Felsefeya Exlaqê

Felsefeya Exlaqê

Felsefeya Exlaqê   

Exlaq, tê wateya nirxdaraziyên me yên ku di têkiliyên di navbera mirovan de dertêne holê û ku bi baş an rast, an jî bi xirab an çewt têne binavkirin. Hege em vê danasînê bi awayekî hesantir bibêjin, wê demê em dikarin bibêjin ku, exlaq lêgerîna baş û xirab e. Wateya baş û xirab jî, wek tê zanîn; li gorî şexs û civakan û heta li gorî demê jî diguhere. Ango, tevgerek xirab, dibe ku di civateka din de ne tevgerek xirab be. Lewra, wateya baş û xirab guherber e. Bingeha peyva exlaqê, di erebî de wûşeya ‘hulk’, yewnanî de ‘ethos’ û latînî de jî, peyva ‘mos’ e. Peyva ‘ethics’ ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn, ev peyv jî, ji ‘ethos’ a yewnanî tê. Herwiha, bingeha peyva ‘morality’ jî, ku di zimanê ingilîzî de di wateya exlaqê de tê bikar anîn; ji ‘mos’ a latînî tê. Rêzikên exlaqî, nirxdaraziyên me ne û bi demê re, carinan hinek ji wan wê girîngiya xwe ya berê winda dikin û bi temamî ji holê radibin. Lê, hinek ji wan; carinan jî dibin rêzikên hiqûqê. Dîsa mirov dikare bibêje ku, exlaq sponton e.

Ango, ji ber xwe ve an ji xwe xwe re çêdibin, an dertêne holê û tiştekî, ne çêkirî ne.  Ew pirsên bingehîn yên felsefeyê jî, pirsên wek; gelo wateya mirov çiye? Divê ku çî be? Û hwd. bivênevê, felsefeyê nêzîkê exlaqê dike û felsefe dixwaze ku fêhm bike, gelo armanca tevgerên mirovan çî ne, an divê ew çî bin û an jî, kîjan tevgerên mirovan, êdî mirovî û xwedîerdem in. Bêguman, ev pirs û pirsên mîna van pirsan, rê li felsefeyê vedike û felsefe jî, dixwaze bersiva van pirsan bibîne. Ji vê bineşaxa felsefeyê re, felsefeya exlaqê (etîk) tê gotin. Bêguman, dibe ku ev danasîna me danasînek ne tekuz be û kêmasiyên wê hebin. Lewra, her danasîneka felsefeyê kêm zêde kêmasiyeke di nava xwe de dihewîne û bi hêleka keyfî tê gotin. Lewra, felsefe jî wek huner, çand û hwd. rahişmendiyek mirovî ye. Piştî vê kurtedanasînê, niha jî em dikarin dest bi babeta xwe ya resen bikin.

Homeros, Hesiodos, Herakleîtos û Demokrîtos

Di heyama Antîk de, cara yekemîn em di dewra ronîbûna yewnan di ramanên Sokrates de rastê felsefeya exlaqê dibin. Em wan ramanên Sokrates yên di vê babetê de ne, ku Sokrates xwestiye wan bi rêbaza xwe ya xweser û rexnekar şirove bike, em wan ji şagirdê wî Platon (Eflatûn) fêr dibin, ku Platon wan di diyaloxên xwe de nîşanê me daye.

Di berhema XENEPHON ya bi navê Bîranînên Sokrates de jî, em rastê ramanên Sokrates yên xweser dibin. Belam, berî Sokrates di ramanên Homeros û Hesiodos de jî, em rastê ramanên exlaqî dibin. Lê e van ramanweran, bersiva pirsên li ser bingeha heyînan, çêbûna gerdûnê, di gerdûnê de cîh û erka mirovan; di bin bandûra gotinan û ol de dane.  Li cem Herakleîtos (B.Z.540-480) û Demokrîtos (B.Z.460-370) jî, em li ser babeta exlaqê, rastê fragmentan têtin. Belam, Herakleîtos têgeha exlaqê bi awayekî zanistî destnîşan nake. Demokrîtos jî dibêje; bextewarî, tiştekî hûndirî ye.

Demokrîtos wiha dibêje: “Bextiyarî jî ya rih e, bextreşî jî… Rih, rawestgeha bextiyarî û bextreşiyê ye. Ne hemû kêfan, lê divê mirov yên li gorî exlaqê delal in hilbijêre.”

Ji ber ku yekemîn car xweseriya yên exlaqî Demokrîtos destnîşan kiriye, etîka Platon û Sokrates û hemû felsefeya exlaqê ya Antîk Yewnan, xistiye bin bandûra xwe. Li gorî nêrîna wî: “Mirov, ji bona ku bikaribin fêhmkoriya xwe biveşêrin, xwe kirine peykerekê/kî çarenûsiyê. Lewra çarenûsî, pirr kêm bi hizirdariyê re şer dike.”

Rewşbaşbûna rih (Euthymia) û bextewarî (Eudaimonia) ji Demokrîtos dest pê dike û dibe dêhêmana etîka hemû yewnanê. Herweha, em dikarin Eudaimonîzmê; heta Demokrîtos jî bibin. Di dîroka felsefeyê de, çawa ku Thales bavê felsefeyê tê hesibandin, em dikarin Demokrîtos jî, bavê Eudaimonîzmê bihesibînin û bi rihetî, em dikarin bibêjin ku hemû felsefeya Heyama Antîk, xwediyê wesfên Eudaimonîst in. Wûşeya Eudaimonia, tê wateya bextewarî ye. Têgeha bextewariyê nîşan dide ku, armanc û nîrxên jiyanê; di rihê mirov de ne. Dilêrîna Antîk Yewnan ya bextewariyê, xwediyê bastûreka şexsî ye. Ango, lê digerin da ku yeko yeko, ji bo şexsan riya bextewariyê bibînin. Ancax, dema ku em li dilêrîna nirxa sedsala 18- yê hûr dibin, wê demê em dibînin ku ramana bextewariyê ya Antîk Yewnan wê wesfa xwe ya şexsî, di Heyama Nû de winda kiriye.

Lewra, di Heyama Nû de êdî bextewariyeke civakî derbazî ye. Lê dîsa jî, em tovên vê bextewariya civakî; di Heyama Antîk de, li cem Platon dibînin. Ji ber vê çendê jî, pêwîst e em di ramanên Sokrates, Platon, Arîstoteles û Stoaî yan de em li ser têgeha baş (çê, çak, rind, qenc) rawestin.

Di Ramanên Sokrates De Têgeha ‘Baş‘ (B.Z.469-399)

 Sokrates, li hemberî vê îzafiyeta ku ji aliyê Sofîstên hemdemên wî ve hatibû afirandin, radiweste û wisa bawer dike ku, ji bo pirsgirêkên jiyana mirov; bi helwdaneke kûr û rasteqîn, mirov dikare xwe bigihîne rastiyeka tevayî. (Tumel) Sokrates, wekeheviya (zanava) erdem û zanayiyê diparêze, desthilatiya ol û kevneşopan datîne aliyekî û hêjahiya aqil û ramanê, bilind dike. Ew bi awayekî xurt, baweriya xwe bi hebûna rêzikekî tîne. Li gorî felsefeya wî: Hemû erdem, ji zanayiyê têtin. Zanayî (Episteme) mirovan digêjîne tevgera rast û nezanî jî, dibe sedemê tevgerên çewt. Ji ber vê sedemê çavkaniya tevgerên me yên exlaqî, dibe zanayî. Li gorî Sokrates, naveroka vê zanayiyê jî, baş e û ew mirovên ku dizanin baş û rast çiye, ew mirovên xwedîerdem in. Sokrates, têgehên baş, spehî û sûdmendê (bisûd) bi awayekî hemwate bikar tîne. Di sedsala 18- ê de jî, em rastê hevratiya baş û spehiyê dibin.

Li gor nêrîna Sokrates: Ew karên (şolên) ku alikariya jiyaneka bêazar dikin û xweş in; ew spehî ne. Hemû karên spehî jî; baş û bi sûd in. Ji ber ku wiha ye, baş xizmeta armanceka kifş dike. Tu kes, bi hemdê xwe an bi dilê xwe; naxwaze ku yên xirab e, bike. Lewra, ne li gorî xwezaya mirov e ku, yên xirab ji yên baş raser bibîne. Ji başiyê veqetandina xirabiyê ya mirov jî, nîşana zanyarî û xwedîerdemiya mirov e. Ji xwe, zanayî erdem e û xwedîerdemî jî, zanyarî ye. Ew mirovê ku zanayiyê û riya zanistê bişopîne; wê ew mirov baş û bextewar be. Herweha, yên ku Eudamoniayê jî diafirîne, dilpakîtî (xwedîerdemtî) ye.

Sokrates dibêje ku: “Li wê dera ku rêkûpêkî û guncanî heye, li wê derê baş dertê pêşiya mirov. Lê, li wê dera ku tevlîhevî heye; li wê derê jî xirab dertê pêşiya mirov. Yên ku tiştekî dike baş, rêkûpêkiya wê ye. Heman rewş, ji bo giyana mirov jî wiha ye. Giyana mirov, çiqasê bi guncan be; wê mirov jî hewqas bextewar bibe. Mirov, bi bikar anîna aqlê xwe, digihêje guncaniya giyana xwe. Ew “baş” a ku ji zanyariyê tê, mirov bi wê digihêje bextewariyê.” Ji ber ku wiha ye, ew dilpakiya (erdemî) ku ji zanayiyê tê (exlaqdarî) û bextewarî, heman tişt in. Sokrates, li ser dilpakî, zanyarî û bextewariyê, ramanên gelemper pêşniyar dike. Lê tu carê, danesîneka wan a teqez (ferzîne, mitleq) nade. Yên hewl dide ku yekemîn car wan bide nasandin, bêguman şagirdê wî Platon e.

Di ramanên Platon de (Eflatûn) de têgeha ‘Baş‘ (B.Z.427-347)

 Platon, ji wan lêkolînên Sokrates yên li ser babeta erdemê bûn, dest bi xebata xwe kiriye. Ji bo xebatên Platon jî, mirov dikare bibêje ku etîka Platon jî bextewarîparêz e. Lewra, li gorî Platon jî, başiya herî bilind bextewarî ye. Platon, li wê bextewariyê digere, ku ev yek armanceka mirov a xwezayî ye û dixwaze ku fêhm bike, ka ew çiye gelo?  Platon, di diyaloxên xwe de herdem li ser erdem û bextewariyê rawestiya ye, wan daye nasandin û hewl daye, da ku rêbazên bextewariyê fêrî mirovan bike.

Li gor felsefeya Platon: Bextewarî (dilşadî, bextiyarî), xwedîtiya başiyê ye. Baş, ew tişte ku hemû kes wê/wî dixwazin. Platon dema ku li ser pirsgirêkê hûr dibe, ne şexsan, lê civakê dide ber çavê xwe. (civakê, ji xwe re wekî pîvaneke dibîne)

Ji zêdetirê mengiya şexsî, ew berê xwe dide mengiya civakî. Platon, ne behsa mirovekî gihaştî (kamil, tekûz), lê behsa civateka gihaştî dike. Li gor nêrîna wî: Baş a herî bilind, ji tevlîheviya zanayî û kêfê pêk tê ku tevlîhevî jî, li gorî pîvana a spehî û rastiyê çêdibe. Erdem; aheng, rastî û rêkûpêkiya rih (giyan) e. Xirabî jî, xirabûna vê rêkûpêkî û ahengê ye. Mirov çiqasê xwedîerdem be, hewqas azad e. Lewra, rihê mirovekî wiha; ji aliyê aqlê wî ve tê kargerandin. Ji ber ku aqlê wî serwer e; ew mirovekî/ka xwedîerdem e, bextewar e, xwedîpîvan û dilrihet (aram) e. Ew mirovê ku êsîrê bengîniya xwe ye jî, ew bedbext, bêaheng û bêaram e.

Platon, dema ku di felsefeya xwe ya gelemper de behsa têgeha ‘Baş’ dike, mirov dikare bibêje ku ji dazanîna Sokrates behrirehtir li mijarê hûr dibe.

Dilêrîna Sokrates ya têgeha baş, di esasê de mirov dikare bibêje ku li hemberê dilêrîna Sofîstan serhildanek e. Felsefe û dinyabiniya Sofîstan, seranser li ser hîmên berjewendî û li xweşê hatinê hatibû damezrandin. Mesela Protagoras wiha digot: “Ez Sofîst im û mirovan perwerde dikim. Ev çend sal in ku ez di nava vê hunerê de me. Xorto! Ger tu li cem min bimînî, wê tu ê ji roja ewilî ve bigoherî û wê tu ê baştir bibî. Her roj, wê tu ê baştir bi pêşve biçî. Tiştên ku wê ez ê fêrî we bikim, ev in: Di karên malbatî û dewletê de têgihiştina hêza kargerandinê û di siyasetê de pêdiviyên bihêzbûnê… Ez ji bona yek tiştekî soz didim ku wê ez ê, wan mirovên azad bikim mirovên şehraza.”

