Felsefeya Îslamê ya Serdema Navîn

Felsefeya Îslamê ya Serdema Navîn

Felsefeya Îslamê ya Serdema Navîn

Sedemên derketina holê ya vê felsefeyê

1- Sedemên Navxweyî

a) Hebûna Qûr’anê: Hebûna hindek ayetên ku rê li fikirîn û zanînê vedikin.

wek mînak: ” (Ya Hebîb) bibêje wan: – Qet yên zana û nezan dibin wek hevdu? Ancax, mirovên xwediyê aqlên gihaştî dikarin bifikirin.” (Ayeta Zumer- 9)

b) Hedîs: Bi gotinên xwe Hz. Muhammed rê li fikirîn û zanîna mirovan vekiriye.

wek mînak: “Zanist, malê mirovan yên wenda ye. Li kû bibîne, dikare hilde.”

“Sedeqeya herî baş, fêrbûna zanistê ye û piştra jî, fêrkirina birayên xwe din yên misilman e.”

c) Kelam: Kelam, gotina Xwedê ye. Armanca Kelamparêzan, sîstematîzekirina Qûr’anê ye. Ji bo têgihiştina Qûr’anê, pêdivîya lekolînan û fikirînê.

2- Sedemên Derveyî

1- Bi dadana dibistana Atînayê re, ber bi erdnîgera îslamê ve rêva  ramanweran.

2– Bi awayekî sîstematîk xwesteka xwederbirîna felsefeya îslamê.

3- Wergerandina berhemên girîng yên felsefevanên yewnana antîk.

Mijarên felsefeya îslamê yên Serdema Navîn

1- Wesfên xwedê

2- Ayetên Qûr’anê

3- Hedîs

4- Wateya jiyanê

5- Rêyên jiyana rast

6- Serbestîya îradeyê û hwd. in.

Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn, bi wergerandina berhemên yewnana antîk re, berfireh dibe. Dema ku mirov vê felsefeyê bi felsefeya fileh re rûberû dike, mirov dibîne ku ev felsefe, felsefeyeka gelekî pirreng e.

Dîrokzanên felsefeyê vê yekê wiha şirove dikin: “Hege Serdema Navîn li rojavayê tarîtiyeka ku bi hezar salan berdewam kiriye be; cîhana îslamê, di vê tarîyê de çavên birqok yên pisîkeke ne.”

Felsefeya îslamê ya Serdema Navîn di bingeha xwe de li ser du pirsgirêkan rawestiya ye ku ev pirsgirêk jî pirgirêka îrade û kelamê ne.

Derheqê babeta serbestîya îradeyê de du nêzîkayîtêdan hene:

1- Qaderîye

2– Cebrîye

Li gor nêzîkayîtêdana Qaderîyeyê, mirov di kirin û tevgerên xwe de serbest in. Ji ber ku mirov afiranderên tevgerên xwe ne û ew bi xwe wiha dikin, ji tevger û kirinên xwe berpirsiyar in û divê ji encamên tevgerên xwe jî berpirsiyar bin.

Li gor nêzîkayîtêdana Cebrîyeyê jî, mirov di kirin û tevgerên xwe de ne serbest in û wekî hemû tiştî, kirin û tevgerên mirovan jî girêdayê îradeya îlahî ye. Ji ber ku ji bilî xwedê heyînek din yê xwedîîrade tune, di tevgerên mirovan de rolekî wan jî tune. Ji bo mirovan, mirov nikare behsa serbestîyê bike, hemû tişt bi xeta qederê têne destnîşankirin.

Pirsgirêka duyemîn jî, li ser kelamê ye. Gelo bi rêya aqil şirovekirina Qûr’anê gengez e yan na?

Du tevgerên ku bersiva vê pirsê dane hene:

1 Mutezîle

2- Eşarîye

Mutezîle wiha diparêze ku bi rêya aqil, şirovekirina Qûr’anê gengaz e. Mutezîleparêzan dilêrîneka serbest ya felsefeyê parastine. Mutezîleparêzan, li ser tiştên ku divê em îmana xwe bi wan bînin û li ser tiştên divê ku em îmana xwe bi wan neynin rawestiyane û li van babetan hûr bûne. Li gor bawerîya Mutezîleparêzan xwedê, tekane afirander û heyînê afirander yê ezelî ye. Li dijê baweriyên deraqil derketine. Wiha bawer kirine ku mirov bi xwe dikarin, kirin û tevgerên xwe biafirînin û ev yek, ne girêdayê qederê ye.

Tevgera Eşarîye jî, wiha diparêze ku bi rêya aqil şirovekirin û têgihiştina Qûr’anê ne gengaz e û yê xwedîbandûr, ne aqil e; ol û îman e. Zanayîya mirov qebûl nakin, li dijê hemû zanayîyên ku bi îmanê re nakok in, derdikevin. Hemû tiştan bi îradeya îlahî ve girê didin. Herî zêde, di sedsala 10 an de bandûra wan hebû.

Wek tevgerek felsefî û bi terzê yewnan Meşşaîparêzî

Meşşaîye, navê wan koma fîlozofa ye ku bi bandûra Arîstoteles felsefeya xwe hilberandine. Ji ber ku Arîstoteles li derve digeriya û dersên xwe wiha dida, ji vê yekê re perîpatos tê gotin ku erebîya vê peyvê, meşşaîye ye.

Meşşaîyeparêz bawerîya xwe bi aqil anîne û wiha parastine ku mirov bi rêya aqil dikare têbigihêje Qûr’anê û hemû tiştên ku di ol de bi awayekî rast hatine vegotin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibêje ku ew rasyonalîst in. Nûnerên vê tevgerê yên sereke li rojhilatê El Kindî, Farabî, Îbnî Sîna û li rojavayê jî Îbnî Ruşd e…

1- El Kindî (801-873)

 El Kindî wek fîlozofê yekemîn yê felsefeya îslamê tê dîtin. El kindî hewl daye ku zanayîyên Îslamî û felsefeya yewnan ya berê bigihîne hevdu û sentezeka wan çêke. Ji bo vê yekê jî li ser wergerên ewilî rawestiyaye û carekê din li wan hûr bûye.

Li gor bîr û bawerîya El kindî Qûr’an û felsefe, heman rastiyê vedibêjin û di navbera wan de tu nakokî tune nin. Sebebê yekemîn yê hemû heyînan xwedayê bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

Hemû tişt bi îradeya wî çêbûne û bi îradeya wî wê carekê din ji jolê rabin., ango dîsa wê bi îradeya wî dawîya wan were. Li gor bawerîya El Kindî, ji ber ku yên tevayî (yên tumel) nayên bihîstin, ew aqlî ne. Navê wî yê rasteqîn Ebū-Yūsuf Ya’kūb ibn Ishāk el-Kindī ye û li rojavayê  bi navê “Alchindus” tê naskirin.

Berhemên wî li jêr in

1- Risale fil Akl

2- Risale fi Mahiyyetin Nevmi ver Ruya

3- Risale fil Cevahiril Hamse

4- Risale fil illetis Selci vel Berdi vel Berki ves Savaiki ver Radi vez Zemherir

5- Risale fiş Şuaat

6- Risale fi İhtiyaratil Eyyam

7- De İntellecto Secondum Aristoteles et Platonem

8- Risale fi İhtilafil Manazır

9- Fi Marifeti Kuval Edviyetil Murekkebe

2- Farabî (870-950)

Farabî ji ber ku bi pirranî li berhemên Arîstoteles hûr bûye, bi navê mamosteyê duyemîn (Muallim-i Sani) hatiye naskirin. Li ser matematîk, fizîk, astronomî, tip, biyolojîyê xebitiye. Li gor bîr û bawerîya Farabî, ol û felsefe ji hevdu nayêtin veqetandin.

Farabî vê bawerîya wiha anîye ziman: “Rasteqînî, nabe ku li dijê rasteqînîyê be.”

Bi têgeha “heyîna bivênevê” xwe nêzîkê babeta heyînê dike. Li gor bawerîya Farabî heyîna herî gewre û rasteqîn, xwedê ye. Çimku hebûna xwedê, ne girêdayê tu tiştî ye. Hilik û xwehebûnkirina xwedê, yek e. Ji bilî xwedê tu heyîn, nikarin ji ber xwe ve, xwe bikin heyîn. Çimku ew hebûna xwe, deyndarê heyîneke din in.

Farabî di teorîya xwe ya “Yên Aqilmend” de dibêje ku di pêşîya xwedê de di destpêkê de aqlekî yekemîn derketiye holê û ji vê aqlê, bivênevê; aqlekî din der çûye, giyan û asîman çêbûne.

Di warê şirovekirina bûyerên xwezayê de teorîya Arîstoteles ya “Madde û Formê” dipejirîne. Li gor ramana Farabî, sedemê hemû heyînan xwedê ye û hemû heyîn ji xwedê wek aqil der çûne û heyîna ku herî zêde ji xwedê dûr e jî, madde ye. Wezîfeya mirovan jî, divê ji maddeyê xwedûrkirin û ji bo nêzîkbûna xwedê, zelalkirina rih be.

Li gor dilêrîna Farabî, bextewarîya civakî encax bi rêya rasteqînîyê ku hilbera aqlê pratîk e, rastî û başîyê, dikare pêk were. Farabî wisa dixwaze ku bi rêya aqlê pratîk, hem mirovên desthilatdar û hem jî yên ku têne birêvebirin, xwe bigihînin civaka îdeal ya xwedîerdem. Hêmanên vê civaka îdeal ya xwedîerdem, di berhema xwe ya utopîk de ku navê wê “Bajarê Xwedîerdem” e, destnîşan kiriye. 

3- Îbnî Sîna (980-1037)

Îbnî Sîna li rojavayê bi navê ‘Avicenna’ tê naskirin û li cîhana îslamê jî jêre dibêjin ‘Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî serokê Fîlozofan.’ Îbnî Sîna jî wek Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiya ye.

Îbnî Sîna jî wek Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê xwedê heye. Ji xwedayê ku heyînek rasteqîn û  bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne.

Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje ‘aqilê çalak.’

Mirov di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û bawerîya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirov e, ber bi aqil ve qesidîna mirov e.

Îbnî sîna hewl daye ku ya felsefe û olê li hev bîne. Gelekî girîngîyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.

Berhemên wî yên sereke ev in. 

1– El-Şifa

2– El-Kanun fi’t-Tıp (Zagona Tipê)

3– El-İşaret ve’t-Tenbihat

4- El-Necat

4- Îbnî Rûşd (1126-1198)

Îbnî Rûşd, di Serdema Navîn de wek damezranerê Arîstoparêzîyê tê dîtin û li gor bîr û bawerîya Rûşd, Arîstoteles tekane fîlozof e. Li gor bawerîya Rûşd, hege mantîqa Arîstoteles tunebûna, wê demê ne zanist û ne jî zanayî, ne gengaz bûn.

Îbnî Rûşd, berhemên Arîstoteles şirove kiriye û bi awayekî taybetî wan rave kiriye. Mirov dikare bibêje ku rojava, ya Arîstoteles bi saya xebatên Îbnî Rûşd nas kiriye. Îbnî Rûşt wiha parastiye ku hemû tiştên di ol de ne, mirov dikare wan bi aqil îsbat bike. Li gor ramana Rûşd, madde û zeman, bêdestpêk û bêdawî (ezelî û ebedî) ne, ango eternal in. Ango, dibêje ew her hebûn. Dîsa dibêje ku hege livdarî tunebe, zeman nikare were fikirîn. Îbnî Rûşd, wisa bawer dike ku rih bêmirin (zindebar e) e, lê ‘rihê mirov’ ezelî ye. Di berhemên xwe de li ser lihevkirina ol û felsefeyê û li ser hevnegirtîya felsevanan rawestiya ye.

Navê çend berhemên Îbnî Rûşd

al Kulliyat fil- tiib (di 36 salîya xwe de), al-Şarh al-şagır bi’l cuz’i -yat va’l hayvan (di 43 salîya xwe de), al Şarh al-vasat l’il tabiiya va  tahlilat al ahira (di 44 salîya xwe de), Şarh al-sama va’l alam (di 45 salîya xwe de), al-Şark al-sagır li’l faşaha va’l şir yol -vasat İi ma’ba’d’tabi’a (di 49 salîya xwe de), al-Şark al vasat li’l ahlak (di 51 salîya xwe de), Ba’z acza min maddat al acram (di 53 salîya xwe de), al -Kaşf’ an manahic al-adilla (di 54 salîya xwe de), al-Şarh al-kabir li’l-tabi a (di 61 salîya xwe de), Şarh Calinus (di 68 salîya xwe de), al Mantiq (di 71 salîya xwe de)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin