Gorgîas

Gorgîas (B.Z. Sedsala 5an)
Berî Zayînê di sedsala 5- an de jiya ye û wek Sofîstên din, ew ji bi hatiniya dersan, dewlemend bûye. Li gorî zaninan, Gorgîas di nav Sofîstan de zilamekî xweşgotarbêj bûye û cara pêşîn yê ku hunera retorîkê (hunera gotarê) bikar aniye, Georgias e. Gorgîas wisa dewlemend bûye ku, peykerekî xwe yê zêrîn dide çêkirin û li perestgeha Delphoîneyê, radixe seyra mirovan. Gorgîas, hemû derfetên dewlemendiyê bikar aniye û heta 107 saliya xwe jiya ye.
Berhemên wî yên ku têne zanîn
1- Li Ser Tinebûnê.
2- Pesindana Helenê ne.
Ji Gotinên Gorgîas
1- Ne gengaz e ku mirov bi riya aqil têbigihêje Xwedê, Xwedê ji ber vê yekê rasteqîn e.
2- Bi axaftinê, hûn dikarin hemû daxwazên xwe bi mirovan bidin pejirandin. Lewra, ew ji zanayiyan bêpar in.
3- Tu tişt tune. Hege hebe jî, mirov tênagihêjê. Hege em têbigihêjin jî, em nikarin ji tu kesekî re vebêjin û guftegoy bikin.
‘Wiha xwiya dike ku, Gorgîas bi vê gotinê re Nihîlîzmê parastiye. Nihîlîst, baweriya xwe bi tu tiştî naynin, an wiha difikirin ku tu tişt na rasteqîn e.’
4- Ji ber ku ne li ber çav e, nenas e. Ji ber ku ne hebûn e û xwiyakirinek e, bêhêz e.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtin qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021