Hevpeyvîn Bi Mîr Qasimlo Re

Hevpeyvîn Bi Mîr Qasimlo Re

Masyan Mîr Qasimlo, nivîskaekî kurd e û li derveyê welêt dijî. Rastî, wekî xwendevanekî ez birêz Qasimlo dixwînim û dişopînim. Ev serê du sala ne ku ez dixwazim ligel birêz Qasimlo hevpeyvîneke pêk bînim, lê a niha ev yek bû qismet. Me li ser navê rûpela felsefevan, ji birêz Qasimlo riceya hevpeyvîneke kir. Mala wî ava be, wî jî vê daxwaza me pejirand û dilê me nehişt…  

Ali Gurdilî: Di destpêkê de ez spasiya cenabê we dikim, ku we daxwaza me ya hevpeyvîneke pejirand û we demeka xwe, ji bo me veqetand. Her hebin…

Mîr Qasimlo: Ev tevecûh û dilxweşiya we ye. Ez jî dilxweş û sipasdarê  we me ku we ez hêjayî hevqisedanê dîtime.

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, hûn dikarin hebekî xwe bidin nasîn.  Hûn ji kû dera welat in, we li kû derê xwend û bi taybetî jî hûn hinekî jî behsa zarokatiya xwe bikin, ez ê keyfxweş bibim…

Mîr Qasimlo: Min di sala 1980 î de, li navçeya Gimgimê keremê dinê kiriye. Di şeş heft saliya min de, malbata min koçê Bursayê kir. Heyama berfêmî heta piştî simbêlên min xwêdan da û ez bi tehera conegayekî  Sipanî, a bi kelecaneke wisa beravêtî ve li ber bayê siyasetê ketim, ji hindek seansên îşkençê û girtinê derbaz bûm jî, her li wir yanî li Bursayê bûn. Min heta amedehiyê li wir xwend.

Zarokatiya min, bi vekirineke berhevkirî, pir bi awayekî fehş, serberdayî, bi guhdarîkirina Şakiro ku wekî her malbatek ji devara Serhedê, li mala me jî ciwan ciwan dihat guhdarî kirin de, derbaz bû.

Di sêzdeh saliya xwe de, ez carekê ji mal bi reviyayî çûm Gimgimê. Yanî bêyî kesî agadar bikim, bi dizî çûbûm. Hata bavê min ku bo gihayên xwe bi rû bifiroşe, beriya du mehan çûbû gund ligel dayîka min ez li ber minûbûsa di navbera gund û navçê de dixebitî, nedîtim, kesî pê nedizanî bê ez bi kû ve çûm e…

Axirî ez du mehan li wir mam û ew mayîna min a bi du mehan ya li wir, piştî salan dema min dest bi nivîsandina bi kurdî kir, wek Şahê Merdan bi hewara min ve hat.

Aniha dema li kurdan bihizirim, ew dîmenên min li gund dîtin, yên azad, romantîk û xwezayî tên bîra min. Axirî, ez dikarim bêjim ku zarokatiya min ji bilî êşên min ji ber kurdbûna xwe kişandin, xweş derbaz bû. Ne xebat, ne berpirsiyarî hebû. Bi ser de, berkî ev cahil û cihulên me yên niha pê nizanibin, lê di çanda kurdan de, biçûkê malê hem kuçîkê malê, hem jî Mîrê malê bû… Çîroka min jî çîrokekê wisa bû yanî…

Ali Gurdilî: Çend sal in ku hûn li derveyê welêt dijîn? Jiyana xerîbiyê, bandoreke çawa li ser jiyan, kesayetî û xebatên we dike?,.

Mîr Qasimlo: Ev bû 13 sal ez li Almanyayê jiyana xwe dikudînim.. Di salên pêşîn de, tesîra xerîbiyê li ser min bandorekî pir neyînî dihîşt. Lê di ev çend salên dawiyê de, ew hest û ew bandar a bi awayekî dilteng êrîşê ser min dikir, li nik min lewaz bûye.

Du sedemên vê lewazbûnê hene. Sedema ewil ev e ku ez bi kurdî dinivîsînim. Ev kirin min ber bi bêhna welat ve dajo, ji ber ku lehengên min bi piranî kurd in, dema ez dikevim jiyana wan, wê demê ez bi giyanî ber bi welat ve diherikim û ev herikîn têr dike ku ez bêrîkirina xwe bitêrînim.

Sedema duyem jî ev e; sê çar salên pêşîn ne tê de, ez nikarim derew bikim ku ez xwe li Almanya xerîb dibînim. Ji ber ku ev welat, welatê nivîskarî, azadî û xweavakirina min e, ruhê min difermîn e ku ez wî wek welatê xwe yê duyem bibînim. Dibînim jî. Ev dîtin têr dike ku ez xwe nêzîkî atmosferên havînî yên Almanyayê bibînim.

Yanî mehweyên dilhesa yên li Almanya hene, ji aliyê min ve tesîrên pozitîf li ser min dihêlin û têr dikin ku bo nivîsandinê perspektîfeke xweser hilbijêrim. Dibe ji ber vê rabihîstinê be, ev nivîsandina mina ji mijarên li cem kurdan tabû û cihê şermê ne, êdî li cem min wekî vegotineke ji rêzê ye.

Bêguman, ev hesabûn hinekî ji awayê mêzekirina mina li jiyan û wêjeyê pêkwere jî, lê divê em ji bîr nekin ku şert û merc, atmoster û asta sosyaliteya welatê meriv lê dijî, rasterast li ser meriv tesîra xwe dihêle û di demdariya demê de, dizaynek dide binyada meriv.

Heke ez behsa bê ka ev dizayn li cem min bi çi awayî dirûv stendiye bikim, nexwe divê ez wiha bibêjim: Bi giyanî rojavayî. Yanî ez xwe bi giyanî rojavayî dibînim, lê wekî kok û hest hê rojhilatî û kurd im.

Ali Gurdilî: Berhema we ya yekemîn çi bû û di dema weşandinê de, an jî dema ku we kitêba xwe da destê xwe, we çi his kir? Û berhemên we yên din yên ku hatine weşandin, kîjan in?

Mîr Qasimlo: Ew kêlî, ji bo min, wekî ez jinek bim ku ji seansên zayînê yên nêzîkê mirinê ne derbaz bûbim û min zaroka xwe girtibe hembêza xwe bû. Li bîra min e, bi girtina romanê re destên min lerizîbûn, golên çavên min keliyabûn.

Bi kelecaneke dayîkî, bi lezalez çûbûm Gara bajêr. Min li wir, ji çar kesên bêxwedî û bêmal ku di havînan de her û her xwe disipartin wir û ji bo perê qehweyekê û stendina cixareyekê, destên xwe li ber xêrxwazekî/ê vedikirin re çar pro kirîbû, dawî bi vexwarina bîrayekî sar ve agirê kezeba xwe haş kiribû. Erê, min bi romanê dest pê kir. Berhema mina yekemîn roman bû.

Heta niha sê romanên min derçûne. Wêneyê Keserê ya ewil e, ji aliyê weşanxana Perî ve hatibû çapkirin. Giyanên Bahozî ji aliyê weşanxaneya Do û Dilya & Zalar jî ji aliyê weşanxaneya Ar-ê ve hatin çapkirin…

Ali Gurdilî: Ger hûn xwe binasînin, hûn xwe wekî nivîskarekî çawa dibînin? Romanên we, zêdetir çi cure roman in? Modern, postmodern?….

Mîr Qasimlo: Nizanim ka maqul e ez rabim navekî li nivîskariya xwe bikim? Lê cenabê we pirsiye, ez jî bi formata têbiniyek raber bikim ku erê, ez xwe nivîskarekî nîv anarşist û Ekspresyonîst dibînim. Ji derveyî pêzanîna ji awayê romanên xwe-lewra kirdar û sêwirkarê wan ez im, carnan xwe dikim dewsa xwendevanan û romanên xwe dixwînim, dinirxînim. Encam, ne stîla nivîsandinê, lê wek pêdeçûnên edebî, romanên min bi sê şêwazan e.

Şêwaza kilasîk, modern û postmodern. Evana di romanên min de, nexasim di Dilya û Zalar de di zikûpiştên hev de hatine bi cih kirin. Lê divê ez bi zelalî raber bikim ku pêdeçûna Modern gavek li pêşiya pêdeçûna postmodern e, pêdeçûna postmodern jî gavek li pêşiya şêwaza klasîk e…

Ali Gurdilî: Hinek xwendevanên kurd, cenabê we wekî nivîskarê erotîzmê dibînin newsa, an ez xelet im? Bawer im ji ber mijarên we, hûn carinan rastê niheqiyan jî têtin newsa?…

Mîr Qasimlo: Na, hun ne xelet in. Wisa dibêjin. Rastî jî ez ji vê bi navkirinê aciz nabim. Ji ber ku ev hêlekî ji nivîsandina min e. Lê ji hemû mijarên dinivîsînim herî zêde ew tê cav, dikeve bala giyaniyan, bêguman ev jî normal e.

Ji ber ku ev refleksek ji derûniya birçî ya rojhilat e. Li rojhilat mijarên erotîk her çiqas bi devkî ciwan ciwan hatibin qisedan û di jiyanê de ji gelek aliyan ve hatibin pêkanîn jî, lê di meydana nivîsê de zemîn nedîtin e ku bi têra dilên xwe wer in ziman.

Ew, ji bilî nivîsandinên îstîsna, her û her hatine nixumandin, wek tabû û mijarên şermê hatine dîtin. Ji vê ye ku dema yek bi cesaret bi ser de biçe, deriyekî ji bo bê nivîsandinê li rûyên wan veke, nexwe dibe pisîka reş, bêedeb û bêehlaq.

Dikarim bi dilhesayî raber bikim ku heke min bi vî awayê bêtabû bi Almanî binivîsiya, ez rind pê bawer im ku pêşiya binavkirina nivîskarê erotîk, ez ê bi navkirinên wek; Nivîskarê dram û evînê, fantazya, anarşîşt, lîrik û Ekspresyonîst bihatima binavkirin.

Wê bi navkirina; nivîskarê erotîk, di derece pênçan de jî cih nestendiba. Bi ser de jî, wekî min gotî; ez ji vê binavkirinê qet aciz nabim, berevajî kêfdil dibim-ji egera ku her însan hinekî “orispî” ye û baş û rind e ku em bikarin vê hêlê xwe yê xwazayî qebul bikin, hem di seansên nivîsandinê de cih bidinê û hem jî bi adaniyeke rewa bijîn.

Di debarî neheqiyan de, ne maqul e ku ez zimanekî maxdur bikarbînim. Lewra di vê gerdûna biaqilan de, herkes bi dilê xwe cih distîne, ê de çi bêjim, a ji min re jî dînbûn maye.

Li bîra te be, berê li kurdistanê, nexasim li gundan dema camêrekî bi raman û qisedan û dîretkbûna xwe ve hinekî ji şêniyên gund cuda bûya, nexwe gundiyan navê dînîtiyê lê dadanîn, di her lihevkombûnê de paşgotiniya wî dikir, lê ji aliyek ve jî sempatiyek wan jî li hemberî wî dînê hebû.

Niha mesela min jî hinekî wisa ye. Ez tiştên dilê wan dinivîsînim, bila ew jî heta niha çawa kirin e, ji niha pê ve jî wisa bikin.

Bi du mînakan ez vê mijarê hem zelal û hem jî kuta bikim. Sala par ji bakur çend nivîskarên tirtire hatibûn, hin daxwazên wan hebûn, min ew bi awayekî gihandin mirazên wan. Li vegerê, di sohbetekê de, dema navê min derbaz dibe, yek ji wan radibe dibêje; Himmm! ew ê pornonivîs. Yanî gava li cem min e, bi dilê xwe heye, dema li ser masê di sohbetê de ye, bi karekterê xwe yê civakî heye.

Gelek caran di taybetiya min de ji min re hatiye nivîsandin; Tolstoyê kurd, Firanzê kurd û bi dehan pesnên wisa…

Lê di pilatformên fermî de, rûniştinên wêjeyî de, nirxanadinên derbarî romana kurdî de, ez qet û qet nayên bîra wan kesan. Yanî mesela niheqiyê hinekî jî bi îzolekirinê derdikeve pêşiya min, lê ji bo min ne pirskirêke.

Wekî min got; herkes bi dil û rengê xwe heye, jê pê ve teferûat e. Wêdatir, ez û wan, em ji hev hez dikin. Bi rastî jî. Ji ber ku ez tiştên dilên wan jî dinivîsînim, û ez dizanim ku karekterê wan ê nepen yê duyem, kêfa xwe bi nivîsên min tîne. Yanî, ew karekterê em hemû di dilê xwe de vedişêrin, reseniya me a ew bi xwe ye.

Karekterê xuyayî yê ji me ve xuya dibe, ew afirandineke ji hesasiyetên civakê, ji riweyatên zirderew, ji ol, ji tore û edetan e, lewra jî ji bo min ne karekterê esas e.

 Ali Gurdilî: Beriya çend rojan di malpera www.rewanbej.com de du nivîsarên we yên li ser weşanxane û têkiliyên nivîsakran der çûn, ku min jî wan ji nêz ve şopand. Bi kurtasî be jî, ji kerema xwe hûn dikarin hebekî behsa wan nivîsarên xwe bikin?

Mîr Qasimlo: Yanî ew herdû nivîsên dirêj, bi perspektîfeke gîştî, bo destnîşankirina pirskirêkên nivîskaran bû ku hema hema ji nivî zêdetir nivîskarên bakur xwedî heman nêrîn û gazin û rexneyan e. Û bo parastina keda wan hate nivîsandin, belê, bêyî erza weşanxaneyan bişkîne û bi şêwazekî erzan bi wan re bikeve heft û heştê.

Bi qasî haya min jê heye, nivîskar bi piranî ji atmosfera weşangeriya bakur ne dilxweşin. Lê dema mijar vebe jî, wekî ji halê xwe razîne, tevdigerin. 

Heke sê çar nivîsên mîna wan herdu nivîsên min bihata nivîsandin, berkî me bikariya li ser zemîneke nerm mijar firehtir bikira û berkî weşanxaneyan jî dert û kulên xwe yên heye ku em pê nizanin, bi me re par bikirina û bi awayekî wisa em bigihîştina radeyeke ji niha bi astir.

Heke îro nivîskarên kurd ketibin rewşekî wisa erzan, bila bibor in, sedem ne tenê feraseta bazirganî ya weşangeraye, hinekî jî ji ber bêhelwestbûna wan e.

Dema te ji xeyal û pênûsa xwe keçek afirand, divê piştî zayînê tu bizane bi peyreviya sibêroja wê jî rabe. Nexwe bi vê helwestê wê ew keça te ya bi xeyalên perî û şahbanûyan e, wê bibe jina ticarekî…

Ali Gurdilî: Ji bo pêşveçûn û berfirehkirina zimanê kurdî û herweha, ji bo afirandina xebatên xweser yên bi kurdî, divê çi were kirin?

Mîr Qasimlo: Meseleya ziman, meseleyek giştî ye, civakî ye. Civak bi ziman jînde dimîne, erê, bê ziman jî, cestekî bêruh e. Aniha bi milyonan kurd bêruh e. Di dewsa ruhê xwe yê resen de, bi ruyekî xerîb ve jehrî bûye, a her wekî bedenek bi enjekirina dermakî ne hewce ve hatibe ne xweş kirin.

Ger ku bi vê teherî biçe, hin bergiriyên lezgîn neyên stendin, mixabin ku wê di demeke ne dirêj de, kurd yekser nexweş bikevin.

Divê em xwe bi pirbûna kesên bi kurdî dinivîsînin, bi vebûna çend kursên taybet û derçûna birrek ji kitêbên edebî nexapînin ku siberoja zimanê me bi ron e…

Belam rast e ku derfetên zimanê kurdî ji doh deh qet zêdetir e, salê bi sedan pirtûk tên çapkirin, her meh bi sedan kes xwe hînê xwendin û nivîsandina kurdî dikin. Lê ev hemû hêmayên pozîtif qîm nake ziman bibe zimanê civakê. Tişta mihûm ew e ku ev ziman bibe zimanê rojan e yê civakê. Derfet pirbûne, lê bikaranînerên zimanê kurdî, bi gor deh sal berê ji sedî sih kêmbûye..

Lewra jî dahatuya ziman di tehlûkê de ye. Bo dahatuyeke bi ron, erk dikeve ser millê her ferdek kurd, lê bi zêdeyî dikeve ser milên rêxistinên kurd, nexasim DDPê. Serê pêşîn divê DDP êdî ji gotinên bi biriqîn yên derbarî ziman de dike, derbaz bike, bi biryarek navendî siyaseta xwe ji navendê bigire ta gundan bi kurdî bike, li cihê pêwist kir bi tirkî.

Her wiha, hewce ye ku di danûstendin û qisedanên bo çareserkirina pirsa kurd ku niha li tirkiyê gelek aktuel e, divê daxwaza zimanê kurdî di dereca yakem de be, wek xetek sor û stratejîk were dîtin.

Yanî divê ji kudandina doza ji bo zimanê kurdî ku li deverên kurd lê cîwar in bibe zimanê perwerdehê, aha yek çirtekî jî paşve neyê avêtin da ku oxirekî bi hêvî ji bo dahatuya ziman pêkbihê..

Bi tevî vê, TZK a kurdî hebû, niha di çi rewşê de ye nizanim, heke wekî berê bi sihet û çalak be, nexwe ew dikarin bi tevî saziyên din ên kulturî li hemû bajarên bakur, lê ne di salon î cihên girtî de, li meydanan bernameyên xwendinê amade bikin, semîneran bo mihumetiya ziman û ziman û civakê organize bikin.

Divê em nivîskarên kurd jî, ne bi nêrînên Stalînistî û meqesker, erê bi hezkirin û fêrkeriyekî zangoyî ve nêzîkê kesên nizanin kurdî bikarbînin an jî kêm bikartînin, bibin, ziman ji bo wan bikin xezalek, şahbanuyek, Key û Mîrekî da ku ew bi eşq û semaha zimanê kurdî rabin reqsê.

Ali Gurdilî: Di xebatên xwe de, hûn felsefeyeke çawa bikar tînin? Felsefeyeke we ya xweser heye, yan hûn zêdetir felsefeya feylesofên navdar bikar tînin?

Mîr Qasimlo: Min divê bêyî guh bidim paûfeqrê tevbigerim û raber bikim ku di vî mijarî de ez wesayîtekî me, li zemînek avî vebûme, heke bikarim jê derbazî erdekê zuwa bibim-hindik mayê dibêjim qey, nexwe ez ê wê demê bikarim bibêjim; erê rengê felsefa min ev e.

Wek karekter ji taqlît û deynkirinê hez nakim, lê nikarim înkar bikim ku felsefeya ez bikartînim, bi ya Nietzsche ne paralel e. Min hinekî serboriyên wî dînikî raçavand, balkeşê ku ji hin hêlan ve bîranînên me dişibin hev..

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, hûn dikarin ji bo xwendevanên me felsefeyê binasînin û behsa kitêba ku we herî dawî xwendiye bikin?

Mîr Qasimlo: Felsefe, azadiya karekterê nepen yê mirov e. Felsefe, bêjingekê bi guman e, bo kamraniya giyaniyan, çalakiyên erenî û neyînî yên li derûdora wan diqewînim, ji hev cihê dike, yanî dibêjingîn e. Felsefe trenek e, mirov di wê trenê de rêwiyê naskirin û fêrbûnê ye..

Wek xwendin, aniha di destê min de, romana Curcî Zeydan ya bi navê „Selahedînê Eyyûbî“ heye. Ev bû çend roje ez wê dixwînim. Hêjayî xwendinê ye. Wergera wê ya ji erebî bo kurdî jî pak û xweş hatiye kirin.

Ali Gurdilî: Li ser xwendevanên  Felsefevan, em spasiya cenabê we dikin û di kar û barên we de serkeftinê dixwazin.

Mîr Qasimlo: Ez jî bi hestên kurmancî sipasiya we dikim ku we ev derfet da min da ez hinekî yarî, hinekî qise û hinekî zar û eş û kêfxweşiya xwe bigihînim xwendevanan. 

Ali Gurdilî: Bi hêviya berhemên hêjatir û bêhemta…

Mîr Qasimlo: Ez jî bi heman hêviyan ve avis im..

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye… 

Bersivekê binivîsin