Hevpeyvîn Bi Omer Dilsoz Re

Hevpeyvîn Bi Omer Dilsoz Re

Hevpeyvîn Bi Omer Dilsoz Re 

Ali Gurdilî: Birêz Omer Dilsoz, li ser navê malpera www.felsefevan.org ê em spasdarê cenabê te ne, ku te daxwaza me ya hevpeyvîneke qebûl kir û te vê dema xwe, da me.

Omer Dilsoz: Ez jî gelek spas dikim bo vê dîdara we ya germ. 

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re tu dikarî hebekî behsa destpêka nivîskariya xwe bikî? Sedem û çavkaniyên ku te dest bi nivîsê kir çi ne? Çi çaxî tu bi xwe hesiya yî ku tu dixwazî binivîsînî û sedem çi bûn?   

Omer Dilsoz: Ez nizanim kîjan sal û wext bû, lê ez û nivîs di kend û kortên jiyanê de hatin ber hev. Demên xwenasînê bûn di temenê min de. Te dî, êdî salên masûmiyet û zaroktiyê hêdî hêdî xwe ji binbariya jiyanê re dihêlin. A rast li welatê me zaroktî jixwe hema bêje pir zû koç dike û mirov pir zû “mezin” dibin. Her dem ji temenê xwe mezintir dijî li vî welatî. Îja, piştî ezmûneke dersa “wêjeyê” êdî cara yekem bû ku ji bilî min, ez li berçav dibûm û ev ji bo min “wêrekiyeke” mezin bû ku ez bikevim dû xiyalên xwe. Jixwe mesele tev xiyal e. Nivîsîn xiyalfirehî ye, asoyên xiyalên te çendî fireh û bêdawî bin, tu ew çend di qama nivîsê de bilind dibî. Bi ya min, xiyala te tune be, peyva te jî tune ye. Xiyal, bi xwe re dahênanê tîne. 

o1620889_1402939059959205_1573325397_n

A rast, nayê bîra min, cara pêşîn min kengî xwe di nav raza peyvan de, raza dariştina peyvan de dît û li wê derê min hêlîna dilê xwe çêkir û bîr û hişa xwe lê meyand, belê we dizanim ku ez berî bibim ez, jixwe ez di nav deryaya nivîsê de bûm. Tenê heta bi xwe hesiyam hinekî dem pêdivîbû û ew jî jixwe pêk hat.

Ez nizanim nivîsîna min, sebeba nivîsîna min lixwegerînek bû, an jixwerevînek bû, lê ez baş dizanim ku peyvên ku min dadirêtin di hawara min dihatin û kovanên min dibirin. Ez şa dibûm. Şabûneke wisa, bi çi awayî nedihate tarîfkirin.   

Ali Gurdilî: Qasî 4-5 sal in ku ez cenabê te ji nêz ve dişopînim û qasî ez dizanim, tu tenê bi kurdî dinivîsînî. Çima gelo? Bêguman, ev helwesta cenabê te cihê şanaziyê ye û helwesteke di cih de ye. Em, sedemên vê sekn û helwesta te meraq dikin? 

Omer Dilsoz: Sedema ewil ez kurd im, ma çi ji wê asayîtir e ku kurdek bi kurdî binivîse. A rast di hişê gelek kesan de, nêrîneke weha bêtalih heye ku tu bi tenê bi kurdî binivîsî, ew wisa têdigihin ku bejna pênûsa te kin e, dahênana xiyala te qors e û ji ber ku tu nikarî bi çi zimanên dî binivîsî, tu xwe li kurdî digirî. Ev pirs gelek ji min hatiye kirin, a rast, ez her carê pir heyirîme ku ev pirs çima ji min hatiye kirin. Ma çi ji vê xweristtir e ku tu ji zimanê xwe binivîsî!… Lê madem her divê ez bersivekê bidim, ez ê bêjim, ji ber ku ez dinyaya xwe bi kurdî dibînim, bi kurdî hest pê dikim, bi kurdî dijîm, bi kurdî min dinya cara ewil nas kir û bi kurdî min tîna tavê seh kir, serma berfê nas kir, şiliya baranê nas kir, nan, av, xwê, şorî, talî, şîrînî… agir jî ez bi kurdî germ kirim, welhasil, jiyan bi vî zimanî dît pa ez çima kula xwe pê nebêjim?!…

o1653463_1402938773292567_956094464_n

Bi kurtî ez dibêjim, kurdî bo her derbirînê têra min dike. Ez gelekî ji zimanê xwe hez dikim. Ev jî bes e ku ez pê binivîsim.   

Ali Gurdilî: Dema ku tu dinivîsînî, çi hîs dikî? Yanî, nivîskarî bo te cureyeke bextewariyê ye yan berpirsiyariyek e? Armanca bingehîn ya nivîsandina te çi ye gelo?  

Omer Dilsoz: Dema ez dinivîsim ez bengî dibim. Hestên herî xweş li min peyda dibin. Nivîskarî bo min bextewarî ye. Heman demî bo min berpirsyariyek e jî. Ez we mecbûr hest dikim ku pêzanînên xwe bi awayekî qeyd bikim. Bi awayekî bigihgînim mirovan. Gelek caran, gava ez dinivîsim hestek weha bi min re çêdibe ku rojek dê hinek kes, bi van tiştên ez dinivîsim, mijûl bibin, serê xwe pê biêşînin. Ev dê kartêkeriyê li hinekan bike û ez ê bibim mêvanê dinyaya wan. Heçî armanca nivîsa min e jî, ez dixwazim bi vê rê hebûna xwe, hebûna xwe ya tekayî, civakî û gerdûnî, li ser peyvan, bidime pêş. Ez bi nivîsê, “xwe” ava dikim; “xwe”yekî ji axa welatê xwe bişkivî û şaxên xwe danîn “banê gerdûnê” bi qewlê Xaniyê nemir.   

Ali Gurdilî: Di peyameke xwe ya facebookê de, tu dibêjî ku ‘gotinek pir xweş ya pêşiyên me heye, dibêjin; Nîv mela ji dînî, nîv dixtor jî ji canî dike; îja nîv-xwende û kêm-zana jî -ku li ba me wek rexnegir û nivîskarnasî têne pêş- ji wêjeyê dike.’ (1) Mebesta vê gotinê çi ye gelo? Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî din şirove bikî? 

Omer Dilsoz: Ez weha dibînim ku fêkiyê negihîştî “zikî” diêşîne. Aqilê hevpar ê mirovahiyê gihîştiye vê qinyatê ku ev biwêj jê peyda bûne. Ez weha bêjim, merema min ji vê pênaseyê ew e ku bi ser navê “kilkirinê” gelek caran çav tê korkirin. Şarezayî, bo her karekî bivê nevê ye. Çend ciwanên xwîngerm ku raboriya xwendina wan a kurdî du sal e, te dît, weke şareza û pisporê wêje û nivîskariyê bi îdiayên pir mezin, ligel hin palpiştên xav, wisa kir ku ji binî ve da ber devê dasê.

Ev awa nêzîktêdayîna digel edebiyatê, bi ya min seqet e û têra xwe bi rîsk e jî. Çi li wêjeya me zêde nake, çi gulî û temberîkan jê re nahûne, kezî û biskan jê re çênake û çavan kil nake, şayik nîne, di binî re dide ber xwe û seqet dike. Îja rexne ew nîne ku çi hate ber devê te hema bibêjî, ew xwedî hin dîsiplînên zanistî ye û herî kêm rexnegirek diviya di warê xwe de “kamil û serwext” be… kesên hêj du gotar nekarî binivîsin, ne rast e yekser xwe li rexnegiriyê –ku pir rîskên wê hene- rakêşe. Heçî rexnegir e, divêt bi rastî jî di warê xwe de pijiyabe. Ligel vana hemiyan jî, gava rexne tê kirin, çawa dixtorek nexweşekê datîne ser maseya ameliyatê divê bi wê pêjinkariya ku mebest jê rizgarkirina nexweş be, berê xwe bidê.

01555295_1402938926625885_2146426534_n

Rexne, ji bo geşkirin û avakirinê ye, ne ji bo herifandin û hilweşandinê ye. Bi kurtî ez weha bêjim, tu kurd î, tu kurdî rexne dikî, divê li gorî vê bê kirin; heta ev pirs di serê rexnegir de zelal nebe, -Erê ez ê xwe lêdim, lê ka dê encamên vê tîra min bigihijin ku derê, dê çi li kurdî zêde bike û riyeke çawa li ber nivîskar û xwendevanan veke… Heke te bi rexneya xwe –jixwe du nivîskarên kurd hene û sê xwêner- welê kirin ku lanetê li xwe bînin û dest ji kurdî berdin, nexwe hingê tu nikarî bêjî min rexneyeke baş kiriye. Yek jî, uslûb di nav vê piyasaya kurdî de pir xirab e. Piştî demekê welê dibe, te dît dest ji berhemê berdan, bi jin û makî xwe dapîvane hevdu. Bo xwedê, ev çend dikare di çarçoveya rexneyê de bête nirxandin?     

Ali Gurdilî: Di jiyana mirovî de, gelekî girîng e ku meriv ji pêşdarazan dûr bimîne û bi awireke nesnel li kirû/olguyên jiyanê mêze bike. Te di nîşeyeke xwe de behsa ‘Niqteya sifirê’ kiriye û wiha gotiye: ‘Niqteya sifirê, ji bo hemû dûrî û nêzîkiyan xwedî heman qonaxê ye. Gava ku mirov ji cihê vê niqteya herî bêbandor çavê xwe li jiyanê bigerîne, ev ê jî bi xwe re avantaja ‘serweriya’ hemû dorgehê bide mirovî. Ji vê niqte/cîgehê ve tu ji bo hemû ‘başî’ û ‘nebaşiyan’ di heman dûr û nêzîkiyê de yî. (2) Gelo meriv dikare vê gotina te, wekî felsefeya te ya jiyanê jî bibîne? Hebekî din tu dikarî rave bikî?  

Omer Dilsoz: Ev nêrîna han, felsefeya min a jiyanê ye. Li vir ez behsa hindê dikim ku pêşdarazî, ew hukm û boçûnên me ji raboriya xwe hildane, li me pesartine û ser me kirine bar, gelek caran li piyên me dialin û dibin sedem ku em nikaribin bi çavekî vekirî û zelal, bi dilekî xwerû û pak binêrine hevdu, ji ser xwe bi kel bînin yanî rakin. Çi ko ev pejanek e ku mirovan li hevdu tal dike. Binêre, ev gotina Zîzek gelekî li min xweş tê; -Heke em çîrokên hevdu bizanibin em ê nikaribin ji hev re neyariyê bikin…” aha, mesele tev ev e. Ji bo em bişên çîrokên hevdu fêr bibin jî, divêt em xwedanê vê cesareta medenî bin ku bikaribin li deriyê hevdu bixin. Yanî pel û agirê xwe bidin hevdu bi qewlê pêşiyên me. Ev nêrîna li cîgeya sifirê, nêrîneke bi paralelê bîr û raya ser binemayê pergaleke ekolojîk-hûmanîst.    

o1798144_1402938709959240_1671807137_n 

Ali Gurdilî: Di peyameke xwe de, tu wiha dibêjî: ‘Di nav xelkê de adet e; heçî zanatir dibe mertebekê bilindtir dibe, lê heçî em in; di nav me de heçî zanatir dibe mertebekê QEDEXEtir dibe. Ev jî cudayî û ferqa me ye, em naşibin xelkê; bo nimûne, di nav xelkê de heçî kevirekî datîne ser rêza dîwarî dibe efsane, di nav me de heçî dîwarî ava dike di bin de dimîne.’ (3) Sedemên vê rewşê çi ne gelo? Çima em kurd, piştgiriya hevdu nakin, gelek xebatan bêrêz û bêqîmet dikin? Kurd, ji xwe nebawer in ez dibêjim qey newsa yan? 

Omer Dilsoz: Sedemê vê pir zelal e; Bindestî. Bindestî ew tişt e ku berî her tiştî karekterê te ji te distîne, tu wek “take” tune yî. Îja çîrok jî ji vir pê de dest pê dike. Ji bo hebûna xwe tu radibî, yanî radiperî. Wê demê tu tevnekê ava dikî. Ev pergala serhildanê, pergala heyî diazirîne û alozî dest pê dike. Îja tu li kîjan aliyê aloziyê bî jî, ji ber ku agir heye û sotin berdewam e, tu ancax bikaribî weke êzingekê hebî; yanî tu tenê dikarî weke qurbanekî hebûna xwe biafirînî. Îja, gava te di vê kêşmekêşê de doza nasnavekê xweser kir, yekser bend têne ber te. Hela bise!… Di rêzên bindestiyê de tu nikarî bi navê xwe, bi îradeya xwe çi keviran deynî ser dîwar, tu ancax dikarî di nav rêzên kevirdaneran de bibî kevirkêşek. Ev bo herdu aliyan jî weha ye. Tu gava bindest bî, tu tune yî. Heke em vî binemayî lênekin, em ê nikaribin mebesta min ya ji gotina jorî fêm bikin. Aha çîroka min jî ji vir pê de dest pê dike. Li gorî vê dîmena min danî, pir normal e ku em kurd, di her warê jiyanê de şerê qadstandinê yê navxweyî bikin. Ev têkoşîna navxweyî, encama bindestiya me ye. Li civateke weha xet pir stûr in û bêwijdan in; Tu an dê pale û neferê aliyekî bî, an jî dê weke moriya nav şerê fîl û kergedanan de bipelçiqî. Her kes dê pê li te bike. Ji bo xwegirtina ber vê, şiyaneke gelekî qewî pêwîst e.        

Ali Gurdilî: Niha tu çi dinivîsînî gelo? Çi xebat di destê te hene a niha? Roman, lêkolîn, helbest? 

Omer Dilsoz:  Niha romanek ber destê min e. Min daye weşanxaneyekê, li benda bersiva wan im. Binêrim, hêj em li serê rêkê ne. Hêj agirê nivîsê nûka nava min de diayise.   

Ali Gurdilî: Weke ku cenabê te jî baş dizane, niha weşan û çapemeniya kurdî, hebekî xitimî ye. Kes bala xwe zêde nade weşanên kurdî. Ti kes ji rewşa heyî ne qayîl e; ne weşanger û ne jî nivîskar û xwendevan jî. Ji ber ku bazar tune. Bi vê rewşê ve girêdayî, pirsa min ev e: Gelo damezrandina sendîqeyeke nivîskarên kurdî, dikare çi bandûra erênî li vê rewşê bike? Pêşniyazên te çi ne li ser vê mijarê? 

Omer Dilsoz:  Te ço/şiv xiste qula zirkêtkan/morqirtkan. Gelek tişt dikarin bêne ceribandin, sendîqeya nivîskaran fikreke baş e, lê hêvîdar im tiştê bê danîn, xwedan bingeh û zemîneke qewî be. Xune çend sal in komela nivîskaran jî heye, lê hebûn û nebûna wê hîç ferq nake. Çi kartêkeriya wê li nivîskaran tune, bi dehan nivîskar girtî ne, bi dehan weşanxane û nivîskarên wan hene, ka çi karê wan li ser vana çêbûye; bo parastina mafên nivîskar û weşangeran çi kevir daniye ser kevirî… Hêj pirsgirêka wê nasnav û qebûlê heye… Îja, sendîqe jî heke dê hema tenê wek nav û tabela be, bila nebe çêtir e. Ez dibêjim, bo nivîskaran pirek lazim e ku wan û xwêneran bigihîne hev. Îja ev dê çawa be, ez jî nizanim çimko hê jî pirsa ma xwênerên kurdî hene, pirseke zal e û guhveçin e. Bi kurt û kurmancî heke perwerdeya bi kurdî nebe, ev kêşe zû bi zû çareser nabe.      

Ali Gurdilî: Ji kerema xwe re, tu dikarî hebekî jî li ser têkiliya edebiyat û felsefeyê rawestî û felsefeyê, ji bo xwendevanên me, pênase bikî? Girîngiya bikaranîna felsefeyê, di wêjeyê de çi ye gelo?  

Omer Dilsoz: Edebiyat ji hemû şaxên zanistê sûdê werdigire û yekser pê re têkildar e. Bifikire, tu romanekê vedihûnî, bo te warek lazim e, hawara xwe diçî erdnasiyê, bo te pêzanînên dîrokî lazim in, kelepor lazim e, çi zanim xwelî lazim e, divê serî li xwelînasan bidî… Bi kurdî mirov û jiyan pêwîst in û tu serî li her tiştê bi wan re pêwendîdar e didî. Heçî felsefe ye, xwêya edebiyatê ye. Ma girara bêxwê rijî nabe, ahe dahênan û vehûnanên wêjeyî jî, bê hizr, bê bîr û ray, weke dara pût in, nava wê xilole ye.    

Ali Gurdilî: Birêz Omer Dilsoz, em gelekî spasiya cenabê te dikin, ku te vê dema xwe da me û pirsên me bersivandin. Wekî malpera Felsefevan, em serkeftinê ji cenabê te re dixwazin.

Hevpeyvîn: Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

03.02.2014 

Omer Dilsoz Kî Ye? 

Omer Dilsoz nivîskarê kurd e. Dilsoz di sala 1978’ê de li gundê Gûzereşê ku bi ser Çelêya Culemêrgê ye, çavên xwe li dinyayê vekirin.

Li gund dest bi xwendinê kir. Piştre li Culemêrgê, di salên lîseyê de ket dû nêçîra peyvan û rahişte pênûsê. Êdî hevala wî ya herî dilsoz pênûs û razên wê ne. Piştî valakirin û xirakirina gundan ji bêgaviyê ew jî ligel malbata xwe li Culemêrgê bi cî bû. Ji sala 2005ê ve ye li Amedê dijî û ligel nivîskariyê bi karê rojnamegerîyê jî mijûl e. 

Herweha di gelek kovarên wekî Gula Tamara, Nûbihar, Tîgrîs, Vesta, Kulîlka Ciwan, Kovara W, Çirûsk, Peyv, Nûbûn, her wiha rojnameya Azadiya Welat û Tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin. 

Berhemên Omer Dilsoz… 

Hêviyên Birîndar, Roman, 2003, Weşanên Aram

Bêhna Axê, Roman, 2005, 207 rûpel, Weşanên Berçem

Bila Gotineke Min û Te jî Hebe, Helbest, 80 rûpel, 2007, Weş: Berçem

Neynika Dilî, Roman, 2007, 250 rûpel, Weşanên Aram

Berbiska Zer, Roman, 2012, 257 rûpel, Weşanên Avesta (4) 

Çavkanî 

1- https://www.facebook.com/omer.dilsoz

2- https://www.facebook.com/groups/omeredilsoz/

3- https://www.facebook.com/omer.dilsoz

4- http://ku.wikipedia.org/wiki/Omer_Dilsoz  

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin