Guhêrbar

Guhêrbar
Di psîkolojiyê de navê hemû ketimetbûnên ku bandora xwe li mirov dikin û her dem dikarin guhêrber bin. Mesela em bibêjin serkeftin, tendurîstî, xwendin, bal, meyla mirovan, xew, ronahî û hwd. Wekî mînak: Mesela em dixwazin bandora xewê ya li ser xwendinê bipîvin. Di vir de xew bandorê li mirov dike û di encamê de miroveke bêxew dikare baş nexwîne, an jî bixwîne. Di vir de hem xew û hem jî xwendin du celeb guhêrbar in. Xwendin guhêrbara pêgir e. Guhêrbara serbixwe jî, xew e. Çimku xew bandorê li xwendinê dike.
Du Texlîd Guhêrbar Hene
1- Guhêrbara Serbixwe
Guhêrbara ku di dema lêkolînê de di bin qontrola lêkolîner de ye û di têkiliya sedem-encamê de wekî sedemê/sebebê ye, ye. Encam, girêdayê vê guhêrbarê dertê holê.
Guhêrbara Serbixwe: Bağımsız Değişken
2- Guhêrbara Pêgir
Guhêrbara ku rewşa wê li gor guhêrbara serbixwe diguhere. Ne di bin qontrola lêkolîner de ye. Di lêkolînê de wekî encam dertê holê.
Guhêrbara Pêgir: Bağımlı Değişken
Ali Gurdilî
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021