiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

19.03.2013

Jêder

1- http://www.felsefevan.org/erken-felsefeye.html

2- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin