Felsefe û Civak

Felsefe, divê di nav gel de bijî û bikaribe, xwe pratîze bike. Di civakê de, divê mijarên felsefî bi hêsanî bikaribin werin xeberdan û minaqeşekirin. Xala destpêkê, ya felsefeyê ev e û ev yek; girîng e. Di civaka tirkan de, sebebê kêmasiya (tunebûna) fikr û xebatên felsefî yên resen jî, dîsa ev yek e.
Felsefe divê ne tenê li zaningehan, divê li her derê û ne tenê bi destê akademîsyenan, divê bi destê her mirovî bikaribe were kirin û afirandin.
Lewma Sokrates di nava gelê xwe de digeriya û fikrên xwe, bi wan re parve dikir û dikete guftegoyê. Ez dizanim ku ne karekî hêsan e, lê ne hêsan be jî; ez dîsa dizanim ku pêdiviya me weke nan û avê, bi vê yekê heye.
Ali Gurdilî
14.03.2015
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021