Xezalî Ji Bo Çî Felsefeyê Rexne Kiriye?

Xezalî Ji Bo Çî Felsefeyê Rexne Kiriye?

Xezalî Ji Bo Çî Felsefeyê Rexne Kiriye?

Di ramana îslamê de di warê teorîya zanayîyê de lêkolîna herî balkêş, ya Gazalî (1058-1111) ye. Gazalî pirsên wekî: “Em çawa dikarin xwe bigihînin zanayîya misoger?” “Gelo em dikarin di kîjan qada zanayîyê de behsa misogerîyê bikin?” “Gelo, felsefe û metafizîk, zanayîyên misoger in yan na?” “Zanayîyên ku em wan bi saya sehekân û aqil bidest dixin, gelo ew çiqasê zanayîyên misoger in?” û hwd. pirsî bû û xwestibû ku bersiva van pirsan bide. Di temenekî ciwan de navdar bûye û piştî demekî ji nêrînên felsefî û rêyên çareserkirinê yên felsefeyê ketiye gumanan û ji van çareserkirinan dûr bûye, ber bi tesewuf û ramana mîstîk ve qesidiye. Guherînên ku di ramanên wî de pêk hatine jî wan di berhemên xwe de vegotiye. Gazalî berîya her tiştî, di zanayîyên me de li misogeriyê digere.

Derheqê matematîk û mantiqê de zanayiyên ku ji layê gelek kesan ve têne pejirandin, dide me. Misogeriya van zanayiyan, ji sînorkirina qada lêkolînên wî tê. Digel vê yekê Gazalî dibêje ku metafizîk ku qadeka felsefeyê ye; di derheqê heyîn, xwedê, mirov, rihê mirov, têkiliya mirov û xwedê û di babeta wateya jiyana mirov de zanayîyên misoger (zexim) nade me. Lewra, di nava fîlozofan de derheqê van babetan de lihevhatinek tune û her yek di derheqê heman babetê de fikrekî cihêreng tîne ziman.

Gazalî rexneyên xwe yên ku di derheqê zanayîyê de ne, ji sehekan dide destpêkandin û dibêje ku sehek dikarin mirov bixapînin. Bi rêya aqil ji gihêjtina rastiyên misoger, gumanê dike û vê yekê, bi vekolandina nêrînên fîlozof, kelamzan, batinî û mutasawufan pêk tîne. Bi dijwarî fîlozofan rexne dike. Gazalî dibêje dema aqil hewl dide da ku bikaribe bersivên pirsên felsefe û metafizîkê bide, bi xwe re dikeve nakokîyê û aqil nikarê rêyên çareserkirinê yên derbasdar bibîne. Herweha, dibêje yên ku dixwazin yekîtîya aqil û îmanê pêk bînin an jî wan lihev bînin, ew çewtiyan dikin û ne serkeftî ne. Li gor bîr û bawerîya Gazalî ramana <aferîşê> ya di ol de, bi rêya aqil nikare were şirovekirin. Gazalî ji rexnekirina zanayîyê û aqil dest pê kiriye, lê ji vê felsefeyê derbasê felsefeyeka nû nebûye. Bi guman (bi şik) nêzîkê zanayîyê bûye û ber bi ol û îmanê ve qesidiye. Xwenêzîkkirina wî ya olê, bi tesewufê digihêje qonaxa xwe ya dawî.

Li gor bîr û bawerîya Gazalî di navbera aqil û îmanê de cîhek heye û di demên teng de mirov dikare xwe bigihîne wir, ku ev der jî tesewuf e. Bi awayekî misoger aqil û îmanê ji hevdu veqetandiye û îmanê hilbijartiye. Li gor nêrîna fîlozof jiyana exlaqî, ji bilî xwesteka gihêjtina xwedê û amedekariya gihêjtina heqîqetê, ne tu tişt e. Mirov di jiyana xwe ya exlaqî de, hege ji xirabiyan dûr bibin û bixwazin xwe bigihêjînîn heqîqetê; bi rêya evînê (hezkirinê, eşqê) dikarin bigihêjin yekîtiya xwedayî. Gazalî bi vê ramana xwe re bandûreka mezin, li felsefeya rojavayê kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin