Hacî Bektaşê Welî

Hacî Bektaşê Welî – Sedsala 13an
Hacî Bektaşê Welî jî, ramana xwe ya bingehîn ji Qûr’ana Kerîm wergirtiye û dilêrîna wî ya exlaqê, xwe dispêre têgehên wek wekhevî, biratî, hevgirtin, hezkirin û erdemê. Têgeha sereke wek ku di ramanên tesewûfkarên din de jî tê dîtin, xwedê û hezkirina mirova ye.
Felsefeya Hacî Bektaşê Welî ya Exlaqê
Hacî Bektaşê Welî, ramana Wahdetî Vucud diparêze. Li gor vê berbiçûnê, hemû tiştên ku hene ji Xwedê der çû ne. Mirov ji bo bikaribe yekîtiya heyînê nas bike, ji mertebeyên cihêreng derbas dibe.
Di mertebeya yekemîn de, hemû tiştî bi Xwedê şirove dike. Di mertebeya duyemîn de, cûdahiya maddî û manewî diparêze û hemû tiştên ku hene, bi hilikeke hevpar diparêze. Di mertebeya sêyemîn de jî, digihêje nêrîna ‘yekîtiya heyînan’ û têdigihêje ku ew jî, xwiyakirineka Xwedê ye. Bingeha zagona exlaqê, hezkirina Xwedê û hezkirina mirova ye.
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021