Hebûna Dewleta Tirk ya li Kurdistana Bakur

Hebûna Dewleta Tirk ya li Kurdistana Bakur
Hebûna dewleta tirk ya li Kurdistana Bakur, ne meşrû ye û dewleteke dagirker e, asîmilekar û kujer e. Tu guman nîne ku dê rojekê ji axa Kurdistanê bicehime û derkeve. Lêbelê, heta wê roja pîrozwer divê em kurd nebin koçber û dest ji axa bav û kalên xwe bernedin. Xelkên sivîl, bi her awayî û bi rêbazên aqilane divê ji ber şîdet û bêhiqûqiya vê dewleta dagirker werin parastin û nebin hedefa vê dewletê.
Çimku a niha li Kurdistanê ne hiqûq maye û ne jî mafên mirovan yên takekesî. Dewleta tirk jî, bi hinceta kolana xendekan, dest bi hilweşandin û şewitandina Kurdistanê kiriye. Mirov, bi rêbazên bêhiqûqî tevbigerin jî, mafê dewletê tune ku rabe û bi awayekî bêhiqûqî tevbigere û wekî mirovan bide dû tolhilanînê.
Ali Gurdilî
16.12.2015
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021