Evîn Berçem

Evîn Berçem

Mirov li wateya her tiştî digere.

Ji her bûyerekê re sedemek û li cem herkesî de yan xerabî û yan jî başiyek digere.

Lêpirsîn tişteke baş e, li xwe zêde kirin e.

Lê, sedema xweperestiya li hember egoîzmê û ji empatiyê bi dûr ketina mirovan mixabin ne hewceyî tu lêpirsîn e. Ji ber ku tu mirov bi êşandina yekê/yeka din bextewar nabe! Gava derew, îxanet û tolazî bikeve di nav rihûyeta mirovek; êdî dibe faşîst jî, kûjer jî û her nefes girtina xwe bi dileke nefret û lewitî dijî.

Ji ber vê yekê jî carcaran, heyfa keda me ye ku em giranbûhayiyek didin hin kesan. Gava em tolazî û durûtiya wan dibînin, xeyalşikestinek me diêşîne.

Lê, ji ber ku em mirov in divê em ji mirovan bawer bikin… Her şimaqa jiyanê, vejinandinek nû ye ji bo mirovên dilpak. Bawer nakim ku yên zilmdar û lewitî mîna yên bi hezkirin û hûrmet, xwedî wijdanek pak û rehet bin.

Evîn Berçem

(Evînname) – 05.11.2015

Bersivekê binivîsin