Wekî ku xwiya dike; mirov dibîne ku Protagoras têgeha BAŞ, hima hima bi berjewendiyê re wekehev dibîne û vê têgehê, di pratîkê de dike tiştekî kêrhatî. “Pîvana hemû tiştî, mirov e. Hemû tişt, xwe ji min re çawa bidin xwiyakirin; ew wiha ne. Ji te jî çawa xwiya bikin, ew wisa ne. Ji bona yên ku diqufilîn; ba serma ye. Lê ji bo yên naqufilin jî, ba ne serma ye.” Protagoras, bi van gotinên xwe re mirovan wek pîvana hemû tiştî dibîne û rê, li îzafiyetekê nirxî vedike.

Heçî Platon e, ew di ‘Zagon-Yasaya’ xwe de dibêje: “Pîvana hemû tiştî Xwedê ye.”

Û bi vê ramana xwe re jî dixwaze xwe bigihîne mutleqîyeteka nirxî û aheng û dengeyekê (parseng) bigîhîne jiyana mirovan.

Em ramaneka bi vî rengî, li cem Demokrîtos jî dibînin ku gotibû:

“Ji bo hemû mirovan, heman tişt baş û rast e.”

 Platon ramanên Herakleîtos jî napejirîne, ku gotibû: “Hemû tişt di herk û bûyînekê de ne û diguherin.”

Platon, li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dide û wiha dibêje:  “Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û mirov nikare jê, tu zanayiyan bidest jî bixe.”

Ji ber ku ew jî di dewreka tevlîhev de dijiya, ku di wê dewrê de jî şer û pevçûn hebûn; ew jî di nameya xwe ya VII. ê de dibêje ku: “Min piştî ku dît hemû tişt bêarmanc dihejin û diguherin, ez ecêbmayî mam û bêhêviyekê min girt.”

Herçiqas, ew li hemberî ramanên Herakleîtos radibe jî, lê dîsa jî mirov dibîne ku di felsefeya wî de, ramana guherinê û herkbûna hemû tiştî heye û ev yek, bûye hêza dahfdana felsefeya wî. Lewra Platon dixwaze nîşan bide ku, li pişt wan tiştên guherînek ku herdem diguherin û di herk û bûyînekê de ne; mînak an hilikek naguher heye.

Platon, navên wan mînakên ku naguher in û her dem wek xwe dimînin, datîne Îdea.  Platon, wek heyîneke li îdeayê mêze dike û li gorî wî, îdea tiştekî herî rasteqîn e. Di jiyana rojane de, hemû ew tiştên ku em wan dibînin, rastê wan tên an wan dinasin, ew kopyayên îdeayan in. Îdea, li gorî kopyayên xwe rasteqîn in.

Lewra kopyayên Îdeayan, girêdayê demê ne û bi demê re jî, ji holê radibin. Lê, ew îdeayên ku em dikarin ji bo wan bibêjin ku ew rasteqîniyên resen in; ew tu carê naguhorin, heyînên bêdestpêk û bêdawî ne. Platon wiha difikire ku, em ancax dikarin di derheqê Îdeayan de zanayiyan bidest bixin.

Platon, di wê şibandina xwe ya şikeftê de wiha dibêje:  “Yên ku hemû wanekan (nesneyan) ronî dike, îdeaya baş e.”

Îdeaya baş, çavkaniya wê ronahî û tava (roja) ku hemû wanekan ronî dike, ye û ew, çavkaniya hemû zanayî û heyînan e. Platon dîsa dibêje ku: “Îdeaya baş, raserê hemû îdeayên din e.”

Platon, vê îdeayê di nava wê sînorên dinyaya ku mirov têdigihêjî de dibîne. Mirov, bi hêsanî nikare wê îdeayê bibîne. Ji bona dîtina wê, pêwist e mirov bizanibe ku hemû tiştên baş û delal, jê têtin. Di dinya xwiyakirî de ya ku ronahiyê diafirîne û belav dike, ev îdea ye. Di dinya têgihiştî de jî, rastî û têgihîn, jê têtin. Mirov, ancax piştî dîtina wê; dikarin di jiyana xwe ya hûndirîn û derveyî de, bi zanyarî tevbigerin. Piştra, Platon wê lêgerîna xwe ya başiyê didomîne. Ew têgeha ku ji aliyê hemû kesan ve, li ser navê başiyê lê tê gerîn û wekî miraza jiyanê tê dîtin. Ew têgeha beyî ku bizanibin ew çiye, bi tenê girîngiya wê hîsdikin. Lewra, ew tiştekî herî bi nîrx, raser û baş e.

Platon, di destpêkê de dev ji eslê têgeha baş berdide û hewl dide da ku beşeka vê têgehê, yeka ku gellekî dişibe wê an hevramaneka vê têgehê ye; ji me re vebêje. Li gor nêrîna wî: Hin tiştên ku hene, ji xwe ew spehî (delal ) ne û ji xwe, baş in. Lê bi van tiştan re hin nesneyên din jî hene ku, ew jî xwediyê yek heyîneka naguher in. Yanê, xwediyê yek îdeayekê ne. “Gellekî tişt xwiya dikin, lê nayêtin têgihiştin. Lê Îdea, têne têgihiştin. Lê, ew xwiya nakin.”

 Tiştên ku xwiya dikin, em wan bi hêza dîtinê dibînin. Çavên me çiqasê rind bibînin bila bibînin; ew tiştên ku xwiya dikin, ew çiqasê rengorengo bin bila bin; hege pergaleka sêyemîn tevlî kar nebe, çav wê wan nebînin û wê ew reng jî xwiya nekin. Ev pergal, şewq an jî roj (tav) e.

 Platon, rojê wek tayê (eş) têgeha baş û beşeka wê dihesibîne.

“Ew tiştê ku ez dibêjim têgeha Baş aniye holê, ew roj e. Baş, rojê; ji bona xwe wek ta afirandiye.”

Di vê dinya xwiyakirî de ji bona çav û wanekên xwiyakirî roj çî be, di wê dinyaya têgigihiştinê de jî BAŞ, ji bo raman û tiştên ku têne hizirîn, ew e. Tiştê ku rasteqîniya nesneyan dide wan û hêza zanînê dide mejiyê mirov, îdeaya Baş e. Ji hêla zanînê ve îdeaya baş, çavkaniya rasteqînî û zanistê ye. ‘

 Zanist û rasteqîn çiqasê delal bin bila bin, ji vê yekê bawer bike ku Baş, ji wan êdî raser e.’

Di dinyaya xwiyakirî de hizra nêzîkbûna şewqê û çavan, rast e. Lê, wan wekî rojê hesibandin çewt e. Mîna vê yekê, li dinyaya têgihiştinî de zanist û rasteqînê wekî ‘Baş’ dîtin çewt e. Cihê baş, bêguman raserê herduyan e û ji wan gellekî bilindtir e jî. Platon, têgeha baş mîna sedemê gerdûnê yên resen dibîne û vê têgehê, dike tiştekî mitleq. “BAŞ” a wî, di heman demê de maneyeka olî û razdar (mîstîk) jî distîne. Platon dibêje ku erdem, ne kit e; ew pirr e û ji bo her beşekê rih, erdemek heye.

Ev erdem jî: 1- Sophia-Zanyarî 2- Andreîa-Mêrxasî 3- Sophrosyne-Pîvanetî 4-Dikaiosyne-Rastî 5-Osiotes-Xwedîolîtî ne. Zanyarî, bi aqil ve girêdayî ye û serwerê giyan (rih) e. Mêrxasî, di demên xeternak an nexeternak û xweş an nexweş de; ew tevgerên me yên ku em wan nîşan didin, e. Pîvanîtî û rastî jî, erdemên gelemper in û ahenga yekkeriyê pêk tînin.

Platon rastiyê, erdema herî raser dibîne ku ev erdem, hemû erdemên din li cem xwe dicivîne. Zanyarî, rastiya têgihanê ye. Mêrxasî, rastiya dil e. Xwedîolîtî jî, rastiya di navbera me û Xwedê de ye. Hasilê, exlaqa Platon berawajiya Sokrates û dibistanên Sokratesî (Sokratparêz), civakî ye. Lewra, ew ne tenê li riya berxwîdariya mirovekî; lê ew li riya berxwîdariya civakê digere û çawa ku me berê vegot, gerûya (odaxa) vê exlaqê jî, îdeaya Baş e.

Di Ramanên Arîstoteles De Têgeha “BAŞ” : (B. Z. 384 – 322)

Mirov dikare felsefeya exlaqê ya Arîstoteles, ji berhema wî Ethika Nikkomakheia–Exlaqa Nikkomakhos fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku, hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt, ber bi wê ve diqesidin.

Sincdarî (rewişdarî, biexlaqî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişte ku mirov nêzîkê “tiştên ji bo başiya mirov in” dike, ye. Arîstoteles, di exlaqê de başiyê; bi “tiştên ku ji bo mirovan baş in” re, bi sînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e; çalakiya biaheng a ku di navbera rih û başiyê de ye. Li gorî baweriya Arîstoteles jî, mebesta jiyanê bextyewarî ye.

Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku, mirov ancax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête; bi demxweşiyeka kurt re jî, berxwidarî nayê.

Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidarîyê ava dike. Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar (4) hêmanan dike:

 1-Xweşî

 2-Şanazî

 3-Dewlemendî

 4-Jiyana teorîk.

 Li cem Arîstoteles, jiyana teorîk ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e.

Arîstoteles wiha dibêje: “Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.”

 Bi vî awayî, pirraniya nirxan (hêjahiyan) dertê pêşiya me.

Lê, her asta (derenceka) heyînê, “Baş” ekê bilind a xweser e. Erka (wezîfeya) felsefeya exlaqê jî, di vê xalê de; destnîşankirina yê/ya baş e.

Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bi erdem e.

Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, ancax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî (haz) jî, temamker û encama hemû çalakiya ye. Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên exlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya (dozîna) jiyanê; tiştekî bêgav e. Belam, bi tenê xweşiya mirovê bierdem, xweşiyekê rasteqîn e. Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wek Platon, Arîstoteles jî nirxên (hêjahiyên) giyanê wek nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne.

Di dawîyê de Arîsto dibêje ku: “Bextewarî, ancax di wan tevgerên li gor aqil (amizger) û xwedîerdem de peyda dibe.”

 Di Ramanên Stoa De Têgeha ‘Baş

Têkiliya me ya bi exlaqa Stoa re, ji çend hêmanên wan tê, ku berê ji aliyê wan ve hatibûn pêşkêşkirin. Ev hêman jî, “vegera xwezayê” û “guncanîtiya xwezayê” bûn ku, di sedsala 18- yê de bîbûn ramanên serwer. Zenonê Qibrîsî (B.Z.336-264) damezranerê felsefeya Stoa ye û ev felsefe, di heyama Hellenîstîk de felsefeya herî girîng e.

Stoaparêzî, bidestxistina azadiya exlaqî ya mirovan; ne bi înkarkirina kevneşop û hemû medeniyetê, lê bi siruştîtiyekê (xwezayîtî) herî bilind û bi mirovahiyeka rasteqîn, gengaz dibîne. Stoaparêz, hêmana guncanîtiya xwezayê ji felsefeya xwe re dikin hêmanek bingehîn û bi vê yekê re jî, dibine xwediyê nêrîneka pantheîst. Bêguman, di vê nêrîna wan de Herakleîtos xwedîbandûr e. Tê gotin ku, yekemîn car felsefe ji aliyê Zenon û Chrysippus ve; bi navên vac (mentîq) , fizîk û etîkê, bi van sê navan hatiye dabeşkirin. Lê giraniya felsefeya Zenon, li ser etîkê (exlaq) ye.

Ew kesên ku haya wan ji qîmeta wanekan (nesneyan) û di gerdûnê de cîh û wateya mirov tunebe, ew kes nikarin tevgerên bierdem nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî, nikarin xwe bigihînin bextewariyê. Bi vî awayî zanayî, erdem û bextewarî di dazanîna Stoa de dertêne pêşiya me.

Li gorî Stoaparêzan: Zanayiya rast, rê li tevgera rast vedike. Yanê, ji ramana yekîtiya zanayî û tevgerê, derbasê miraza zanyariya exlaqî dibe. Dazanîna Stoa de, aqil û xweza wekehev in. Erdem, guncanîtiya xwezayê û aqil e. Ango, li hemberî zagona xwezayê stûxwarkirin, hêmanek bingehîn ya exlaqa Stoa ye.

