Ferasetparêzî û Nûnerên Wê Yên Sereke

Ferasetparêzî û Nûnerên Wê Yên Sereke

Ferasetparêzî/Entuîsyonîzm û Nûnerên Wê Yên Sereke  

Di babeta zanayiyê de, ferasetparêzî jî yek ji wan tevgerên sereke yê felsefeyê yê. Her tevgereka felsefî/ramanî, li gorî dîtinên xwe çavkaniyên zanayiyê eşkere kirine û xwestine ku van çavkaniyan bipeyîtînin. Herweha tevgerên ku li dû hevdu hatine jî, di destpêkê de yan tevgera berî xwe rexne kirine, yan jî zanyariyên wan ji bo damezrandina felsefeya xwe bikar anîne. Di tevgera ferasetparêz de jî, mirovî dikare behsa du feylesofên sereke bike, ku yek Henrî Bergsonî ye û yê din jî, Îmamê Xezalî ye.

Ê baş e, bingeha ramanî ya ferasetparêzan çi ye gelo?

Henri Bergson (1859-1941) li hemberî qurama/dozîneya aqilperest, qurameke ku xwe dispêre ferasetê/pêhesiyê ava kiriye. Li gor bîr û baweriya Bergsonî, aqilê mirovî rasterast zanayiyê nadine mirov û ya ku tekane bikaribe vê yekê pêk bîne jî, feraset/pêhesî ye.

Li gor ramana Bergsonî, em ancax bi yên ku rasterast bi rêya ferasetê  tên dikarin bizanibin. Lewra li gor ramana Bergson aqil, livdarî û zîndetiya zanayiyê nade, lê zanayiyan dixe nav cendereyeke û wan statîk dike. Bergson zanayiya zanistî înkar nake, lê vê zanayiyê wekî tekane zanayî jî nabîne. Lê jiber ku ev zanayî rasteqîniyê di nav avahiyekê de vediguhezîne, wê napejirîne. Çimku bi vî awayî, em bi tenê dikarin bi wesfên wanekan/nesneyan yên xwiyakirî bizanibin.

Belam, ancax bi rêya ferasetê ye ku em rasterast têdigihêjin hilika/naveroka wan. Dema ku ev zanayî, bi zimên were derbirîn û bi têgehan were vegotin, wê demê mirovî dikare bibêje ku ev zanayî, zanayiyek rasteqîn e. Di dawiyê de Bergsonî dibêje ku ‘li cem mirov du behre hene; ew jî yek zêhn e û ya din jî navajo ye.’

Feraset jî, yekîtiya wan du behreya ye û tiştê ku feraset/pêhesî nîşanî me dide, herîkîna jiyanê ye. Feraset, vê yekê bi derbekî de bi me dide têgihiştin.

Li gorî bîr û baweriya Xezalî jî, di babeta hilberîna zanayiyê de feraset rêya herî ewle û yekda ye. Ji bo bidestxistina zanayiyê, mirov hem dikare aqilê xwe û hem jî, dikare sehekên xwe bikar bîne. Lê ev yek zanayiya rasteqîn ya heyînê nadin mirovî. Zanayiya rasteqîn û rast, encax bi rêya ferasetê dikare were bidestxistin.

Xezalî ji vê yekê re gotiye ku ev, çavê dil e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.04.2014

Jêder

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/ferasetparezi-entuitisyonizm.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin