Felsefeya Kurdî

Felsefeya kurdî, divê di civaka kurdî de herdem zindî be û bijî. Nexwe ne pêkan e ku em karibin xwe bigihînin asta cîhanê ya îroyîn. Ji ber vê yekê jî, barê vê yekê herî zêde dikeve ser milê wêjekarên kurd û heke ew çawa ku bala xwendevanan didin ser wêjeyê, hebekê jî bidin ser mijarên felsefî, dê gelek baş û sûdewer be. Di warên felsefî de, mixabin kêmasiyên me gelek in. Lewma jî, her hewar û qêrîna min e. Çimku ez baş dizanim heta ku felsefeya kurdî bi pêş nekeve, dê aliyekî wêjeya kurdî jî kêm bimîne.
Bi hêviya ku em jî rojekê xwe bigihînin wê asta felsefî ya cîhanê.
Ali Gurdilî
[email protected]
27.02.2016
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021