George Wilhelm Friedrich Hegel

George Wilhelm Friedrich Hegel

Ji bo hilberandina/bidestxistina zanayiyê, ti cudahiya aqil û ezmûnê tune. Ew zanayiya ku dibêjin ji ezmûnê te, ew jî ji aqil têtin û naverokeka zêhn yan jî hiş e. Bi gotina zêhn yan jî hiş mebesta me, aqilê gerdûnî (Geîst) ye. Geîst yan jî aqilê gerdûnî, xwe bi xwezayê re bi awayekî dijber raxistiye holê. Geîst yan jî aqilê gerdûnî, ji bo derketina holê ya zanayiyê, gelekî girîng e. 

Aqilê gerdûnî (Geîst) di xwezayê de xwe bi aqilê mirovî dide der. Aqilê gerdûnî a ku di xwezayê de û li cem mirov deng vedide, di pêvajoyeke dîyalektîkî de dixwaze ku were zanîn û naskirin. Ji ber vê yekê jî yên aqlî, rasteqîn û yên rasteqîn jî aqlî ne. Erka felsefeyê jî di zêhna mirovî de derxistina holê ya aqilê gerdûnî ye. 

Zanayî, têgînî ye û gelekî zêde razber e. Ji ber vê yekê jî têgeh di maweyeke dîyalektîkî de, di têkiliyeka, tez, antîtez û sentezê de bi pêş dikeve û di vê pêşketinê de ji nakokî û dijberên ku di naveroka wê de ne, xwe xilas dike. 

Lê pêşveçûna têgehê ya dîyalektîkî, bi serê xwe tenê ne besî derxistina holê ya heqîqetê ye. Bi awayekî nekêm ji bo ku heqîqet bikaribe derkeve holê, divê aqlê gerdûnî jî bigihêje bîra -hişa, şiûra- xwe û xwe ji hemû nakokiyan rizgar bike. 

Rastiya tiştekî girêdayê hevgirtina wê ya bi sîstemê re ye. Lewra sîstem ji zanayiyên sehekî dest pê dike û heta asta saf ya aqil, dereceyên rastiya zanayiyê radixe holê. Ji ber vê yekê jî rastiya zanayiyeke ew e ku bi sîstemê re hevgirtî be. Geîst ji bîra kirdewar dest pê dike û ber bi bîra nesnel ve û ji wir jî ber bi bîra mitleq ve dihêre. 

George Wilhelm Friedrich Hegel | 1770-1831 

Têbinî: George Wilhelm Friedrich Hegel fîlozofekî alman e. Li Stutgartê hatiye dinyayê. Sîstema ku ji aliyê Hegel ve hatiye damezrandin, bi navê <mentîqa dîyalektîk> tê naskirin. Li gor vê sîstemê, ramanek (tez), tevlî ramaneka li hemberê xwe dibe (an jî dijberê xwe diafirîne, tîne holê) (antî-tez) û ji vê yekê dilêrîneka nû tê holê ku ev jî sentez e. 

Bi riya berhemên xwe, hem rasterast û hem jî bi saya Karl Marx, bandûreka mezin li dewra xwe kiriye. Felsefeya Hegel hebekî tevlîhev e û zor tê têgihiştin. Ev felsefe di naveroka xwe de gelekî taybetmendiyên razber diguncîne û ev yek jî, têgihiştina wê dijwar dike. 

Çavkanî: Jiyan û Felsefe – Ali Gurdilî

Çavkanî neyê nîşandan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin