Pirsgirêka Hebûna Darazên Estetîk yên Hevpar

Pirsgirêka Hebûna Darazên Estetîk yên Hevpar

Pirsgirêka Hebûna Darazên Estetîk Yên Hevpar

Li gor hindek ramanweran, zewq û ecibandinên mirovî, guhêrbar e. Yên ku ji heman muzîkê hez dikin jî, dikarin hunermendên cuda hilbijêrin. Ev yek jî nîşanê me dide, ku darazên estetîk ên hevpar tune nin.

Li gor hindek ramanweran jî, di babeta spehîtî an ne spehîtiya berhemeka hunerî de, hesteka hevpar ya ecibandinê dikare pêk were. Wek mînak: Mirovên ku li tabloya Leonardo Da Vinci ya “Mona Lizayê” mêze dikin, li cem wan hesteka ecibandinê peyda dibe û tabloyê diecibînin.

1- Yên Ku Hebûna Darazên Hevpar Napejirînin

Li gor vê nêrînê, zewqa (eciban) hemû kesî cihêreng e. Çavkaniya vê zewqê jî, dinya wan ya hundirîn e. Ji ber vê çendê jî, zagoneka ku ji bo hemû mirovan bikaribe bibe pîvana ecibandinê, tune. Her eciban, li gor xwe derbazî (derbasdar e) ye. Û ji ber ku darazên estetîk subjektîf in, darazên estetîk ên hevpar jî tune nin. Ev raman ji aliyê B. Croce ve tê parastin.

Li gor bîr û baweriya Croce: Hunermend berhema xwe ya hunerî bi hêza xwe ya xeyalê û di encama têgihiştin û ferasetekê de diafirîne. Huner û berhema hunerî ji ber ku hilbera bîra hunermend ya resen e û ji wê derê der diçe, ne gengaz e ku di vê xalê de darazên hevpar derkevin holê.

2- Yên Ku Hebûna Darazên Hevpar Dipejirînin

Fîlozofê sereke ê ku vê ramanê dipejirîne, Arîstoteles e. Li gor Arîstoteles spehîtî; yekîtiya aheng, hevgirî û pîvanê ye. Arîstoteles van têgînan (têgehan), wek darazên estetîk bi nav dike. Lê ramanwerê ku bi awayekî sîstematîk hebûna darazên estetîk şirove kiriye, Kant e. Dema derheqê objeyekê de were gotin ku ew spehî ye; divê ev daraz, ne ji bo min tenê, ji bo ên din jî derbasdar be.

Kant wiha dibêje: “Dema ku ez li filîmekî temaşe bikim û wê spehî bibînim (biecibînim) divê mirovên din jî wê spehî bibînin. Lewra xîmê daraza estetîk, hesta ecibanê (zewqê) ye û ev hesta ecibandinê jî, ji hesta estetîk ya hevpar der diçe, ku li cem hemû mirovan heye.”

Herweha ramanwerên Platon, Plotinos, Hegel û Schopenhaur jî, ji ber ku spehîtîyê wek dengvedana heyîna kit û rasteqîn dibînin, ew jî baweriya xwe bi darazên estetîk ên hevpar tînin.

Di vê babetê de ramanwer Fechner jî, di lêkolînên xwe de xwestiye ku rastiya vê yekê derxe holê û bizanibe ka darazên estetîk hevpar in yan na? Fechner, xwestiye ku di vê babetê de xwe bigihîne bingehekê. Ji bo vê yekê jî Fechner li ser şeklên herî bi zewq (xweşik) rawestiya ye û li ser vê yekê ceribandinan (deneyan) pêk anîye.

Di lewnên (şeklên) cihêreng de, ji mirovan re zerfên nameyan bi rê kiriye û ji wan xwestiye ku ya herî xweşik (bi zewq) hilbijêrînin. Bersivên ku hatine dayîn jî bi awayekî îstatîstîkî nîrxandiye û xwestiye ku bi vê yekê re xwe bigihîne şeklên herî xweşik ên hevpar.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin