Êzdayetî û Kozmopolîtîzm

‘Xwedêo, tu li heftê û du miletan bêyî rehmê.
Serê ser belgiya, girtiyê hebsiya
Rêwiyê riya, kesîb, belengaz û êxsîra,
Me jî pêra …’
‘Li olekê bifikirin, ku qenciya 72 miletan dixwaze, hewara wan dike û piştre dibêje, me jî bi wan re bisitirîne. Ev qewl bi serê xwe tenê jî, dikare wekî nîşaneke xurt ya kozmopolîtîzma êzdayetiyê were dîtin.
Maneya vê qewlê ev e: Em jî yek ji wan mileta ne û ax û ezmana me jî yek e. Bila ti kes nekeve tengasiyê, jar û belengaz nebe. Bêdad bila kes girtî û êsîr nemîne û li cîhanê, bila her qencî û başî hebe.
Bawermendên êzdî, ji ber zilm û zora olên din, niha li hemû deverên dinyayê bûne koçber. Lêbelê hemû deverên ku lê dijîn, mîna mala xwe dibînin û rêzgir in. Ji xwe ramana bingehîn ya kozmopolîtîzmê, xweşdîtin e. Hêvî û başiya gerdûnê ye. Ramana hemwelatiya kollektîv û gerdûnî heye.’
Ali Gurdilî
[email protected]
15.01.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021