Hevpeyvîn bi Husên Duzen re

Hevpeyvîn bi Husên Duzen re

Hevpeyvîn bi Husên Duzen re 

Divê her bê gotin ku mebesta wergera wêjeyî ne wergera peyvan e.

Mebest her naveroka çand û hisên çandên cihê ye.

Husên Duzen 

Husên Duzen nivîskar, wergêr, rewşenbîr û rexnegirek î kurd ê naskirî ye. Qasî 30- 35 sal in ku li derveyê welêt dijî. Li ser navê Malpera Felsefevan, me ji cenabê wî riceya hevpeyvîneke kir. Mala wî ava, ew î jî vê daxwaza me qebûl kir. Bi kak Husên Duzen re, em li ser wêje, rexne, siyaset û felsefeyê peyîvîn.

Ali Gurdilî: Di destpêkê de ez li ser navê Malpera Felsefevan spasiya cenabê te dikim, ku te daxwaza me ya vê hevpeyvînê erê kir. Mala te ava. Kekê Husên, ji kerema xwe re tu dikarî bo xwendevanan hebekî xwe bidî nasandin. Yanî Husên Duzen kî ye, ji kû ye û sebebê derketina te ya ji welêt gelo çîbû?.

Husên Duzen: Ez pê şanaz im ku malpereke mîna Felsefevan û bi taybet jî cenabê te hizrên min mereq dike. Hizrên zilamekî ku temenê wî li dora nîvsedsalî, ji Qoserê ye. Bi dirêjahiya salan li Almanyayê, li bajarê Hamburgê dijî, Husên Duzen. Li ser “sebebên derketina wî ya ji welêt” dikare sohbeteke felsefîk bê destpêkirin. Ji cergî ez hatime Almanyayê gelek caran sedemên derketina min î ji welêt bûye babeta sohbetên bi heval û dostên min re. Berî ez dawiya 1979 bêm Almanyayê li Turkiyê ji ber sedemên siyasî ji dozekê bêtir li dijî min hatibûn vekirin. Yek ji wan dozan seba mitînga Newroza 1976 li Mêrdînê bû. 

10322815_784211771603330_5387064251286519780_n

Girtigeha Qoser 1976

Ji ber ku ez di koma rêverbir a Komeleya Piṣgiriya Civakî ya Mêrdînê de bûm û çend kesan ji komeleya me bi fermî destûra mitîngê xwestibûn, doz li dijî min û çend kesan hatibû vekirin. Mitinga yekemîn bû ku li Mêrdînê hatibû lidar xistin û zêdeyî 2000 kesan beşdar bûnbûn, gelek axaftinên siyasî hatibûn kirin. Piştre dadgeha ji bo cezayên giran li Mêrdînê doza me şand dadgeha leşkerî ya Amedê. Pir neçû Sɪkɪyönetim hat derdora Mêrdînê jî. Min zanîbû dê pir najo û kesên ku dozên wisa li dij wan vebûne bên girtin. Baş bû ku ez hîngê derketim. Çend meh di ser re derbasbû, juntaya leşkerî hat û gelek hevalên di rewşa min de bi dirêjahiya salan di hebsê de man û tadayên mezin li wan hatin kirin. 

Lê belê sedemên derketina min î derveyî welêt ne ev tenê bûn. Du sedemên din jî hebûn. Yek jê xwendin bû. Min her dixwest ez di zankoyeke li derveyî turkiyê de bixwînim. Sedemê sêyemîn jî mereq bû. Meraqa ciwanekî bîst salî ku dixwest ji devera lê çêbûye û mezin bûye ber bi derên dûr ve biçe, çandên cûda, mirovên cûda nas bike. Gelek caran ku ez bahsa vî sedemê ji bo derketina xwe ya derveyî welêt dikim gotûbêj germ dibe; di wan sohbetan de bingehên felsefeyê tên axaftin. Tê bîra min ku şevekê min, du hevalên xwe yî alman û hevaleke yewnanî heta serê sibê ev babet gotûbêj kir. 

