Felsefeya Zanayiyê ya Platon

Felsefeya Zanayiyê ya Platon

Felsefeya Zanayiyê ya Platon (B.Z.427-347) 

Platon di serdema pêşîn de yek ji wan fîlozofên girîng e û bi rêya diyalogên xwe, xwestiye ku sistemeka zexim ava bike.

Mirov dikare felsefeya Platon ya zanayîyê wiha şirove bike: 

1- Platon wiha bawer dike ku zanayî, ji zayînê ve tê. Ango wiha bawer dike ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne. Di vê baweriya xwe de nemaze ji nêrîna Sokrates ya reenkarnasyona rih ketumet bûye û vê nêrîna wî ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye.

2- Platon wiha bawer dike ku giyan (rih) berê cîhana îdeayan dîtiye û carekê din zivirîye dinyayê. Tiştên ku ji bîr kiriye jî, di dema jiyana wî de têne bîra wî.

3- Teorîya wî ya bîranînê, xwe disperê teorîya wî ya du cîhanan. Cîhana fizîkî ya ku em têde dijîn, di esasê xwe de cîhaneka qelp (qopî) e û texlîdê (qopîya) cîhana forma (îdea) ye. Form, şeklê herî baş (îdeal) ya heyînê ye. Heta ku afirander jî, vê dinyayê li gor van forman afirandiye. Hemû heyînên li vê dinyayê, qopîyên dinyaya îdeaya (forma) ne.

4- Forma her heyînekî/kê heye. Heta forma heyînên razber (soyut) jî heye. Çawa ku îdeaya darê, pelê û ya rengê sor heye, ya başî û edaletê jî heye. Hemû zindîyên vê dinyayê, para xwe ji îdeayê distînin û ji bo ku bikaribin bigihêjine wê, di nav hewl danê de ne.

5– cîhana îdeayan ji bo ku bi sehekan nayê têgihiştin, bi aqil têne zanîn. Çimku sehekên me bi texlîdên wan re rûbirû dibin û texlîdê wan dibînin. Ji ber vê yekê jî sehekên me, nikarin bigihêjin cîhana îdeayan. Lê dikarin hindek delîlan bidin me û ji ber vê yekê jî sûdmend in (ango, bi kêrî me têtin). Bi tenê bi saya aqil mirov dikare xwe ji cîhana sehekî rizgar bike û bigihêje cîhana îdeayan (forman).

6– Platon zanayîyê dike sê beş:

1- Zanayîya rast

2- Zanayîya çewt

3- Bawerî

Bawerî di navbera zanayîya rast û zanayîya çewt de ye. Zanayîya rast, zanayiya heyînên rasteqîn (zanayîya îdeayan, zanayîya forman) e û zanayîya çewt jî, zanayiya ku bi rastî tune nin, ne.

7- Li gor bîr û bawerîya Platon tegihîna sehekî, zanayîyên çewt didin me. Cîhana sehekî, her dem di nav têkiliyekê de tê têgihiştin û zanîn. Em dikarin bo nesneyekî bibêjin ku ew zer e, sor e, bêhna wê xweş e an jî hişk e. Belam ev yekên ha, wesfên wê nesneyê ne û bi serê xwe wan nesneyan ranaxin holê. Ji ber vê yekê jî zanayîya rast, ji têgîhînê (algiyê) dernayê.

8– Nexwe, zanayî ew daraz e ku bi rêya aqil û delîlên wê tê hilberandin. Darazên bi vî rengî, zanayîyên forman (îdeayan) diguncînin. Herweha zanayî ne zanayîya yeko yeko ya nesneya ye, ya qada wan ya tevahî ye.

Çend taybetmendiyên cîhana îdeayên Platon

1- Bêdestpek û bêdawî (ezelî û ebedî) ye.

2- Mitleq e.

3– Raserî sehekên me ye.

4– Nayên guherîn.

5– Ne girêdayê demê ye.

6- Bi çavan nayê dîtin.

7– Bi aqil tê têgihiştin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin