Felsefeya Gotinên Navdaran û yên Nav Daran

Felsefeya Gotinên Navdaran û Yên Nav Daran
1-
Eger tu wek çêlekeke mezin bî, yê Te bidošin.
Eger wek kerek bihêz bî, yê barê giran li pišta te bikin.
Eger wek hespek lezgîn bî, yê sîyarê te bin.
Tenê ji fehmkirina te ditirsin…..
Šerîetî
Edoyê ne- fehm….
2-
Hûn Dest bi xebatê bikin, karîn û šîyana pêkanîna wê dê bixwe were.
Edoyê mihendizzzzzzzz……
3-
Jibo endazyaran, tu korerêyek (bonbest) tine ye, çimku ew yan rîya pêkanîn û çareserkirinê peyda dikin yan jî rîya çareserkirina wê dixuliqînin.
4-
Jibo ku seg, bigir be û were merivan, wî bi zincîr yan werîsek girêdidin û guhê wî hinik caran jêdikin jî, hingî seg, har û dirrrrrrr dibe……..
5-
Meriv jî çi jin çi mêr wisan e, dema ku ew sînordar dibin û nahêlin ku ew di her warê jîyanê da azad û serbest bin, hingî har dibin û dikevine dor canê hev, qirra hev tînin û koka hev diqelînin……..
Edoyê harodîn, kelepçebûyî û qeydlinig…..
6-
Gelo we dizanî?!?
Derdora 4200 ol li Cîhanê heye ku Hinik dibêjin 4199 olên din šaš in
Hiniki jî dibêjin 4200 olên heyî Şaş in!
Na loooooooooo?!?
7-
Jêhatîbûn yanê: Karîna xwebirojkirina ligor guhertinan.
Stephen Hawking
Edoyê Gêjê seqetê papagenî
8-
Merivên bedew li her Derî /ê peyda dibin lê fikrên bedew pir dijwar dest dikevin.
Šev, šîv û šiv baš
Edoyê Elewat, kotî û šindokê mêra
9-
Dema ez zarok bûm, bilbiloq, qilêr û qelšên ser destên kargeran, min dixiste nav fikarên kûr lê gava ez mezin bûm, min têderxist ku nîšanên han nîšana cihê derameda her kesî ne……?!?
Xebat û kara Enîyê timotim kevirpêvazeliqî…..
10-
Xwezî kesekî/ê peyda biba û dewsa bombeyan, hin kitêb bibarandana ser Rojhilata Navîn.
Hingî îdî tu kes jibo çûyîna Cinnetê, nediçû šer!
Edoyê Cinnetxwazê Šervan
11-
Aborîya lawaz û tinebûn, tenê jiber 2 sedemên jêrê pêktên:
Yan Hakim, ehmeq in
Yan Ehmeq bûne Hakim
Šer, Xelayî û bêavî, mehneyên beredayî ne…………!
Winston Churchill
Edoyê Jar û Perîšan
12-
Ji Siltanek zalim, pirs kirin: Tu çi dixwî? Wî got: Goštê millet.
Jê pirsîn: Tu çi vedixwî? Wî got: Xwîna Millet.
Jê ra gotin: Tu çi li xwe dikî? Wî got: Postê Millet.
Jê pirskirin: Tu vana ji ku tînî?
Wî got: Ji nezanîya millet.
Jê ra gotin: Tu çawa û li ku wê nezantîyê xweyî dikî?
Wî li wan zivirand : Di sandiqeke zêrîn bi navê “Miqeddesatê” da
Jê pirsîn: Tu vê sandiqê çawa diparêzî?
Wî lê vegerand: Bi rîya Xurafat û bawerên beredayî.
Oldarîya ku bi vexwarina av di ber çavan da, dikeve xeterê lê bi xwarina heqqê xelkê, tu tišt pê nayê û xema wê jî nîne, oldarî nîne, belke xapxapokek e jibo xelkê û ni’metek e jibo Hinik nemerivan!!!
Edoyê Beredayî û Bêbawer
13-
Jin hewl didin ku bibin wek mêran!
Çi hewleke bêwate û nelirê ye wekhevî bi mêrên ku dinya kirine qada šer û pevçûn û kilîta teqandina cîhan jî di destê wan da ye.
Wiha nabe!
Divê em fikrek din bikin…..
Ya baš ew e ku
Mêr, hewl bidin
Ku bibin wek Jinan!
Wekhevî bi jinên ku di hemû ševên šerên dîrokî da bi xeyala ašitîyê, razane…..!
Šahîn Canpak
Edoyê Serjinikê Qašo Mêr
14-
Eger hereketa gerstêrga Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê( Equator) pêkwerin ku dikarin jîyana ser goga Erdê, jiholê rakin.
Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Bašûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du cemseran, wekhev in.
Xetta Istiwayê, xwedîyê mezintirîn muhîta ser erdê ye û dirêjahîya wê 40070 km e.
Rûbara goga Erdê, li Xetta Istiwayê di šev û rojekê da bi qasî 40000 km, hereket dike. Ew tê wateya ku leza goga Erdê li dora xwe 1670 km/seetekê ye.
Navçeyên nêzîkê Xetta Istiwayê, baštirîn cih jibo çandina Qahwe û Kaoçoyê ne.
Edoyê bi bayê bezê zivirok….
15-
Reklameke watedar li kolanên Parîsê:
Eger ji pirtûka dawî ku we xwendîye,
Yan ji cara dawî ku we diranê xwe firçe kirîye,
24 seet derbas bûye,
Ji kerema xwe, devê xwe bigirin.
Edoyê Devgenî û Devvekirî
16-
Tu car bi ehmeqan ra minaqiše nekin.
Ew di serî da, asta we dadixine asta xweyî jêr,
Pašê jî bi tecrubeya ku di hemû jîyana xwe di heman astî da bidestxistine,
Dê we biškînin û šikest bidin!
Mark Twain
Edoyê MinaqišeKERê Šikestî
17-
Hezar salan di zîndan da bimînim
Di Çe’lan da, di nav mar û dipûškan da bimînim
Li hevrazan berê ašan bikšînim
Li berwaran pezkovîyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî EHMEQ bibînim.
Šêxê Axtepî
18-
Eger xelk bi pereyên ku di rîya šer da xerc dikin, erd bikiryana,
Dê buhaya wan erdên ku pê pereyan kirîne, pir pir erzantir ji yên ku bi šer û xwînrijandin bidestxistine, biba.
Benjamin Franklin
Edoyê Bêpere, Bêerd û Šerûr
19-
Eger tištên baš bikî, tu kes nayne bîra xwe,
Lê eger tištek šaš bikî, tu kes jibîr nake……
Edoyê Qenchez lê timotim šaš
20-
Siviktirîn madeya ku li cîhanê hatîye dîtin, Aerogel e ku ji Dî Oksîda Sîlîkon( Silicon Dioxide) çêbûye.
Ji sedî 99’ê wê, hewa ye û kêša wê hin sivik e ku hûn dikarin wê li ser gulan daynin û tu xisarek biçûk jî negihînin wan.
Edoyê Sivik lê Bargiran
21-
Ji Muxtarulseltenê ra gotin: li Têhranê, mast pir buha bûye. Wî ferman da ku erzan bikin. Pištî demekê kurt Muxtarulsetene kete dikaneke Têhranê û wek mišterîyeke normal, dewa mastê jê kir.
Mastfiroš ku wî nas nekiribû, jê pirs kir: mastê ku tu dixwazî, çi cure be?
Mastê baš yan mastê Muxtarulseltene!
Wî matmayî derbarê her du cureyên mastê, pirs kir.
Mastfiroš got: mastê baš, heman mast e ku ji šîr tê girtin, tê da av tine ye û bi buhayê ku em xwe hez dikin, tê firotin.
Mastê Muxtarulseltene jî ev dewê ber dikanê ye ku ji nîvî zêdetir av e, yê mayî jî Mast e û em wê bi buhaya ku Muxtarulseltene gotîye, difrošin. Tu kîjanî dixwezî?!
Muxtarulseltene ferman da ku mastfiroš bibin û li pêšîya dikana wî, serkelle darda bikin û doxîna šapkê wê li dora kembera wî mehkem bišidînin. Pašê hemû mastên nebaš ji delinga wî berdine nav šêpik û wî hema wisa bihêlin cîda ku giš ava nav mastê ji šapikê wî dilop dilop derkeve derveyî šêpik!
Dikandarên din ku bi vê yekê hesyan, bihecîn û hemû mastên xwe xistin nava torbeyan !
22-
Van 4 tištan tu carî jibîr mekin:
Hûn nikarin alîkarîya hemû kesî bikin
Hûn nikarin her tištî biguherînin
Hemû kes, dê ji we hez nekin
Hûnê nikaribin hemûyan razî bihêlin
Loma jî bi her awayê ku hûn bixwe hez dikin, bijîn
Edoyê bîrKER
23-
Ji mezinekî/ê ra gotin:
Tu jibo terbîyeta Zarokên xwe çi dikî?
Wî/ ê got: Tu tišt…….!
Gotin: meger dibe?
Naxwe çima Zarokên te wisa (ewqas, hiqas)baš in?
Jê wegerand: Ez di terbîyet û perwerdeya xwe da mijûl bûm ku bikarim ji wan ra jî bibim sembolekî/ê çê (baš, qenc, rind).
Zarok, tenê rastîya gotin û durustîya kiryarên dêbavê xwe dibînin nek bike-neke’yên wanî beredayî û bêwate ku bixwe jî bawerîya wan pê tine ye…….
Edoyê Bêterbîyet
24-
Giš ava oqyanûsê jî nikarin belemekê, noqî avê bikin, meger av xwe bigihîne nav belemê.
Merivên menfî (neyênî û fikirxirab) jî nikarin, we biçûk bixin û heqaretê li we bikin neku hûn bixwe bihêlin, ew bikevin hundurê (nava) we.
Edoyê Qulqulî
25-
Heke tu dikî bifirî,
Bi eyloyan ra hevaltîyê bike
Nek bi mirîškan.
Edoyê hEYLOdilo
26-
Charlie Chaplin:
Pištî temenek feqîrî û belengazî, ez dewlemend û binavûdeng bûm û min têderxist ku (ez pêhesyam ku),
Bi pere, seet tê kirîn,
Lê dem, na.
Meriv dikare pê meqaman bikire,
Lê rêz û hurmetê, na.
Meriv dikare pê pirtûkan bikire,
Lê zanînê, na.
Dikarî dermanê pê bikirî,
Lê silametîyê, na.
Dikarî pê nivînan bikirî,
Lê xewê, na.
Erzîša merivan, bi malhebûna wan nîne,
Bi merîfeta wan e.
Edoyê ÇeloXWErê qašoMEriv
27-
Xwendin, bihêztirîn sîleh e ku hûn dikarin jibo guhertina Cîhanê wê bikarbînin.
Nelson Mandela
Edoyê Netutišt
28-
Ez jin im,
Hindî ku navê min di çêr, dijûn û xeberên pîs da tê bikaranîn
Hema (Qe ne) nîvê wê jî di helbest, çîrok û wêjeyê da naye bikaranîn!!!!!!!
Edoyê SerJinikê BiHecî
29-
Keskesor, di rastîyê da ne kevanokî ye belke wek çembereke temam e.
Dema meriv ji erdê lê mêze dike wiha kevanokî tê xûyan lê dema meriv ji nav balafirekê lê binêre Keskesor tam çemberkî tê dîtin.
Edoyê Berjêrê Al-çax
30-
Millet yan netewa ku bi herî kêm razî û îqna bibe,
Dê zilm û zora herî zêde Lê bibe!
Edoyê KERêKorêLal
31-
Ji xelkê hemû cîhanê pirsîn ku dîtina we li ser “kêmasîya xwerin ” di dewletên din da, çî ye…..?!?
Tu kes bersiv neda
Çimku xelkê Afrîqayê nedizanîn ka” xwarin” çî ye!
Xelkê Asîyayê nedizanîn ka “dîtin” çî ye!
Xelkê Ewrûpayê nedizanîn ka ” kêmasî” çî ye!
Xelkê Amerîkayê jî nedizanîn ka ” dewletên din” çî ye!
Ev biwatetirîn nivîsarek bû ku min heya niha xwendibû!
Edoyê NejErdê
32-
3 tišt îdî tu car venagerin:
Dem, Gotin û rewša ku em niha tê da ne
Nabe ku em van 3 tištan tu car ji dest bidin:
Hêdîbûn û aramî û Hêvî, Rastî
3 tišt hene ku tu car sedîsed û misoger nînin:
Šans, Serketin û Xeyal
2 tišt pir biqîmet in:
Xwebawerî û Hevalên rastîn
Edoyê Bêtištmišt
33-
Eger hûn nikarin bifirin, naxwe birevin
Eger hûn nikarin birevin, naxwe bimešin
Eger hûn nikarin bimešin, naxwe çelepîko herin
Hûn çi dikin, bikin
Lê divê hûn ber bi pêš biherikin
Martin Luther King
Edoyê Cîda Matmayî
34-
Divê jibo we, kesayetî, ji dîtin û fikra xelkê, pir pir girîngtir be…..
Çimku kesayetiya we
Gewhera hebûna we ye lê ya din…..
Tenê dîtin û fikra wan e li ser we…..
John Wooden
Edoyê Bêguh
35-
Zarokên ku di sala 2017’an da , jidayik dibin îdî pêwîstiya wan bi destûra ajotinê (Tesdîq) tine ye,
Li gor pêšbîniya zanîyaran, erebeyên jêhatî, herî dereng dê di 10-15 salên bê di piranîya dewletên cîhanê da, werin bikaranîn.
Edoyê BêDestûr
36-
Gotinên pêšîyan:
Tu min bixwurînî, ezê te bialêsim……..
Belkî hemû kevirên ber piyê we bibin penêr
Edoyê Gurrû
37-
Peydakirina dost û hevalek qenc di bazirganîyê da, pir pir baštir e ji damezrandina ticareteke li gor pêwendîya dostane.
John D. Rochefellr
Edoyê Tucar-Dost
38-
Nabe Šašîyeke baš, ji dest were berdan.
Belke divê tištên baš jê were fêrbûn!!
Robert Toru Kiyosaki
Edoyê ŠašBaš
39-
Tom Enders, midûrê gîštîyê Airbus’ê, di civîna teknolojîya dîcîtal ya ku li Mûnîxê da lidarket, da zanîn:
Airbus, dê heya dawîya vê salê, yekemîn nimûneya erebeya xwe ya firok jibo jiholêrakirina pirsgirêka tirafîkên bajarên mezin, bifirîne esman.
Edoyê Firfirok
40-
Bihêztirîn malhebûna me, zên û hišê me ye.
Eger baš perwerde be
Dikare serwet û samaneke mezin ji me ra bîne.
Robert Kiyosaki
Edoyê Zênê Kesîb
41-
Tu ku nahêlî yên qešmer, kotî û elewat bikevin mala te, naxwe çima dihêlî bikevin nav fikra te?!!
Edoyê Qešmer
42-
Xemgîntirîn tišt li cîhanê ew e ku piranîya merivan tenê bi gotina ” ez nikarim” pir pir hêsan, xwe bêkêr, tiral û nešîyaw, dikin……
Edoyê Dikarim
43-
Hemû sebeb û delîlên ku “Çima Nabe” jibîr bike!
Bawerîya xwe, tenê bi delîla “Çima Dibe” bîne!
Edoyê BelaSebeb
44-
Hinik caran, xirakirin û hilwešandina piran, ne xirab e, çimku ev yek dibe sebeb ku hûn cardin venegerin cihê ku ji serê ser da, pêwîst nebû hûn nigê xwe bavêjin wûr.
Edoyê Hilwešîner
45-
97% tištên ku hûn jê ra nîgeran û nereht in, tu carî naqewimin!
Rojên xwe jibo van Tu Caran( tištên ku tu caran naqewimin) reš û tebah nekin.
Edoyê HerCarî
46-
Xizmê lap lap dûr:
Jîyan, fêrî min kir ku:
Tenê tiršî ye ku bi derbasbûna demê ra, çêdibe!
Tištên din, di heman kêlîyê da, bi dirafan çareser dibin!
Edoyê Me’deTirš
47-
Dema xwe bi širovekirinê, heder nedin……
Xelk, tenê tištên ku dixwazin bibihîzin, dibihîzin!!!!
Paulo Coelho
Edoyê Širrr o ve Kerrrr
48-
Eger hûn nikaribin di wexta ku hûn xewê da ne, rîyek ji perederxistinê ra bibînin…..,
Naxwe hûnê heya mirina xwe, bixebitin….
Warren Buffett
Edoyê Pîs Razayî
49-
Eger hûn ji kesekî/ê hêrs bûn, we jê nefret kir û we dil kir ku telafî bikin, baštirîn rêya tolhildan û heyfvekirinê ew e ku hûn wek wî/ê nebin!
Marcus Aurelius Antoninus
Edoyê NifirKer
50-
Eger kesek wisa zanibe ku di jîyana xwe da, tu šašîyek nekirîye
Ew tê wateya ku ew di jîyana xwe da, tu hewlek nedaye.
Albert Einstein
Edoyê Šašo Pašo
51-
Tu car ji yên ku li dijî we ne netirsin
Belke ji yên ku bi we ra ne lê qet newêrin vê yekê bêjin we û ditirsin ku wê bînin zimên, xof bikin.
Napelon
Edoyê BiHecî
52-
Ji Napoleon Hill, pirsîn:
Xelk jibo gihîštin bi armancên xwe, pištî çend car šikestxwarin, dev jê berdidin?
Hill, pir li ber xwe ket û got: Mixabin kêmtir ji carekê.
Mixabin Ku piranîya xelkê, berîya ku tištek biceribînin, dev jê berdidin.
Ew jîyaneke baštir dixwazin lê bi gotina ” nikarim” xwe disekinînin.
Edoyê PašdaSekinî
53-
Bi Rûništin û xwezî-xwezî kirinê, tu nagihîjî derekê (bi xwezîyan destê merivan nagihîje baxê kezîyan),
Jibo bidestxistina tištên ku dixwazî, divê tu gavan bavêjî.
Edoyê GAVan
54-
Tu car teslîm nebe, di Satrencê da, serbazê peya, eger heya dawîyê bidomîne, dibe Wezîr.
Edoyê WezîrGizîr
- Felsefeya Gotinên Navdaran û yên Nav Daran - 25/01/2017
- Gelo Minminîk, Dikare Tofanê Rake? - 24/01/2017
- Nûtirîn Keşfên Nasa’yê - 24/01/2017