Gnostîsîzm

Gnostîsîzm

Gnostîsîzm

Gnostisîzm, navê felsefeyeka mîstîk e ku ezoterîzma Misra kevin, ezoterîzma Yewnana kevin (Platon, Pîsagor), tradîsyonên Îbranî, Zerdeştîtî (Mazdaîzm) û Filehtiyê, bi helwesteka bijarteker/eklektîk sentez dike. Wateya peyva Gnostîsîzmê di zimanê yewnanî ya berê de “feraset an jî zanayîya ku bi rêya tefekkûrê (bi rêya ramîn, hizirîn an jî fikirînê) hatiye bidestxistin” e û ji peyva “gnosîs” hatiye hilberandin. Gnosîs, ji sê (3) texlîdên zanayîyê yek e. Yên din jî yek “matheîsîs” e ku bi rêya perwerdehîyê tê bidestxistin û ya duyemîn jî “pathesîs” e ku ev zanayî jî encax bi rêya eza û cefayê tê bidestxistin an jî fêhmkirin.

Li gor ezoterîzma yewnana kevin, ev texlîdên zanayîyê ji hevdu cihêreng in û rêya bidestxistina wan jî ji hevdu cuda ne. Çawa ku mirov bi rêya eza û cefayê nikaribe bigihêje “matheîsîsê” bi rêya hevotinê jî mirov nikare bigihêje “pathesîsê.” Ji ber vê çendê jî hinekan, gnostisîzmê wek bi rêya ferasetê, “doktrîna rizgarîyê” bi nav kirine. Gnostisîzm, ji peyva gnostîkos (mirovê ku xwediyê zanayîyê ye- zanyar e) hatiye hilberandin. Gnostisîzm wek tevgereka olî jî hatiye dîtin ku li gor vê tevgerê mirov ancax bi rêya ferasetê û bi kurtedemeka ronîbûnê dikare xwe bigihîne zanayîya misoger û xwedayî. Ji alîyê hindek felsefevanan ve bi armanca lihevanîna felsefeya yewnan ya serdema pêşîn û nêrînên ola filehtiyê, di sedsala I. û II. an de (P. Z.) hatiye damezrandin.

Piştgirên vê doktrînê wiha bawer dikin ku ol di warê hilberandina zanayîya mitleq de, bêhêz in. Ji ber vê çendê jî ji alîyê filehan ve wek rêçikeka (terîqateka) jirêderketî hatiye dîtin. Lewra li gor bawerîya gnostîkan zanayîya mitleq, raserê zanayîya olî bû. Yên gnostîk bawerîya xwe bi pêxemberîya Îsa pêxember, bi çarmixkirina wî û bi gelek dogmeyên filehtiyê naynin û wan red dikin. Li gor bawerîya gnostîkan Hazretî Îsa rasterast mirov e. Felsefevanên piştevan û parastkarên gnostisîzmê, di jiyaneka rêçikî de dijîn û jiyana xwe di nav êş û derdan de diborînin û çîlekêşîyê diparêzin. Bingeha bawerî û îbadetên wan, di olên Sabiîtî (Mecusîtî), Maniheîzm û Hermetîsîzmê de têne dîtin, ku gnostîsîzm wek serwerê van olan tê dîtin. Derheqê destpêka gnostîsîzmê de gelek nêrînên cihêreng hene.

Li gor hinek pêşengên dêrê û nivîskarên fileh, gnostîsîzm ji filehtiyê der çûye û tevgereka heretîk/heretîc (jirêderketî) e û Sîmon Magus jî bavê gnostîkên jirêderketî ye. Lê ji ber ku kevneşopîya gnostîsîzmê berîya filehtiyê jî hebû, ev nêrîn ji alîyê gelek zanyaran ve hatiye rexnekirin. Di hindek teorîyan de jî wiha tê gotin ku çavkanîya gnostîsîzmê Îran, Yewnana Kevnar, Misra Kevin, Babîl an jî Cihûtî ye. Di bawerîya gnostîsîzmê de dûalîtîya ronahî û tarîyê, an jî başî û xirabîyê, xirabiya gerdûna maddî-xirabiya laş, ramana demîurg, pîrozîya rih ku di laş de hatiye hepiskirin, reva ji tiştên dinyewî û di dawîyê de jî gihêjtina gnosîsê heye. Ji ber ku destnîvîsên gnostîkan ji aliyê piştgirên dêrê ve hatiye tunekirin (mesela pirtûkxaneya Îskenderîyeyê hatiye hilweşandin ûhwd.) derheqê gnostîkan de heta Sedsala 20 an jî, zêde zanayî û delîl tunebûn. Lê di navbera salên 1902 û 1948 an de gelek destnivîsên gnostîkan hatine ditîn û bi saya van destnivîsan, hêmanên (prensîbên) gnostîsîzmê eşkere bûne.

Çend hêmanên gnostîsîzmê yên sereke

1– Di warê bidestxistina heqîqetan de ol bêhêz in û têra vê yekê nakin.

2– Zanayîyên rast û dirist (misoger-heqîqî) an jî zanayîyên ku nêzîkê heqîqetê ne, ancax bi berfirehbûn û pêşveçûna ruhî-giyanî dikare pêk were.

3– Rih, bêmirin (zindebar) e û di jiyana dinyewî de girtî ye.

4- Yê rasteqîn, ne jiyana cîhana fizikî ye; jiyana ruhî-giyanî ye.

5– Dinya, warê berfirehbûna dûalîtîyê ye.

Mamosteyên sereke yên gnostîsîzmê: Valentin, Simon Basilide, Carpocrade, Saturnin û Marcion in.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan de Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin