Hesîodos

Hesîodos

Hesîodos (B.Z. Sedsala 7 an) 

Hesîodos, di dewra antîk yewnan de bi helbestên xwe yên mîtelojîk navdar e û ew jî, mîna Homeros; hîmkarê felsefeya antîk yewnan tê hesibandin. Berî Zayînê di sala 700- an de li bajarê Askra ku girêdayê Boîtîayê bû “navçeyekê Yewnanîstanê” hatiye dinyayê û debara xwe bi şivaniyê kiriye.

Berhemên wî yên ku heta roja me ya îroyîn hatine

1- THEOGONÎA (Zayîna Xwedayan) 

2- KARÛBAR Û ROJ in. 

Hesîedos, di berhema xwe ya yekemîn de behsa zayîna Xwedayan û çêbûna dinyayê dike, ku ev berhemên wî heta roja me jî hatine. Di berhema xwe ya duyemîn de jî, li ser mijara têkiliyên mirovan û diristkirina têkiliyên wan rawestiya ye. “Ango, li ser etîkê rawestiya ye.” 

Hesîedos, ji neheqî û bêxwedayiyên ku anîne serê wî bi rê dikeve û li ser giringiya maf û edaletê radiweste. Ji bo gel û kesayetiyan, li ser maf û edaletê dersan dide. Herweha, li hemberî bêesîlbûn an bênîjadiya mirovan dilê wî diêşê û xemgîniyeke mezin hîs dike. Lê dîsa jî, li ser girîngiya rastiyê û mafdariyê radiweste û daxwaz dike ku bereket û oxira xebatê, rast nîşanê gelê xwe bide. 

Hasilê, hege em dest bi rûbirûkirinekê giştî bikin û danasîna Homeros û Hesîodos bidin ber hev, wê demê em dikarin bibêjin ku mijarên helbestên Homeros mijarên lehengî û yên Hesîodos jî, erdema xebatê ne.

Ji Gotınên Hesîodos

1-  Hewçend di kûrahiya erdê de ye,

Çixa ku dûr be ezman ji axê.

Lewra, orsekê tunc di neh şev û rojan de dadikete erdê û

di roja dehêmîn de jî, digihîjt axê.

Dîsa di neh şev û rojna de, orsekê tunc ji axê dadiket,

Di roja dehêmîn de digihîşt Tartarosê.

2-  Bibêjin ji min re Museuno!

Hûn ku li Olyposê xwediyê qonaxa nin.

Ji destpêkê ve bibêjin.

Ji wan kîjan di pêşiya din de çêbûye?

Rastî Khaos bû û ew hebû beriya hemû tiştan.

Piştre jî, ew axa sing fireh a ku ji bo her kesî rawestekek qayîm e.

Û Eros e Xwedayê herî delal û zindebar.

3- Ji Khaosê *Erebos û şeva tarî derkete holê,

Ji şevê jî *Aîther û roj derket.

Ji Erebosê hez kir û jê avis ma û wan anî dinyayê.

Ewilî, axê raxist holê û bi kasî xwe wekhev, asîmanekê bi stêrk çêkir.

Ji bo wê dormedor dipêçe û hembez dike.

Çiyayên mezin anîn holê, rawestekên şêrîn yên Xwedayan.

Nymphe yên ku di çiyayên qirikbirî de dijîn,

dîsa ew behra ku bêrawestan çêkir,

Ew ava ku her dem digurre.

Beyî ku bibû xwesteka evîna Pantos û piştra jî; hevala asîmanê,

Okeanos a bi girdabî jê çêbû.

4- Êdî guh bide heq û ji bîr bike dijwariyê bi temamî,

Lewra vî adetî danî Zeus ji bo mirovan.

Masî û heywanên li erdê û çûkên ku difirin, wê hevdu bixwin!

Lewra, heq tune di navbera wan de.

Lê Zeus ji mirovan re heqiyê şand, ku nîmeta herî mezin jî ew e.

5- Tu dikarî wek keriyê bigihêjî xirabiyê, bi hêsanî.

Rast e riya wê, pir nêzîkê cihê wî.

Li pêşiya ezîyetê keda eniya xwe danîn Xwedayên zindebar.

Dirêj e, hevraz e rê, hem jî kevir tije ne li pêşiyê.

Hêsan e piştî vê yekê ku di serî de dijwar be jî.

Bêkêm e, ew bi xwe her tiştî dibîne û difikire û

dizane ji bo pêşerojê û dawiyê çî çêtir baş e,

Rind e yên ku bizanibe li gotinê bihev were!

Zilamekî ku nabîne û bi dilûcan guh nade tu kesî,

Ew zilam e ku bi kêrî tu tiştî nayê.

6- Yên ji xelkê re xirabiyê amade dikin, ji xwe re dikin.

7- Zirarê şîrêta xirab, ji xwediyê xwe re ye.

 8- Bodek nizanin ku nîvê min, pirtir e ji yekkeriya min!

9-  Rojên me carinan dê ne û carinan jî, dêmarî.

10- Karkirin tu carê ne şerm e, a şerm betalî ye.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin