Êzdî Çima Wê Peyvê Bikar Naynin?

Êzdî Çima Wê Peyvê Bikar Naynin?

Êzdî Çima Wê Peyvê Bikar Naynin? 

Di wêja û çanda serdestan de, û di nav civakê de jî êzdî neqencperest dane nasîn. Derfet ji êzdiya re nebûye xwe bidin nasîn. Bi hatina Ewropa re, êzdiya derfet hebûye, û pêre jî deng û rengê wan ji aliyê raya giştî û ji aliyê rewşenbîran ve hatiye dîtin û nasîn. Lê ew mohra “neqenc” hêjî bandora xwe didomîne. Lê di rastiyê xwe de, êzdî ne ku neqenc perestin, ew di wê baweriyê de ne, ku xêr jî, şer jî, ji heman navendê tê. Ango; xêr jî, ji Xwedê tê, şer jî.

Êzdî di wê baweriyê dene, ku ew evdin, û nabe tiliya xwe bikin nav karûbarê Xwedê û milyaketan. Ango; di her bûyerê de, pênasek heye ku evd tê nagihîje. Hebûna Xwedê di suruştê de dibînin. Weke mînak; Çawa rêz ji evda re têgirtin, divê wûsa jî ji her zindî û nebatî re were girtin.  

Êzdî li destpêkê di nav evdan de, li hebûna Xwedê geriya ne, lê dîtine evd xwariye, vexwariye û tewankarî jî kirine. Lewma wan gotiye; erê qencê Xwedê hene, lê evd nabe Xwedê. Êzdiya bi siruştê Xwedayê xwe naskiriye, ne bi evda! Ango bi Roj, heyv, ax, av, ba, nan û agir naskiriye. Lewma jî heft Xwedan û Heft roj hene, heta roja îro jî. Balkêşe ku di peresgeha Laliş de, hêjî sêsedûşêstûpênc çira hêjî vêketîne.  

Êzdî di wê baweriyê de ne, ku her tişt, ango ax, nebat û cin jî, xwedî heman mafî ne, yê jiyan û mayînê. Lewma jî av li agir ne dikirin, pêwîstbû agir bixwe bi tefiya. Kêliya ava germ birijandina pêwîst bû, her navê xwedê bikar bianiyana. Demsala biharê de erdê nakolin. Ew di wê baweriyê dene, ku erd bûke û avise. Nabe şipê destavê bikin û neynok û porê xwe biavêjin erdê.  

Pêwîste hemû alav, kinc, xwarin û vexwarina êzdiya siruştî be. Helbet zewac jî, lewma pêwîste, êzdî bi êzdiya re razê  û bibe mal. Ew di wê baweriyê de ne, ku her ol û zindî xwedî taybetiye, Xwedê wûsa jê hez kiriye û wûsa afirandiye. Wek mînak nabe êzdiyek, hesp û kerê biavêje ser hev û hêstir, yan jî qantirê çêke. Ev gunehkariye ji bo êzdiya. Êzdî bawerin, ew bi rêya zewacê re dikarin resenî û xasîtiya xwe bi parêzin.  

Êzdî çima wê peyv û çêra bi navûdeng bilêv nakin? 

Çenko êzdî wê weke kufir binav dikin û dibêjin; Yê bi kufire kafir e! Êzdî yê berê bi her hawê xwe, ji çêra dûrbûn. Gava hin kesan bi hev çêr dikirin, wan guhê xwe digirtin û bibûya ji wir diçûn.

Çima ez bikar nînim? 

Ez dizanim ji bo wê peyvê êzdî hatine çewisandin, lêdan qirkirin û li serê çiya û çola bûne kûvî, hatine kuştin, talankirin û termê wan li serê rêya û çiya riziyaye û bûye xwarina lawiran. Ji bo hurmeta oldar û xwedênasê êzdiya bilêv nakim. Tevî ku, ez gava vê nivisê dinisînim jî, di hizr û hişê min de, ew peyv û çêr di gume. 

Tu car ez jîbîr nakim, min ew peyva nizanîbû û min ne dinasî. Min û hevalên xwe dilîstin di nava lîstikê de, min qala Çaydank ê çayê kiribû. Lê hevalê min gotin; te ew peyva bikar anî! Her min dikir qîr û hawar û min digot; ne wûsa ye. Lê wan bawer nedikir. Vêcarê tirsekê bi min girt û min bawer dikir ku wê tiştek bi min were. Di nav nivînan de jî xewa min herimî bû. Lê nizanim çawa ez wê şevê raza bûm. Lê roja din min dît tiştek bi min nehatiye. Lê min digot ji xwe re; vaye di serê min de jî diçe û tê, ka ezê çi bikim? Ji bo min tu wateya wê nîn e. Kî bikar bîne , xêr be, şer be, ya xwediyê xwe ye.  

Lewma jî weke ku dibêjin; Xêr xwendî li xwe xwendî, şer xwendî li xwe xwendî. 

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de 

07.01.14 

Ger çavkaniya gotarê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Tu bi xêr û xweşî hatî Malpera Felsefevan, spas ji bo vê keda te ya hêja. Li ser navê malperê, em ji cenabê te re serkeftinê dixwazin…  

Bersivekê binivîsin