10357241_784228938268280_4729849006022859179_n

Husen Gunduz, Yaqob tilermeni, Stenbol, 2009

Dema ku min got sedemên hatina min a Almanyayê mereqa min a hîngê bû, bê çawa gelek zarokên almanan ên di temenê min de ji rojava diçûn Hindê an welatin din î rojhilatê ji bo ku mereqa xwe tatmîn bikin, ez jî berovajî wan ji aliyê rojhilat ve ber bi rojava de hatime. Keça yewnanî û hevalê wê yê alman bi tundî digotin ne gengaz e. Li gor wan ez kurd bûm, û wan gelek kurdên din jî nas dikirin, lema yan ez ji bo sedemên aborî an jî yên siyasî derketibûm. Ew motivasyona min a ji bo mereqa xwe ku ez hatime Almanyayê qet ne dipejirandin. Xweşbextiyane ku hevala min Heidi jî li wir bû û ev sedemê sêyemîn bi min re diparast. Ma ne babeta felsefê ye, ka bê ciwanekî di wî temenî de seba çi terka welatê xwe dike, ji ber derfetên diravî, ji tirsa biryara dadgeheke leşkerî yan mereqa welatên dûr û çandên cûda. Belkî pirsyara felsefeyê ya bingehîn jî ev be, gelo çi li welatên din heye, miro çi dikin û pê ve jî girêdayî mirovatî bi ku de diçe. 

Ali Gurdilî: Di bîr û raya giştî ya kurd de, tu bêtir wekî rexnegir tê yî zanîn û naskirin? Hege mirovî bixwaze ku te wekî rexnegirekî binav bike, wê demê divê mirovî çi bibêje bo cenabê te? Rexnegirê wêjeyê, rexnegirê siyasî yan civakî? Yan cihêkirineke bi vî rengî çewt e gelo? 

Husên Duzen: Dibe ji ber ku min demeke dirêj di temenê KURD1ê yê kurt de programeke wêjeyî bi navê “Vegotin” pêşkêş kir û ez gelek caran bi nivîsên xwe yên rexnegirî derdikevim pêşberî raya giştî ev bawerî pêk hatibe. Ez xwe wek rexnegîr nabînim. Min aborî xwendiye û bijişkî jî gihandiye ber qedandinê, lê bi dirêjahiya salan e, ez wek wergêr kar dikim. Ne tenê wergêrê nivîskî û wêjeyî, lê belê ez ji bo debara xwe wergêrtiya devkî jî dikim.

Zimanên min î xebatê Almanî û Tirkî ne, ango ez ji van herdu zimanan werdigerînim ser Kurdî an jî berovajî ji Kurdî werdirînim ser van zimanan. Her weha ji Almanî bo Tirkî û ji Tirkî bo Almanî jî; heta ji min tê ez wergerên ji kurdî bo tirkî ji derveyî karê xwe dihêlim. Jê pê ve ez bi Spanî, Erebî û Îngilîzî jî cilika xwe ji avê derdixim. Ez xwe mîna rexnegirekî nabînim, li gel ku ez gelek caran gotarên rexnegirî dinivîsim jî. Li gor rewşê û bi taybet jî li gor hestên mîn î heyî carnan rexneyên min di warê wêjeyê de ne, lê ez gelek caran di babetên hizrî, siyasî an felsefî de jî dinivîsîm. Belê, carnan, lema ku peyva “rexnegir” ji bo min ne pir di cîh de ye. Ji xwe tu ji min bipirsî, ne nivîskarî ne jî rojnamegerî bêyî rexneyê qet nabe.

Ali Gurdilî: Tu di gotaraka xwe de wiha dibêjî: ‘Ne pev bi peyv, lê belê wateya berheman wergerîne. Tu wek wergêra/ê wêjeyê, ne peyv an hevokan, lê belê tu berheman werdigerînî. Werger divê ne peyv bi peyv, lê wate bi wate bê wergerandin.’ (1) Ji kerema xwe re tu dikari ji me re bibêjî ku werger çi ye, hunereke çawa ye? Bi taybetî jî, pêşniyarên te yên bo ciwanan dê çî bin?

Husên Duzen: Werger buyereke kompleks e. Bi kurtahî mirov dikare bibêje werger, derbaskirina tekstekî ji zimanekî ser yekî din e, lê gelek aliyên vê kirinê hene. Vê rastiyê herî baştir wateya peyva wergerê di zimanên cûda de rê me dide. Werger, di çekî de tê wateya hizrînê (překladadt), bi polonî tê wateya ravekirinê (tlumaczyƈ), bi almanî tê wateya derbaskirinê (übersetzen). Ev hemû wateyên wergerê yên di zimanên cûda de erka wergerê destnîşan dikin: Hizrîn, ravekirin, derbaskirin. Dibe ku di zimanekî ku em nas nakin de werger tê wateya “famkirinê” jî, hîngê dê danasîneke wergerê yî têkûz pêk bihata: Werger, ew karê ku berî tekstek ji zimanekî tê derbaskirin ser yekî din, tê famkirin, li ser tê hizirîn, tê ravekirin û piştre tê derbaskirin ser zimanê armancê. 

10294425_784214348269739_8507191942354327452_n

Ligel gorbihişt Memed Uzun 1989 Hamburg

Wergera wêjeyî jî mîna wêjeyê bi xwe şêweyekî hunerê ye. Karekî afrînerî ye. Di karên afrînerî de pêşkêşkirina rêbazekê ne gengaz e. Ez di wê baweriyê de me ku her wergêr divê bi azmûnên xwe ji xwe re rêbazekê bibîne. Ji ber ku ev pirsyar gelek caran ji min hat kirin, min berî bi çend salan deh xalên ku ji bo wergereke wêjeyî girîng in destnişan kirin. Ji xwe hinin ji wan di pirsyara cenabê te de ne. Yek ji wan xalan jî ew bû ku divê wergêrên ciwan serê xwe bi teoriyên wergerê re zehf neêşînin, lêbelê di pêvajoya wergerê de ezmûnên xwe kom bikin. Her weha ez zaf giring dibînim ku wergêrên wêjeyî li gel zimanan xwedî agahdariyên çandên herdu zimanên ku ji yekî tê wergerandin ser yê din bin.

Ali Gurdilî: Beriya demekî, min di rûpela malpera me ya facebookê got ku <Mirov dibêje qey hemû xwendevanên kurdî, nivîskar in?> Piştra, hinekan dilê xwe jî hiştin li ser vê gotina min. Bi rastî jî kurdîhez, beriya ku bixwînin dest bi nivîskariyê dikin û ev yek jî, rê li sergêjiyan/tevlîhêviyan vedike. Cenabê te jî, di gotareka xwe de bal kişandiye ser vê meseleyê û te gotiye ku <berî wergerê xwendin tê.> (2) Li gor bîr û baweriya te, girîngiya xwendinê û têkiliya proseya nivîskariyê çi ye gelo? 

Husên Duzen: Mixabin hevalên me yên nivîskar di rewşên wisa de zû dilê xwe dihêlin. Belê, ne min got, divê di zimanekî de wateya wergerê famkirin, têgihîştin be. Ji bo vê yekê jî xwendineke baş pêwist e. Ez ji pirsyarê derdixim ku min li cihekî din jî bahsa giringahiya xwendinê ji bo wergereke bi serketî kiriye. Gelek caran wergêr belkî ji kêmbûna demê be, berî ku berhemekê bixwînin dest bi wergerê dikin, bi hêviya ku di pêvajoya wergerê de berhemê bixwînin û fam bikin. Ev çewtiyeke ku divê qet neyê kirin.

Ez dibêjim berî ku dest bi wergera berhemê bibe divê berhem carekê -belkî jî ji yekê betir- bê xwendin. Hîngê wergêr, dikare hêsantir xwe ji qeydên wergera peyv bi peyv rizgar bike. Bi tevahî wergera peyv bi peyv di bandora tirsê de tê kirin; wergêrê/a ji xwe nebawer, newêre ji peyvan bi dûr keve. Ev jî lawaziya wergêr ya di warê zimên de destnişan dike. Wêrgera/ê ku tevahiya berhemê xwendibe û zanibe bê tevna bûyerê di atmosfêreke çawa de derbas dibe hîngê dikare hêsantir mîna afrînerekî tev bigere, ku li gor min ji bo wergereke wêjeyî şert e.

11931_784212554936585_5366871776068404008_n

Ligel Jan Dost Kurd 1 paris

Di Almanî de gotineke heye, dibêjin ji Apologiya Platon (Parêznameya Sokrates) hatiye wergirtin: „Ich weiß, dass ich nichts weiß“, ango „ Ez dizanim ku ez tu tiştî nizanim“ Ger ez ne şaş bim, min di cîhekî de xwendibû ku çewtiyeke wergerê di vê hevoka Platon bi xwe de jî heye; peva “nichts” tê wateya “ ne tu tişt”, ger em “s”ya dawiyê rabikin, hevoka me ya li jor tê guhertin: „Ich weiß, dass ich nicht weiß“, ku tê wateya „Ez dizanim ku ez nizanim“, hîngê mirov dikare jê “her tiştî nizanim”, an jî “ez her tiştê ku pêwist e nizanim.” fam bike Nezanê ku bihizire ku ew her tiştî zane, xetera herî mezin e ji bo civakekê. Wer xuya ye ku Sokrates jî bi vê wateyê ev gotin gotiye.

Belê, peyvên cenabê te yên di destpêka vê pirsiyarê de jî mîna têlê rast in. Rahmetiyê Mehmed Uzun bi xwe ji min re gelek caran bahs dikir bê, çawa wî ji bo nivîsandinê fêrî kurdiya nivîskî û gelek peyvan bû. Hîngê ew salên 1980yî bûn û destpêk bû, lê mixabin hîn jî piraniya berhemên ku bi kurdî derdikevin ne stewyayî ne, nivîskarên wan çewtiyên bingehîn dikin. Mebesta min ne lawaziya berheman ji aliyê wêjeyî yan jî asta zimanê ku tê bikaranîn e, ji xwe ew jî pir in.

10314628_784214488269725_542969146054749007_n

Ligel Eskerê Boyik / 2014 di daweta Marîna Siyamend de li Hamburg 

Tiştê ku ez niha dibêjim, ku belkî ew bû sedema ku cenabê te jî van peyvên jor bibêje, çewtiyên rêzimanê yên bingehîn in. Bêguman pirbûna çewtiyên zimên di berhemên bi kurdî de, ne sucê nivîkaran tenê ye; berpirsyariya weşangeran û edîtorên wan bi kêmanî bi qasî a niviskaran e. Carnan mînakên balkêş derdikevin, li gel ku berhem a nivîskarekî xuya ye û di nav weşanên weşanxaneyeke ku bi dehên salan pirtûkan derdixe derketiye jî hîn li ser paşbergê wê çend çewtiyên beloq ber bi çavên mirov dikevin. Ne ew tenê, di hundur pirtûkan de jî li gel çewtiyên ku divê nebin gelek şêweyên vegotinê hene. Bi min wisa tê ku carnan gelek kes heman berhemê dixwînin û her yek ji wan têra xwe bi vegotina nivîskêr dilîze.

Caranan jî ez ji kurdiya şêrîn şerm dikim; ez hevokên xav î bi hizrên saxik layiqî wê nabînim. Ma bi rastî jî bi kurdînivîsîn tenê barekî ku fedakarî jê re pêwist e, ku gelek caran hin kurdînivîs vê peyvê dibêjin. Bi min wisa tê ku bi qasî kurdî mafê keda kedkarên xwe dide, tu zimanên din nade yên xwe. Ma ne ji ber kurdînivîskariya wan bû ku gelekên hîn jî du sê hevokên kemilî nikarin bînin ser hev navûdengiya nivîskarên mezin wergirtin.

Belê, nivîskarî bê xwendineke dorfireh nabe, ji ber ku berhemeke wêjeyî ne bê felsefeyê ne jî bê derûnînasiyê dibe. Ez carnan li hin berheman rastêm, ku nivîskarên wan protagonîstên xwe wek kesên bi nexweşiya şîsofreniyê bilêv dikin, lêbelê tu agahdariyên wan î bi bingeh li ser wê nexweşiye tune ye. Ma ne ji bo ku mirov çarenûsa mirovekî şîsofrên vebêje, divê merov xebateke dorfireh li ser vê nexweşiyê bike? Mêzêna derûniya mirov dikare di gelek rewşan de têk biçe, lê navê hemûyan ne şîsofrenî ye. Cenabê te çêtir zane ku berhemeke wêjeyî ya bê felsefe ne tenê mîna xwarineke bê xwê ye, lê belê ew tu carî nikare wêje be.

Belkî sedemê “dilhiştina hinekên” ku tu di pirsyarê de bahs dike jî ev be. Her rexneyê mîna deşîfrekirina vê kirina xwe dibînin.

Ali Gurdilî: Pirî caran di medya sosyal de, derheqê nivîskarên kurd de, ez rastê rexneyên ne di cîh de têm. Ciwamêr ji sekna nivîskêr ya polîtîk hez nake, belam radibe berhema wî rexne dike û gelek helwestên bi vî rengî. Lewma dixwazim bipirsim: Asta rexneyê, di civaka me de çi ye? û herweha, rola rexneyê di wêjeya kurdî de?

Husên Duzen: Ez bi xwe nirxekî zehf bilind didim rexneyê. Ne tenê rexeneya wêjeyî. Civakeke ku bixwaze rexnegirên xwe bêdeng bike, ew civat bi ser nakeve. Her çi nivîskar e, ne tenê bi berhema xwe heye; bihevrebûna berhemeke bi serketî û helwesteke rewşenbirî ye nivîskariya li ba min nirxbilind. Ez dizanim ku gelek caran nivîskarên me dibêjin, rexneyên li berhemên min dibin ne ji ber xemxuriya rexnegeriyê ye, lê belê ji ber nehezkeirina wan kesan ji şexsê min e. Ev dikare rast be, lê belê ez bi xwe bêtirên caran dibim şahid ku ne rast e. Ez kêm caran dibînim ku nivîskarek bi xweşbînî li rexneyên li xwe guhdarî dike. Ne li ba kurdan bi tenê, lê belê li ba meyên wisa kêmtir in. Bêguman sedemê vê jî hene. Ger derfet çêbû ezê dîsa vegerim ser vê babetê.

Gelek caran di ref de man an bi refê xwe re firîn înkara helwesta rewșenbirî ye. Belkî ji ber vê be ku Jan Dost li serê romana xwe „Martînê Bextewar“ ev peyva Spînozayê ku di dema xwe de „tenê“ bû daniye: “Die Krähen in Schwärmen, der Adler fliegt allein.“, ango „Qiralk bi refan re difire, teyrê baz bi tana serê xwe“. 

0110277320_784212838269890_2782755731132993886_n (1)

Ligel birêz Hirori Kurd1 stockholm

Ev rewş ne tenê li ba nivîskaran wisa ye. Tewr siyasetmeda gelekên caran mirovan ji bo rexneyên li xwe liqivîde dikin. Li gor min, kî rexneyê tenê layiqî neyarê xwe bibîne, ew pêșketinê jî tenê ji neyarê xwe re dixwaze. Ki rê li ber rexneyan bigre, dijberiya pêșketina mirovên welatê xwe dike, lema divê berê rexneyên me bêtir li me bi xwe bin, ji xwe hesabê me û neyran eșkere ye. Kengî ji kê ji me re li hev hat, herkê kurê bavê xwe ye.

Ali Gurdilî: Ez bawer im ku dost û nasên te, pirî caran ji te dixwazin ku tu dest ji rexneyê berdî û ku te jî, di rûpela xwe ya facebookê de bi nivîseke balkişandiye ser vê yekê. Çima gelo? Yanî civaka me ji rexneyan re hevqasî dadayî ye ku ev pêşniyar li te tê kirin? (3)

Husên Duzen: Ez bawer im, ji civakê bêtir, pirsgirêka elîta kurdan e, ev tirsa ji rexneyê, yan jî ev averzîyona li dijî rexneyê bi tevahî. Bi min wisa tê ku bi her hunermendî re –çi nivîskar, çi kesên ji hunerên din dibe- piçek narzîsim heye. Ev fenomeneke tevahî ye, ez wisa bawer dikim. Tiştê ku karê me dijwar dike, li ba ev narzîsma hunermend an rewşenbîran û kesayetiya zarokên mêtingehê dighêjin hev. Di rewşên wisa de rexne ji aliyên van kesan ve mîna metirseke zehf mezin tê hest kirin; peyveke rexneyê ji bo wan dibe sembola êrişeke tevahiya kesayetiya wî yan jî berhemên wî bi tevahî. Bêguman nivîskarên bi xwe û berhema xwe bawer jî hene, rexneyê mîna alîkariyê ji bo afrîneriya xwe bikartînîn.

Divê ez li vir dîsa bibêjim ku kesên wisa li tevahiya dunyayê kêm in, lê li ba me çi bigre tune ne. Ji ber ku çapemeniyeke wêrek tune ye û ji ber ku rexnegeriyeke ku bi cîh bûye tune ye, elîta me heta jê tê bi rêbazên tundrew rê li ber rexneyê digre. Bi rastî jî min gelek hevalên xwe yên ku ji bo min zehf girîng bûn jî ji ber vê lawaziya wan wenda kirin. Rexneyeke li ser tevgereke wan an jî beşekî berheman wan bû sedema ku ew heta bi hetayê ji min bi dur bikevin. Her ez du hevokan binivîsim, te dît gelek hezkiriyên min şîretan dikin ji bo ku ez dev ji van peyvên rexnegirî berdim. Belê, bi babeta me ve girêdayî divê xaleke din jî bê zelalkirin. Wek ku rehmetiyê Mehmed Uzun hîn di salên 1980î de gotibû, lema hîngê gelek rexne lê hatin kirin, divê rexne erênî be. 

10330309_784277741596733_3194367676481550912_n

Sener Özmen, Sexmus Sefer, Remezan Alan û Arjen Ari 2009 Amed li pêshber koshka birdepir

Ez bawer nakim ku rahmetî hîngê bi wateya ku divê berhem tenê bên pesinandin, gotibû bû. Ez jî bi wê wateyê nabêjim, lêbelê gerek rexne nebe alava ku kesek heyfeke xwe ji yekî din hilîne, yan jî wî û berhema wî biçûk bike. Divê armanca rexneyê vekirî be, tiştê tê rexnekirin bê binavkirin ji bo şaş neyê fam kirin. Lê rexneya xwe bi wêrekî û bê tavîz bibêje, bêyî ku tirsa wî hebe bê xwediyê berhemê xwe bixeyidîne an na. Ji xwe divê xwediyê berhemê jî ji bo rexneyan amade be. Taybetmendiyên civaka li ser rêya pêşketinê ev in, taybetmendiyên mirovên medenî jî ev.

Ali Gurdilî: Ev pirsa me jî, li ser siyaseta kurdên bakûr e. BDP berê xwe daye hevgirtina çepên tirkan û dê tevlî partiya HDP ê dibe, hinek mebûsên BDP ê tevlî HDP ê bûne jî niha. Ramanên te yên li ser vê mijarê çi ne gelo? Yanî, dê HDP dê bikaribe bibe tevgereke kurd yan Kurdistanî? 

Husên Duzen: Bi tevlêbûna mebûsên BDP nav HDP, tevgera li dor PKKê meşrûtiyeta ku li ser navê Kurdan siyasetê bike wenda kir. Partiya desthilatdar AKP jî dibêje ez nûnera tevahiya gelê Turiyê me, çi tirk dibe çi kurd an jî gelekî din. Li gor rewşa niha HDP jî partiyeke wisa ye, ango nenûnera kurdan, lê partiyek ku li tevahiya turkiyê siyasetê dike. Bi wateya mafnasiya navnetewî ya gelen ev kirina parlementerên BDP feragetkirina mafê çarenûsî ji bo Kurdan e, jê pê ve tu wateya wê tune ye. Ji xwe gelek caran Abdullah Öcalan ev gotiye û berî bi çend rojan Mustafa Karasu jî vekirî got ku ew dewleteke kurd naxwazin, armanca wan demokratîzekirina turkiyê ye.

Ali Gurdilî: Di wêjeya cihanê de, hinek berhemên nivîskaran bi navê <Dîstopya yan Utopyayê> hatine binavkirin. Di van berheman de, civakên siberojê yên xirab yan jî yên baş hatine pêşnûmakirin. Berhemên wekî <1984> ya Orwelî yan jî <Utopyaya> Thomas Moore î. Di berhemên kurdî de, berhemeke ku mirovî bikaribe wekî Dîstopya yan Utopya binav bike, heye gelo?   

Husên Duzen: Bersîva vê pirsyarê ne hêsan e, lê her pirsyar ji bo bersivandinê ye. Bi min wisa tê ku wek mînak mirov dikare li ser romana Remezan Alan “Saturn” hûr bibe. Bêguman ne bi wateyeke mîna di roman Thomas Moore “Utopya” de, lê belê jiyana bisêhr, civata cinan û eyna xeybê ku mirov tiştên ku di roja me de dîtina wan ne gengaz e jî rê me dide. Lêbelê Mem û Zîna Ehmedê Xanî mînaka herî ber bi çav e. Dîtina mînakekê ji bo Dystopiyê dijwartir e. Me ji bo dîtina Utopiyê xwe avêt bextê cinan. Em dikarin ji bo dîtina Dystopiyekê jî serî li wan bidin, ku tevilê “Labîrinta Cinan” a Hesenê Metê tê bîra min. Ew jî bi tu şêweyî ne nêzîkî 1984a Orwel e, lê dînbûna mamosteyekî xwedî îdîalên mezin ji aliyê gundiyên dîn ve, dikare ji bo me bibe mînaka dystopiyê.

Ali Gurdilî: Hinek nivîskar, lêkolîner û rewşenbîrên me, felsefeye bi kurdan ango, bi Zerdeşt pêxember didin destpêkandin. Derbarê vê mijarê de, ramanên te çi ne gelo?

Husên Duzen: Ma tu dema bê felsefe heye? Dibe ku mebesta pirsyarê lêkolînên li ser felsefeyê bin. Felsefe her hebûye û heye. Ew pirsyarên bi tevahî yên li ser çarenûsa mirovatiyê her hatine pirsîn. Ka bê kîjan demê kesekî di nav kurdan de bi şêweykî berbiçav bi felsefeyê mijûl bûye, ez nizanim. Ma Zerdeşt pêxember kurd e ku em wî mîna xala werçerxanê destnişan bikin?

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, wekî pirsa dawî; tu dikarî felsefeyê bo xwendevanên malperê pênase bikî û li gor bîr û baweriya te, girîngiya felsefeyê bo zimên çi ye?

Husên Duzen: Felsefe mijûliyeke bi zanînê re ye ku di ser tevahiya disiplînên zanistî re ye. Ew bi pirsyarên tevahî mijûl dibe, bê çerxa felekê çawa heta niha meşiyaye û dê me bi ku de bibe. Hewldanek e ji bo têgihîştna dunyayê û mirovan. Giringaya wê ya ji bo berhemeke wêjeyî, li jor hat gotin. Ez bawer nakim ku serkeftineke mayinde karibe pêk bê, ger mijûliyeke bi felsefeyê li welatekî tune be. Mixabin serkêşên tevgera kurd di salên 1970î de wek gelk tiştên din bi şêweyekî xerab dert bi fêrbûna felsefeyê kirin. Hîngê bi dorfirehî pirtûka „Rêgezên Bingehîn Ên Felsefeyê“ ya Georges Politzer xwendin. Polizer bi xwe di bin bandora hizrên Stalîn de ew pirtûk nivîsandibû. Ger îro di nav kurdan de yekdengî, dijberiya xweşbîniyê ewqasî xurt e, bandora wê pirtûkê zehf tê de heye. Nifşekî ku tenê reş û spî dibîne, hat perwerdekirin di nav kurdan e bi rêya vê pirtûkê.

Ali Gurdilî: Li ser navê Malpera Felsefevan, em gellekî spasiya te dikin kekê Husên, ku te ev dema xwe da me û pirsên me, bersivandin. Mala te ava, her hebe.

Husên Duzen: Spas ji bo dilsoziya te û van pirsyarên dagirtî. Bi rastî jî sohbeta bi te re ji bo min dilşadî bû. Pirsyarên te hiştin ku ez li ser gelek xalan ji nûve bihizirim.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

09.05.2014

Jêder

1- http://www.pen-kurd.org/Diyarbakir-seminar/husen-dozen-ne-peyv-bi-peyv.html

2- http://www.pen-kurd.org/kurdi/husen-dusen/beri-wergere-xwendin-te.html

3- https://www.facebook.com/husen.duzen?fref=ts 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye.  

Bersivekê binivîsin