Hêviya Kurdan û Rojhilata Navîn

Hêviya Kurdan û Rojhilata Navîn

Zernews Faruk Bedirxan: Em dibînin  ku piştî Bihara Erebî Rojhilata Navîn ji nû ve tê duristkirin. Li gor we siyaseta partiyên kurdan çawa ye? Hûn nêzîkbûna partiyên kurdan çawa dinirxînin?

Alî GURDILÎ: Miletê kurd, li Rojhilata Navîn yek ji wan miletên damezranerê çand û medeniyetê ye û di roja me de jî, xwediyê hêzeka mezin e. Lêbelê, welatê me beyî dil û riza me, ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin û wekî mêtingeh, bi rê û rêbazên hovanê hatiye talankirin. Ji ber rewşa mêtingehiya welêt û erîşên dagirkerên Kurdistanê, mixabin kurdan tu carî îmkan peyda nekirine ku wê hêz û vîna xwe ya neteweyî bikar bînin û li ser axa xwe, bi awayekî serbest bijîn û xwe birêxistî bikin.

Berê dewlata Îranê û dewleta Alî Osmanî û di roja me de jî dîsa Îran, Tirkiye û Sûrî her û her destê xwe xistine nav kar û barên welêt û rê li ber berfirehbûna hişmendiya neteweyî girtine. Dewleta Federal ya Kurdistan, jiber ku niha dewleteke federal e, meriv dikare ta radeyekî bibêje ku li Kurdistana Başûr kurdan kefenê dagirkeriyê çirandine û avêtinê sergoyan. Lêbelê, meriv nikare bibêje ku ev mesele jî bi temamî çareser bûye û demajoya serxwebûna Kurdistanê xwe gihandiye encamê. Helbet sebebên pirhêl ê vê yekê hene.

Ji xwe li perçeyên din yên welêt, meriv nikare behsa proseyeke serxwebûnê yan serbixwetiyê jî bike. Otoriteya navendî ya ku girêdayî axê ye û têkoşîna netewî ya sedê salan, li Kurdistana Başûr bêtir rû daye, lê belê xwe negihandiye encamê.

Tunebûna karsaziya (sermiyandariya kurd) kurd, rewşa feodal ya ku xwe di perwerdehî, civak, rê û rismên temamiya civakê de dide der, tunebûna zimanekî standart a ku dikare bibe bingeha hişmendiya netewî, berjewendiyên kom û komikan û partiyên siyasî ku xwe raserî berjewendiyên civakê dikin û helbet rola Îrana dagirker, ku dixwaze rêya azadiya Kurdistanê bigre û wan her û her di wê rewşa aloz û feodal de bihêle, sebebên vê rewşa aloz ya berbiçav in. Di vê xalê de tê dîtin ku dewleta tirk, jiber berjewendiyên xwe aborî û siyasî, carinan çavê xwe ji pêşveçûnên Başûr re digre û naxwaze ku xwe ta radeyekî tevlî pirsgirêkên navxweyî bike, helbet ev jî ta radeyekî.

Rewşa perçeyên din jî, ji xwe ayan e. Li Rojavaya Kurdistanê niha rêveberiyeke kantonan heye, lê wer xwiya ye ev rêveberî xwe wekî perçeyeke Sûrîyeya demokratîk bi nav dike û daxwazeke wan ya serbixwetiyê jî tune. Li milê din li Rojhilat jî, yekîtiya kurdan tune û bi hevdengî li dijî rejîma paşverû û dagirker ya Îranê, dengê kurdan ne gurr e.

Li Bakûra kurdistanê jî, tevî şerê çekdarî ê dehê salan jî kurdan statuyeke bi dest nexistine û wer xwiya ye ku ji îro şûnde, rêxerîteya hêzên serwer dê demokratizekirina Tirkiyeyê be. Bi dilê me be yan na, mixabin rewşa me ev e û her ku diçe di vê rewşa aloz de hêviya kurdan ya hezar salan ya azadiya welatê xwe û serxwebûnê, tenê wekî xewneke dûrîdest dimîne û her diçe lawaz jî dibe.

Belê hêvî, hêviya kurdan ya serxwebûna welêt û azadiya axa wan ya kevnare.

Baş e, em çi bikin? Çi baş e ku were kirin? Desta ewil, divê kurd yekîtiya xwe ya navxweyî pêk bînin û partiyên kurdan, hêviya kurdan ya dewleteke serbixwe neçilmisînin. Wekî hev nefikirin jî, di xala azadiya Kurdistanê de û berjewendiyên welêt de, divê bi hev bikin. Kurdistan, xaka hemû kurda ye û heke Kurdistan tunebe, bêguman dê kurd jî nikaribin hebin. Lewma jî, a girîng rizgarkirina xaka Kurdistanê û parastina gelên Kurdistanî ye.

Awira wan çi dibe bila be, çepgir, rastgir, oldar, femînîst, sosyalîst, komunîst û hwd. divê hemû rêxistinên kurdan, desta ewil li ser mafên neteweyî lihev bikin. Rêz û rêzdariya xwe nîşanî zagonên Kurdistanê bidin û heta ku ji dest were, divê bo demokratîzekirina civakê têbikoşin. Têkiliyên bi dagirkeran re, têkiliyeke xedar e û dawiya dawî, zererê dê bide kurdan. Lewma jî, divê di têkiliyên xwe de bi hemd tevbigerin û neyên leyîstikên dagirkeran.

Li çar perçeyên Kurdistanê, divê hemû partiyên kurdan bikaribin ligel hev kar bikin û bikevin nava pêkxebateke hevbeş. Bi taybetî jî, di warê mafên netewî de divê pirr bi inyat bin û piştgiriya perçeyên din jî bikin. Li kija perçeyekê welêt, mafek ketibe dest, divê hêzên perçeyên din, ji bo mayindekirina wan mafan xweditiyê lê bikin û gelek helwestên bi rengî…

Bêguman, meriv dikare gelek tiştên din jî bibêje, lê ez dibêjim ku ji ber ku ew ayan in, ne lazim e ku meriv dirêjtir bike. Li Kurdistana Başûr, niha agirê serxwebûnê pêketiye û hin dê bêtir gurr jî bibe. Hêzên perçeyên din, divê meseleyên xwe yên navxweyî deynin aliyekî û piştgiriya vê proseyê bikin.

Çi dema ku li perçeyekê din proseyeke bi vî rengî dest pê bike, bêguman divê hêzên perçeyên din jî piştgiriya xwe texsîr nekin. Erk û wezîfeya netewetiyê, ev e. Meriv ewilî ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşe, heke ev yek tunebe, hewldanên din jî pûç dibin.

Bi hêviya yekîtiya hêzên kurd û serxwebûna Kurdistanê.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.11.2015

Çavkanî: http://zernews.net/roportaj-pisti-bihara-erebi-siyaseta-partiyen-kurdan/ 

Bersivekê binivîsin