Pêşbiniya Sokrates û Platon
Gelo Sokrates û Platon, Du Fîlozofên Fileh Yên Beriya Hz. Îsa ne?
Di dadgehê de Sokrates tilîya xwe ber bi asîmanan ve ba dike û dibêje ku piştî mirinê, dê ez ê herim wir. Çimku cîhana mayende ew cîhan e û ez ê li wir bijîm. Piştra, şagirtê wî Platon tê û teoriya xwe ya Îdeayê ava dike, ku bingeha vê teoriyê jî, ramanên Sokrates in. Platon dibêje du (2) dinya hene: Ya rasteqîn û ya qelp. Dinyaya ku em têde dijîn, dinya sehekî/qelp e. Tê guherîn û nema weke xwe dimîne. Lê ya ku mayende û naguhêr e, cîhana îdeayê ye.
Dema ku Platon vê teoriya xwe ava kiriye, Îsa Mesîh hê nehatibû dinyayê. Lewma jî fîlozofên fileh yên pêşîn, hewl dane ku ramanên Platon û dazanînên filehtiyê lihev bînin û wisa bidin zanîn. Lewma jî piştî demekê, hinek fîlozofan ji Sokrates û Platon re gotine ku ew, du fîlozofên fileh yên beriya Hz. Îsa û mizgînberê filehtiyê ne.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
07.11.2014