Li gor nêrîna Zenon: Zanyar ew kesê xwedîerdem e û dijberê erdemê, ango xirabî, li cem wî kesî peyda nabin. Di xirabiyê de rih, ji sedemê zordestiya hêzeka mezin; wê yekîtiya xwe winda dike û di encamê de ji wê rewşa xwe ya xwezayî dûr dibe. Ev yek jî, rê li xirabiyê vedike.

Zanyar, pêwîst e di daxwaz û tevgerên xwe de ji hestgermiyê serbixwe bin. (apatheia) Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku, exlaqa Stoa bi wê mengiya xwe ya zanyar, exlaqeke bêsî xwe ye û dazanîneka şexsî ye.

Têgehên Sereke Yên Felsefeya Exlaqê

1- Baş çî ye?

Ji hêla exlaqê ve ya ku tê xwestin e. Tiştê ku bi kêrî pêkanîna armancên mirov tê û ji bo mirovên din jî sûdewar e, baş e. Mesela alîkariya mirovan, rastî û hwd.

2- Xirab çî ye?

Dijberê baş e. Tiştê ku mirov bi îradeya xwe dike û ji bo gihêjtina bextewarî û mengîyan dibe asteng, tevgerên xirab in. Mesela gotina derewan, zererdayîna mirovan, derewçîtî û hwd.

3- Berpirsîyarî çî ye?

Ji hêla exlaqê ve berpirsiyarî, pejirandina encamên tevgerên mirovan bi xwe ye. Têkiliyeka nêzîk di navbera berpirsiyarî û serbestiyê de heye.

4- Serbestî çî ye?

Mirovê ku xwe di bin tu zordarî û tehdeyan de hîs neke, li gor dilê xwe hinek tiştan bixwaze û li gor vê yekê tevbigere, mirov dikare bibêje ku ew mirov, mirovekî serbest e. Ji peyva serbestiya exlaqê, divê mirov serbestîya îradeyê fêhm bike.

Di felsefeya exlaqê de pirsa (pirsgirêka) herî sereke, serbestbûn an jî ne serbestbûna îradeya mirov e. Yên ku ne serbest in û bi serbestî nikarin hilbijêrin, ew ji encamên tevgerên xwe nikarin wek berpirsiyar werin dîtin.

5- Erdem çî ye?

Tevgerîna me ya amizgerê başî, rastî, ziravbihistiyarî û edaletê ye. Mirovê ku li gor van pîvanan tevdigere, ew mirovêkî/ka xedîerdem e.

6- Wicdan (ûcdan) çî ye?

Rewşeka hindûrîn ya hestên me ye, ku li hember xirabiyan dibe asteng û mirov ber bi ya baş ve diajo. Di dema tevgerekî mirov ya xirab de, ya ku mirov xemgîn dike û di dema tevgereka mirov ya baş de jî ya ku mirov bextewar dike, ûjdana mirov e.

7- Daraza Exlaqî çî ye?

Bi başî an jî xirabî, nirxandina tevgerên şexsa ye. Mesela dizîkirina Ehmed tevgerek xirab e.

8- Zagona exlaqê çî ye?

Baş an jî xirab, kirin an jî nekirina hindek tiştan, ji aliyê zagonên exlaqê ve têne destnîşankirin.

9- Biryara Exlaqî çî ye?

Bi awayekî serbest û bi îradeyek serbest, li hember zagona exlaqê biryarsitandina sitûxwarkirinê ye, an jî em bibêjin biryara lihevhatina zagona exlaqê ye.

10- Tevgera Exlaqî çî ye?

Tevgerên me yên piştî biryara exlaqî ne. Pêşîyê mirov biryareka exlaqî dide û piştra, mirov li gor vê biryarê tevdigere.

11- Îrade çî ye?

Hêza biryardayînê ya kirin an jî nekirina tiştekî ye. Mesela dema ku mirov birçî be û tu pereyên mirovekî tunebe ku ji xwe re tiştekî bikire û bixwe, dehnên mirov yên xwezayî dibêjin bidize.

Aqilê mirov jî dibêje, na nedize. Hege mirov li gor dehnên xwe yên xwezayî tevnegere û guh bide dengê aqilê xwe, wê demê mirov dibe kesekî bi îrade.

Pirsên Sereke Yên Felsefeya Exlaqê

Fikirîna li ser tevgerên mirovan, di serdema pêşîn de dest pê kiriye.

1- Gelo armanceka tevgerên mirovan heye, yan na?

2- Tiştên ku civak wan bi baş û xirab bi nav dike, bi rastî jî ew wisa ne gelo?

3- Tevgerên exlaqî yên hevpar, yên ku ji layê hemû mirovan ve têne pejirandin hene gelo?

4- Mirov di tevgerên xwe de azad e, yan na? An ew di bin bandora berpirsiyariyên xwe de ye?

5- Li hemberê ûcdana mirov, zagoneka gerdûnî ya exlaqê heye gelo? Fîlozofan, ji serdema pêşîn ve hewl dane ku bersiva van pirsan (pirsgirêkan) bidin.

Armanca tevgerên me yên exlaqî çi ye?

Hemû fîlozofan pejirandine ku armanceka tevgerên me yên exlaqî heye, lê li ser vê armancê lihev nekirine û bersivên cihêreng dane vê pirsê. Armanca tevgerên me yên exlaqî, li gor hinekan bextewarî ye û li gor hinekên din jî wezîfe ye û hwd.

1- Sokrates

Di vê babetê de Sokrates dibêje: ‘Erdema ku bingeha wê zanayîyê, bextewarî ye.’ Dîsa dibêje dema ku mirov xwedîyê zanayîyê be ber bi başiyê ve diqeside û ji xirabiyê dûr dibe. Li gor bawerîya Sokrates, mirov bi zanebûn xirabiyan nake. Ango nezanî, bavê hemû xirabiya ye.

2- Demokrîtos

Hayjixwetî, pîvanetî, sînordarî û pakijiya tevgerên mirovan, bextewarî ye.

3- Epikuros û Arîstîppos

Reva ji êşê û qesidîna ber bi xweşîyê (an jî zewqê) ve û ji tirsê rizgarbûn, bextewarî ye. Ji vê felsefeya wan re, Hedonîzm ‘Exlaqâ Xweşîyê’ hatiye gotin.

Li gor vê felsefeyê, tiştên ku li xweşê mirov diçin, ew baş in û tiştên ku êşê didin mirov jî, ew xirab in. Arîstîppos wiha bawer dike ku mirov, bi awayekî xwezayî li pey xweşiyê dibeze. Li gor vê felsefeyê, derheqê baş û xirab de ji bilî xweşiyê tu pîvaneke din tune.

4- Li gor Stoaparêzan

Rêva ji xweşîyê û qesidîna ber bi êşê ve û jiyaneka amizgerê xwezayê û dilxweşî, armanca tevgerên me yên exlaqî ye.

5- Zenon

Zenon, exlaqê dispêre 4 bingehan:

1– Hilbijartina rast

2– Sebir kirin

3– Hayjixwebûn

4- Parvekirina biedalet

Pêkhatina van çar bingehan, rê li erdembûnê vedike.

6- Exlaqa Vatinî Ya I. Kant

Li gor bawerîya I. Kant, armanca tevgerên me vatinî (peywir, wezîfe, erk) ye.

Tevgera ku ji vatinîyê tê, tevgera rast e. Di gerdûnê de û li derveyî gerdûnê, tiştekî tenê heye ku em dikarin wê bi baş binavînin. Ev tişt jî vatinî (wezîfe, erk, peywir) ye, xwestina (daxwaza) baş e. Armanca tevgerên me yên exlaqî, ne bextewarî ye. Lewra bextewarî, li gor mirovan diguhere.

Li Gor Exlaqa Vatinî Ya Kant

‘Wiha tevbigere ku ev tevgera te ji bo hemû mirovan bila bibe zagonek û tevgerîna li gor vê zagonê jî, bila bibe vatinîya hemû mirovan.’ I. Kant, ji zagona exlaqê ya subjektîf dest pê kiriye û xwe gihandiye zagona exlaqê ya objektîf.

Çend Taybetmendiyên Exlaqa Vatinîyê

1- Çawa tu dixwazî xelk ji te re baş bin, tu jî ji wan re baş be.

2- Çawa ku tu dixwazî li hemberê te bila xelk tevgerên xirab nîşan nedin, tu jî nîşan nede.

3- Zagona exlaqê, aqlî ye û bi dilêrîneke bi vî rengî hatiye avakirin û hemû kes, dadgerê xwe ye.

Mirov di tevgerên xwe yên exlaqî de gelo azad e, yan na?

Dema ku mirov tevgereke exlaqî nîşan dide, gelo ew azad e, yan na? An jî em bibêjin dema ku mirov tevgereke exlaqî nîşan dide, gelo çareyeka wî ya din heye, yan na? Ango, şensê wî yê hilbijartinê heye yan na? Ev pirs, di felsefeya exlaqê de pirseka sereke ye û di vê babetê de sê nêrînên cihêreng hene:

1– Nêrîna Îndetermînîst

2– Nêrîna Determînîst

3- Nêrîna Otodetermînîst

1- Nêrîna Îndetermînîst

Li gor vê berbiçûnê, di dema nîşandana tevgereka exlaqî de, mirov azad in. Dema ku mirov biryara xwe didin, li gor îradeya xwe ya azad vê biryarê didin. Yên ku vê nêrînê diparêzin, delîlên psîkolojîk, sosyolojîk, hiqûq û exlaqê derdixin pêş.

2- Nêrîna Determînîst

Li gor vê berbiçûnê, mirov di tevgerên xwe yên exlaqî de ne azad in. Lewra, ew ji aliyê sedemên der û hindûrîn ve têne astengkirin. Biryara wan jî, girêdayê van şert û mecra ye. Şert û mercên der û hindûrîn, îradeyê kifş dikin û rê li biryarên mirovan yên serbest dadidin. Li gor vê berbiçûnê, mirov wek peleka daran ya ku nikare xwe li ber bayê bigire, tê dîtin.

B. SPÎNOZA: Spînoza, mirovan dixe bin emrê xwezayê. Lewra li gor bîr û bawerîya wî; hemû tişt, ji aliyê xwezayê ve hatine kifşkirin ku xweza û xwedê di ramanên wî de heman tişt in. Herweha, mirov perçeyeke xwezayê ye û bextewarî jî, jiyaneka amizgerê xwezayê ye. Mirov divê bi temamî xwe wek perçeyeke xwezayê bibînin û wiha jî, jiyana xwe bidomînin.

E. DURKHEÎM: E. Durkheîm mirovan, di nav civakê de dihelîne û dibêje ku hemû tiştî civak destnîşan dike.

ZÎYA GOKALP: Gokalp jî, di bin bandora Durkheîm de maye û gotiye ku, ‘Ez û tu, tune nin. Bi tenê, em hene.’

3- Nêrîna Otodetermînîst

Îrade û tevgerên exlaqî, wek hilbereka kesayetîyê têne dîtin. Li gor vê berbiçûnê azadî, ne diyariya xwezayê ye. Beravajiya vê yekê, bi saya dewlemendkirina zanayîyan û bipêşvexistina kesayetî û exlaqa xwe, mirov azad dibin.

Gelo zagoneka exlaqê ya gerdûnî heye, yan na?

A- Yên Ku Zagona Exlaqê Ya Gerdûnî Qebûl Nakin

1- Exlaqa Xweşîyê/Hedonîzm-Xweşîparêzî

Damezranerê vê berbiçûnê, Arîstîppos e. Li gor vê berbiçûnê, armanca tevgerên me yên exlaqî, xweşî ye. Pîvana başî û xirabiyê, xweş e. Tiştên ku li xweşê mirov diçin, baş in û tiştên ku êşê didin mirov jî, xirab in. Xwezaya mirov, ya mirov ber bi xweşîyê ve diheriqîne. Li gor Epikuros jî, ji bo biryardayîna derheqê baş û xirab de, ji bilî xweşî û êşê, tu pîvanên din tune nin.

2- Exlaqa Bikêrhatinê/Kêrperestî/Sûdeperestî

Di vê berbiçûnê de berjewendiyên şexsan wek pîvana başîyê tê dîtin. Tiştê ku ji bo şexsan kêrdar in (bikêr, kêrhatî, sûdmend) baş û yên ku bikêr nayên jî, xirab in. Sûd (feyde) baş a tekan e. Ji aliyê J. Bentham û J. S. Mill ve hatiye parastin.

Exlaq, li gor kêrdarîya xwe bi qîmet e. Armanc, bextewarî û sûdmend kirina mirova ye.

3- Exlaqa Xweperestîyê/Egoîzm/Xudkamî

Çavkanîya tevgerên exlaqî, hezkirina ez/ego ye. Di exlaqa xweperest de, beyî ku li tu mirovan bifikirin; mirov li pey başiyên xwe (tiştên ku ji bo wan baş in) dibezin. Ev berbiçûn, bi Egoîzmê hatiye bi nav kirin û nûnerê vê berbiçûnê yê sereke, T. Hobbes e.

Li gor bîr û bawerîya T. Hobbes, mirov ji zayîna xwe ve xweperest e û ji bo wî tiştê herî girîng, hesta xweparastinê ye. Di vê berbiçûnê de pîvana başî û xirabiyê, berjewendiyên mirov bi xwe ne.

4- Exlaqa Anarşîst

Li gor bîr û bawerîya anarşîzmê, mirov ji xwezaya (hilika) xwe ve baş e û xirabiyên ku di jiyana mirovan de dertêne pêşîya mirov, ji zordestiya sazîyên ol, exlaq, hîqûq û hwd. dertêne holê û çavkanîya xirabiyan jî ev sazî ne.

Li gor bîr û bawerîya Proudhon, ku yek ji damezranerên anarşîzmê ye; ‘Hemû sazîyên tehdekar û zordest, di serî de jî dewlet; divê ji holê werin rakirin.’

Herweha dîsa Proudhon dibêje: ‘Malhebûn, dizî ye.’

Anarşîzm wiha diparêze ku hiqûq û dewlet, azadiyên mirovan teng dikin û divê werin hilweşandin. Lewra anarşîzm ji bilî mirov, tiştekî din ê ku ji mirov rasertir e, qebûl nake.

5-Exlaqa Nihilîst/Exlaqa Hîçperet

Nietzche dibêje: ‘Armanca tevgerên exlaqî gihêjtina (afirandina) mirovê raser e.’ Nietzche li hember hemû nirxên ku niha hene radibe û dixwaze ku ew ji nû ve werin sererastkirin. Li gor vê berbiçûnê aqil na, lê îrade girîng û raser e û li hember civakê, şexs girîng û raser tê dîtin. Li gor vê berbiçûnê hêzdarî baş û bêhêzî jî, xirab e.

Li gor bîr û bawerîya Nietzche: Di civakê de du kom mirov û du çînên (sinifên) ku ji aliyê van koman ve hatine pêkanîn, hene:

1- Çîna gel

2- Giregir (Yên elît)

‘Mirovê raser, remza (nîşana) îradeya hêzdar e.’

6- Egzistansiyalîzm/Hebûnparêzî

Nûnerê herî sereke yê felsefeya hebûnparêzîyê, Jean Paul Sartre ye. Li gor bawerîya Jean Paul Sartre; tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin ‘xwezaya mirov’ tune û mirov bi destê û keda xwe, xwe diafirine û destnîşan dike. Kêzik û çûk, çawa bûne heyîn, wisa jî dijîn û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, li xwezayê hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd.) diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyêtin astengkirin (sînorkirin) û divê mirov azad tevbigerin.

Ango Sartre dibêje: ‘Mirov, mehkûmê azadîyê ye.’

Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê diafirîne; zagoneka exlaqê yeka ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune.

B- Yên Ku Hebûna Zagona Exlaqê Ya Gerdûnî Dipejirînin

1- Yên ku zagona exlaqê ya gerdûnî bi wesfên subjektîf şirove dikin.

2- Yên ku zagona exlaqê ya gerdûnî bi wesfên objektîf (nesnel-wanekî) şirove dikin.

1- Yên Ku Zagona Exlaqê Ya Gerdûnî Bi Wesfên Subjektîf Şirove Dikin:

J. St. Mill û H. Bergson in.

Li gor vê berbiçûna ku hebûna zagona exlaqê ya gerdûnî dipejirînin û diparêzin, qesidîna ber bi xweşîyê ve, feraset (pêhesî, sezgî) û ûjdana mirovan, bingeha zagona exlaqê ye.

J. St. Mill dibêje: ‘Bextewarî, pêkanîna hestên civakî ye.’

H. Bergson jî dibêje: ‘Pîvana, başî û xirabîyê, feraset (pêhesî-sezgî) e. Li gor xwe tevbigere ku tu hem jî bo xwe û hem jî, bo yên din, tu bikaribi ya baş bikî. Hege tu li gor xwe tevbigerî (li xwe weri), ev yek hem ji bo te û hem jî bo yên din, baş e.’

Di exlaqa ferasetê de hezkirin, evîn û azadî, serwer e.

Bergson, exlaqê dike du beş:

1– Exlaqa civaka dadayî

2- Exlaqa civaka vekirî.

Exlaqa civaka dadayî, di dema bi cîkirinê de baş e û xwe dispêre aqil. Lê beyî ku li şexsan were pirsîn, ev exlaq hatiye pejirandin.

Belam, exlaqa ku ji aliyê Bergson ve tê parastin, exlaqa civaka vekirî ye, ku sparteka vê exlaqê feraset e.

2- Yên Ku Zagona Exlaqê Ya Gerdûnî, Bi Wesfên Objektîf Şirove Dikin

1- Sokrates

Ji prensîba ‘Bi xwe bizanibe, xwe binase.’ dest pê dike û dibeje: ‘Tevgera ku bingeha wê zanayî ye, bextewarî ye.’  Li gor bawerîya Sokrates, encax zanayîya rast mirovan dibe tevgera rast.

2- Platon/Eflatûn

Platon, zagona exlaqê ya gerdûnî bi dozîneya xwe ya îdeayan şirove dike. Başî û xirabiya tevgerekî, bi îdeaya baş girê dide. Di gerdûnê de çawa ku başî û bextewarî heye, wisa jî xirabî jî heye. Heta ku ji destên mirov bê, divê mirov ji vê dinyayê dûr bibe û bi zanayî û bi erdem, divê mirov xwe nêzîkê cîhana îdeayan bike. Pêzanîna zanayîya îdeaya başîyê, bi zanîna zagona exlaqê pêk tê. Ev zagon jî tiştên divê em nekin û tiştên ku divê em wan pêk bînin, nîşanê me dide.

3- Farabî

Farabî wiha diparêze ku mirov encax bi aqilê çalak dikare xwe bigihîne zanayîya başîyê. Gihêjtina asta aqilê çalak, baş e. Li gor bîr û bawerîya Farabî: Mirovê baş an jî bextewar, sirf ji bo wê başiya ku ji bo wî/wê tê xwestin dijî û vê yekê bi berdewamî didomîne, ye.

4- Spînoza

Spînoza, fîlozfekî panteîst e. Panteîzm, gerdûn (cosmos) û xwedê, heman heyîn dibîne. Ango li gor vê tevgerê, gerdûn û xwedê, yek in. Qosmos (kozmos, xwedê) bi awayekî teqez, azad e û gihêjtina zanayîya kosmosê, baş e. Mirov dema ku nefbiçûk be û serwerê nefsa xwe be, wê demê digihêje zanayîya qosmosê. Mirovê ku vê zanayîyê bidest xistiye, hem mirovekî hêzdar, hem jî mirovekî xwedîerdem e. Mirovê ku koleyê dildarîyên (bengînîyên) xwe ye, ew kole ye. Dema ku mirov bi aqilê xwe tevdigere û li ber bêgavîtiya xwezayê serê xwe ditewîne û li xwe miqate ye (bi xwe dizane), ew mirov azad e.

5- I. Kant

I. Kant pirsa ‘tevgera exlaqî çî ye û divê çî be?’ dike û li gor bawerîya wî tevgereka exlaqî, divê ne ji ber hest an jî nêzîkayîtêdanekê pêk hatibe.

Divê ji ber ‘hesta erkê’ pêk hatibe û hege wisa be, ev tevger, tevgereka exlaqî ye. Hêmanên exlaqê, ne di nav jiyanê de hatine hilberandin. Ew ji aliyê aqil ve hatine hilberandin û destnîşankirin. Li gor bîr û bawerîya I. Kant, armanca tevgerên me yên exlaqî ne bextewarî ye. Lewra bextewarî, li gor mirovan diguhere û kirdewar (oznel) e.

Ji bo yekî, ‘erdem’ û ji bo yekî din jî ‘baş’ û ji bo yekî din jî ‘jiyana amizgerê xwezayê’ ye. Tiştek dibe ku ji aliyê hinekan ve exlaqî were dîtin û ji aliyê hinekên din ve jî, dibe ku exlaqî neyê dîtin. Ji bo ku Kant bikaribe exlaqê ji vê rewşa kirdewar (oznel) rizgar bike û xwestiye ku wê ji bo hemû mirovan bingeheka naguhor, peyda bike.

Tiştê ku ji bo hemû mirovan eynî tişt e û naguhor e; erk e, xwestina başîyê ye, nîyeta baş e. Li gor bawerîya Kant exlaqbûna tevgerekî ne di şeklê wê tevgerê de ye, belam di dema tevgerê de xwestina başiyê ye. Nîyeta baş e. Mesela yek sirf ji bo ku xelk bila jêre bibêjin ew mirovekî baş e qencîyê bike, tevgera wî mirovî ne tevgereka exlaqî ye.

6- Olên Yekxwedayî

Olên yek Xwedayî jî, zagona exlaqê ya gerdûnî dipejirînin. Zagona exlaqê ya gerdûnî, bi Xwedê ve girê didin. Xwedê bi navcîtiya pêxemberan, zagon û delkên xwe yên ku divê mirov li gor wan tevbigerin, şandiye. Li gor van zagonan tevgerîn, baş e.

Di tesewufê de jî, zagona exlaqê hatiye pejirandin.

Li gor tesewufê, ne bi aqil û ne jî bi zanayîyê, encax bi eşq û ferasetê mirov dikare bigihêje Xwedê. Çavkanîya tesewufê, Qur’ an e û di destpêkê de wesfeke wê ya felsefî tune. Piştra derheqê Xwedê, heyîn û têkiliyên mirovî de dazanînek hatiye afirandin û gihêjtiye naverorek felsefî. Xwedê, heyîna teqez e û di heman demê de başîya teqez û spehîtiya teqez e. Gotina Xwedê ya ku gotiye: ‘Ez xezîneyek im û min xwest ku ez werim zanîn.’

Wek tecellîyê, ango wek xwiyakirina Xwedê hatiye dîtin.

Çend Nûnerên Tesewufê Yen Sereke

1– Mewlana

2- Yunus Emre

3– Hacî Bektaşê Welî ne.

1- Mewlana

Li gor Mewlana heyîna rasteqîn (ya ku bi rastî jî heye), Xwedê ye. Xwedê ji bo ku xezîneya nîşan bide û xwe bide zanîn, gerdûnê afirandiye. Di nav zîndiyan de yê ku bi Xwedê dizane, bi tenê mirov e. Ji ber vê yekê jî, kê kî be bila be, divê were hezkirin. Li gor baweriya Mewlana, mirov encax bi bi rêya eşqê dikare bigihêje Xwedê. Di berhema xwe sereke Mesnewîyê de li ser fazîlet, erdem û başîyê, ramanên girîng pêşkêş kiriye.

Gotineka xweş ya Mewlana heye ku gotiye: ‘An wek xwe xwiya bike, an jî tu çawa xwiya dikî, wiha be.’

2- Yunus Emre

Li gor baweriya Yunus Emre heyîna rasteqîn, Xwedê ye û zanayîya rast jî, naskirina Xwedê ye. Rêya tekan e ya naskirina Xwedê, hezkirin e. Gotineka xweş ya ku Yunus Emre gotiye: ‘Hez ji yên ku hatine afirandin bike, ji ber sedema afiraner.’

3- Hacî Bektaşê Welî

Hacî Bektaşê Welî, ramana Wahdetî Vucud diparêze. Li gor vê berbiçûnê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çû ne. Mirov ji bo bikaribe yekîtiya heyînê nas bike, ji mertebeyên cihêreng derbas dibe.

Di mertebeya yekemîn de, hemû tiştî bi Xwedê şirove dike.

Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya maddî û manewî diparêze û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar diparêze.

Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêje nêrîna ‘yekîtiya heyînan’ û têdigihêje ku ew jî, xwiyakirineka Xwedê ye. Bingeha zagona exlaqê, hezkirina Xwedê û hezkirina mirova ye.

Taybetmendiyên Ku Zagona Exlaqê Ya Gerdûnî Destnîşan Dikin

Zagona exlaqê ya gerdûnî di civakê de bi rêya erdem, şeref, edalet, îrf, namûs, berpirsîyarî û hwd. bi awayekî objektîf bandorê li mirovan dike û mirov di bin bandora wê de dimînin. Dîsa mirov bi rêya ûjdana xwe re jî, bi awayekî subjektîf; di bin bandora zagona exlaqê ya gerdûnî de dimînin û jê ketumet dibin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin