Guhnedariya (Bêitaetî) Sivîl

Guhnedariya (Bêitaetî) Sivîl

GUHNEDARIYA (BÊITAETÎ) SIVÎL

     Di sala 1845an de Henry David Thoreau li keviya Gola Waldenê ku ev gol li derve yê bajarê Concordê ye, li ser erdê hevalê xwe yê nivîskar Ralph Waldo Emerson holikek (enzele) ji xwe re çêdike û li wê derê dest bi jiyaneke aram û mutewazî dike. H.D. Thoreau bi qasî du sal li wê derê dijî. Berhema xwe ya herî girîng û navdar a bi navê Walden hatiye çapkirin jî di nav wî du salê de û li wê derê nivîst.

     Rojekê H.D. Thoureau ji bo veherandina (temîr) pêlava xwe diçe bajar. Li bajar karmendê bacê ku di heman demê de polîse jî leqayê wî tê. Polîs jê re dibêje; “Ev du sale ku te baca xwe nedayê dewletê. Divê tu vê bacê bidî nexwe ez ê te biavêjim girtîgehê.” H.D. Thoreau jî dibêje; “Dilê min qet tuneye ku ez bacê bidime dewletê lewre ev pirsgirêkeke regezî (îlkesel) ye.” Polîs radike wî digre û dibe diavêje girtîgehê. H.D. Thoreau şevekî di girtîgehê de dimîne lê dotira rojê nasekî wî tê û kefareta wî dide û wî azad dike. Lê qet kêfa wî nay ji ber ku wî dixwest bi vê çalakiya xwe tevger û bizavên dewletê şermezar bike. Lewra di wan dema de dewleta wî bêsedem û bereday êrişê Meksîkê kiribû û ji bo vî jî leşkeriya mecbûrî xistiye meretiyê.

     H.D. Thoreau digot: “Hukûmeta herî baş ev a ku herî kêm hikim dike” ye. Di sala 1848an de H.D. Thoreau konferansek dide û yekem car di vê konferansê de têgeha guhnedêriya sivîl bikaranîtiye. Yanî em dikarin bibêjin damezirînerên dîtane ya guhnedariya sivîl ew bi xwe ye. Vê  dîtane ya H.D. Thoreau xwe dispêre çar rêgezê hîmî ku ew jî ev in:

1) Li gor kesekî zagonek ji ya zagonên dewleta wî/ê berztir heye û ew jî zagona wijdan e.

2) Dema ku zagona wijdan û a dewletê li dijî hev bin, divê mirov zagona wijdan bipejirîne û li gor wê bitevgere. Û divê di heman demê de jî bi zanabûn li hember zagona dewletê bitevgere.

3) Mirov dema ku li hember zagonên dewletê bitevgere, divê ku hemû tişta, herî pêş jî ketina hepsê bide ber çavê xwe.

4) Lewra ketina hepsê ne tiştekî wisa neyînî ye. Dibe ku ev rewş bala mirovên dilpak bikişînê ser vê zagonê û ew jî bikin ku vê zagona pîs û qirêj bê rakirin ji meriyetê.

      Dîsa H.D. Thoreau dibêje; “Guhnedarî hîmê rasteqîn ê azadiyê ye, kesên ku îtaet dikin bende û kole ne.”

     Piştî H.D. Thoreau pirî kes li ser vê mijarê sekinîne. Ji van kesa her yekî li gor xwe pênase ya vê têgehê kiriye. Em dikarin bibêjin bi gelemperî pênase ya gunedariya sivîl ev e: “Bêrîayet û li dij sekinîn a zagon û qedexeyên çewt û xelet” e. Yan jî “Çalakiyên aşîkar, bêtûndî, bêşîdet, wijdanî û di heman demê de jî siyasî û dereqanûn ên ku bi wan tê xwestin ku siyaseta rêveberiyê û zagonên xelet bên guherîn.” 

     Ez dixwazim li ser vê têgehê hinek zêde bisekinim. Belê ê ku yekem car vê têgehê wekî dîtaneyek avêtiye holê H.D. Thoreau ye lê qet kesekî/a din pêşiya wî vê rê û rêbazê bi kar neanîtiye? Dema ku em li Yewnan a kevnar dinêrin em dibînin u berî zayînê ramanwer û feylesofê navdar Sokrates vê çalakiyê pêkanîtiye. Ez nizanim ka kesekî pêşiya Sokrates vê rê yê ceribandiye yan na? Lê awê ku tê zanîn yekemîn çalakvanê guhnedêriya sivîl Sokrates bi xwe ye. 

     Awê ku tê zanîn Sokrates li sûk, li park, li kuç û kolanên Atina yê wekî konferansa ders daye ciwana. Sokrates di van dersê xwe de qala helbest, felsefe, ilm, zanist û hinek mijarên civakî kiriye. Armanc û mebesta wî ew bû ku van ciwana ji aliyê sincî û fikrî de peş ve bibe û bike ku van ciwana bibin kesên zana, aqilmend û biehlaq. Awê ku tê zanîn wî van dersa bêheq dida û di gerewa wî de ti tiştek nedixwest. Di van dersê xwe de Sokrates pir li ser pirsa “Mirov çawa dikare jiyaneke rast û biwate bi dest bixe?” sekiniye. 

     Dema ku temenê wî ji heftê dibihure nav û dengê wî li her der belav dibe. Lê vê rewşê arîstokrat û rêveberên bajarê Atina yê pir aciz dike û em dikarin bibêjin ku herdû pi yê wan kiribû fer kî sol. Lewra wê pîr û pergala ku danîtibûn û hetanî wê rojê jî li gor berjewendiyê wan dixebitî, dihejiya ji alî kesên ku guh dane pend û şîretê Sokrates ve. Ji ber vî arîstokrat û rêveberên Atina yê Sokrates wekî “bêol û xwedênenas”, “xwedayên nû diafirîne” û “ji xeynî xwedayê Atina yê bawerî bi hinek xwedayên din tîne” hate tawanbar kirin û bi daxwaza mirina wî wî şandin dadgehê. Lê awê ku tê zanîn lijne ya dadgehê li hember parezî ya Sokrates neçar dibin û wekî ku kuliya zimanê wan xwaribe bêdeng û lal dimînin. Piştre lijne ya dadgehê ji Sokrates re dibêje dev ji van fikr û ramanên xwe bedre wê çaxê em ê te bibexşînin û efû bikin. Lê Sokrates vê pêşniyaz a wan napejirîne. Ji xeynî vî xwendekarê Sokrates jî jê re dibêjin ji vê der bireve, Sokrates guh nade wan jî û dîsa bi a xwe dike.  Tê gotin ku hevsera wî jê re dibêje: “Bêsedem û beredayî wê te bikujin.” Wî jî vê bersivê daye: “Ez bisedem bihatama kuştin qey wê hin xweştir bû ya?” 

     Ez zêde dirêj nekim di dawiyê de biryara kuştina wî tê dayîn. Roja ku wê bihata kuştin jî wî ders dida û heval û xwendekarên wî li bal bûne. Peywirdar jehrî di dest de hatiye bal wan. Sokrates ji wî re gotiye: “De bêje hevalo, tu ji min çêtir dizanî, divê ez çibikim?” peywirdar jî wiha bersiva wî dide: “Bi tenê wê vexwe.” Sokrates jî li gor gerdîş û kevneşopiyên wê demê dilopek jehrî ya di tasikê de dirêje erdê ku ew dilop para Xwedayên Atina yê bû û ê din jî bi ser xwe de dike û bi yek carekî diqedîne. Piştre dersa xwe didomîne heta ku miriye. 

     Sokrates di dema pêvajo ya darizandin a xwe de nîşanê me da ku bêdengî jî qet nebe qasî axaftinê bi bandor e. 

     Gava ku em li dema Yewnan a kevnar dinêrin em dîsa leqayê çalakiyeke guhnedariya sivîl tên lê vêca ne di jiyan a rasteqîn de lê di pirtûkeke(Şano) Aristophones ku navê wê pirtûkê Lysistrata ye.

     Tê gotin ku di dema Aristophanes de di navbera bajarê Atina û yê Sparta yê de cengeke pir dijwar û bêwate hebûye. Aristophanes jî bi vê berhema xwe xwestiye vê cengê rexne bike. Listik navê xwe ji serlehengê xwe sitendiye. Serleheng Lysistrata jinikeke xweşik û bedew bûye û wê jî wekî hemû jinên Atina û Sparta yê xwestiye ku mêr dev ji cengê berdin û aşitî bê welatên wan. Lê mêrê wan ji wan re gotine: “de li karê xwe binêrin hun çi ji van îşa fehm dikin?”  Li gor çîrokê jinên Atinayê têkilî bi jinên Sparta yê re datînin û peymanek bi hev re girê didin û wiha sond dixwin: “Dixwazî mêrê min û dixwazî hevalê min be, di dinya yê de ez xwe nadim ti mêrekî. Ti mêrekî wê nekeve hemêz a min. Ez xwe venakim û naxemilînim. Wê mêrê min ji bo min bişewite lê ez dîsa jî bi dilê xwe xwe radestê wî nakim. Ku ew bi zorê bixwaze bikeve têkilî ya cinsî, ez ê astengî derxim pêşi ya wî û ez ê xwe biçewisînim û bibim wek kevir. Ez ê pî yê xwe ranekim. Ez ê nebim wekî pisîka adarê. Ku ez li ser sonda xwe nesekinim vexwarin a vê meyê nebe nisîb ê min. Ku ez sonda xwe binpê bikim, ev mey a ku di vê tasikê de ye bibe av.”                                                                                          

     Û ew hemû jin li ser sonda disekinin. Di dawiyê de mêrên wan neçar dimînin û dev ji cengê berdidin û peyman a aşitî yê girê didin. 

     Mînakek me ya din çalakvanê herî navdar ê guhnedariya sivîl Mohandas Karamchand Gandhi ye. Gelê Hindistanê pirî ku jê hezdikirine jê re digotin Bapu(bav) û Mahatma(xwediyê giyanê berz û gewre). Awê ku tê zanîn Mahatma mirovekî ramanwer, feylesof, rêveber, aqilmend, nefsbiçûk û hwd. xwediyê bi sedan taybetiyên çê û hêja bû. Felsefe ya wî, bîr û bawerî û dîtaneyên wî pir kûr in. Mixabîn ez ê nikaribim hemûya veguhezînim vê derê. Lê bi taybetî ez dixwazim li ser Satyagraha ya wî bisekinim.

     Satyagraha tê wate ya; berxwedana bêtûndî û bêşîdet. Li gor vê dîtaneyê pêşî neheqiyek tê kifş kirin û tiştên ku ji aliyê wê nehqiyê ve hatine qedexe kirin tên dîtin. Piştre komeleyek van kedexeyan binpê dikin û tên ragirtinê ji alî hêzên dewletê ve. Piştî ragirtina van kesa Mahatma Gandhi bang ê girse ya dike ku ew jî dest bi heman çalakiyê bikin. Piştî banga Mahatma Gandhi bi sed hezaran kesên din jî van qedexeyan binpê dikin û ew jî tên ragirtin û wan jî diavêjin girtîgeha. Lê van hemû girtiyan di girtîgehê de jî van çalakiyên xwe yê guhnedariya sivîl didomandin û dest bi grev a birçîbûnê dikirin û dixwestin dengên wan bê bihîstin. Piştî demekî ku hejmara girtiya pir kî pir zêde dibû û di girtîgeha de cîh nedima û ji ber kontrola wan ne hêsan bû hukûmat neçar dima ku zagona biguherîne û wan qedexe ya jî ji holê rabike. Di dawiyê de jî hemû girtî dihatin berdan.    

     Awê ku tê zanîn vê rê û rêbaza Mahatma Gandhi pir bi bandor bûye û em dikarin bibêjin ku serxwebûna Hindistanê jî bi vê rê yê hatiye bidestxistin.     

     Mînaka vê nivîsê a dawiyê Rosa Parks e. Di 1. Berfanbar a 1955an de Rosa Parks siwarê otobusê dibe. Di wê demê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka yê di otobusan de cîhê mirovên spî û ê reşik ji hev qetandî û cuda bûye. Ew roj mirovekî spî di şûna mirovên spî de cîh ji xwe re nabîne diçe li şûna reşika siwar dibe. Dinêre ku li wê derê jî cîh tune ye vêca berê xwe dide Rosa Parks û jê re dibêje ji wê derê rabe ez ê li wê derê rûnêm. Lê Rosa Parks ji şûna xwe ranabe. Paşê wê digirin û diavêjin girtîgehê. Piştî vê bûyerê hemû mirovên reşik biryarek digrin û dibên ji îro pê ve wê ti kesekî ji me li otobusa siwar nebe. Piştî vê biryarê hemû mirovên reşik pi peyatî diçin cîhê ku wê herinê. 382 roj şûn de şirket a otobusa ya ku di navbera wan rojan de ji sedî heftê û pênc kiroxên(mişterî) xwe winda kiribû têk diçe û ev sepan a di otobusan de jî ji aliyê dadgeh a Federal ve tê rakirin. 

     Awê ku li jor me di mînaka de jî dît, guhnedariya sivîl rêyeke pir bi bandor e. Pirî mirov bi vê rê û rêbazê gihiştiye armanc û mebestên xwe. Lê gelo ka îro em dikarin bi vê rê yê bigihîjin armanc û mebestên xwe? Hinek fikar û şayîşên min hene di derbarê vî de. Lewra di roja me de hemû pîsîtî, qirêjî, kirêtî, neheqî, karên genî, kuştin, zilm, zordestî û hwd. bi hezara nebaşî di bin sîwana netewe, nijad, ol, bîrdozî, ziman de pak û safî dibin û tiştê ji vî kesernaktir jî van tiştên ku diqewimin ji aliyê hinekan ve tên ecibandin û tesdîk kirin. Bertekên li hember hinek bûyeran ne di çarçove ya heq û heqîqetê de ye, mixabîn pîvana bertek dayînê li gor kirde (faîl) ya tê kifş kirin. 

Emre MÛHARGÎNÎ

01.07.2016

 

Bersivekê binivîsin