Prensîpên Etîka Zanistî
Hêmanên – Prensîpên Etîka Zanistî
1- Zanyar/mirovê zanist, divê bi tenê li ser mijara ku lê vedikole hûr bibe û bi awayekî taybet lê vekole.
2- Zanyar divê bala xwe baş bide teknîk û rêbazên ku wan bikar tîne û divê, her dem rêbaz û teknîîkên amizger bikar bîne.
3- Zanyar, divê xwediyê awireke nesnel/neterefgir be û nêrînên xwe yên şexsî, tevlî vekolanê neke.
4- Di pêvajoya bidestxistina encaman de, divê ecele neke û bi hemd tevbigere.
5- Encamên ku zanyar wan bi dest xistine, divê hewl bide da ku ew bi awayeke xirab neyên bikaranîn.
6- Zanyar divê encamên xwe yên zanistî, parve bike. Ango, divê ku wan eşkere bike.
7- Encam an jî zanayiyên ku ne aîdê zanyar in, divê ew wan neke malê xwe.
8- Rê û rêbazên ku zanyar wan bikar tîne, divê ew rê û rêbazên sîstematîk bin.Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.comÇavkanî: Di Sed Pirsan De Psîkolojî – Ali Gurdilî