Huner û Berhema Hunerî

Huner û Berhema Hunerî

Huner û Berhema Hunerî  

Bi awayekî estetîkî û bi şeklên (awayên) cihêreng, îfadekirina hest, raman, pêşnûma an jî spehîtiyekê (delalî) ye. Bi awayekî cihêreng şekildan û dîmendarkirina yên spehî (delal) ye. Mesela wêneyeke wênesazekî, helbesteke helbestvanekî, romaneka nivîskarekî bûyera hunerî ye. Em dibînin ku di jiyana rojane de huner, wek karekî pêzanîyê (hostetîyê) tê fikirîn. Di vê wateyê de huner, bi hostetî û bi marîfet, pêkanîna kar an xebatekî û bi vî awayî afirandina hilberekî ye ku bi ecibandineke tê pêşwazîkirin. Di felsefeya hunerê de pirsa: “gelo hunermend berhema xwe çawa pêk tîne? (diafirîne)” tê pirsîn û ji bo vê pirsê jî, bersivên cihêreng têne dayîn.

1- Hunera Bi Awayê Texlîdî ‘Huner Texlîd e.’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, bi texlîda hunermend tê pêk anîn. Hunermend tiştekî ku dibîne, an jî rasteqîniyeke texlîd dike. Di serdema pêşîn de Platon (Eflatûn) û Arîstoteles, ji hunerê re gotine “mîmesîs” ango, texlîd. Huner, di encama texlîdkirina hunermend de dertê holê. Li gor bîr û baweriya Platon, tiştê ku resen e (esas e, bingehîn e) îdea ne. Dinyaya ku em têde dijîn jî, dengvedan, sîh û kopîyeka (jêgirtineka) îdeaya ye. Li gor Platon hunermend divê tiştên xwiyakirî bibîne, ji wan tiştên xwiyakirî derbasê îdeayan bibe û wan texlîd bike ku îdea mînakên yekemîn ên wanekan (nesneyan) in. Li gor Arîstoteles jî, hunermend xwezayê texlîd dikin, ew texlîdker in. Hunermend dikare her dem rasterast xwezayê texlîd bike û dikare li gor awira xwe jî wê vebiguhezîne. Dîsa Arîstoteles dibêje ku li gor awayê texlîdkirina tiştan, mirov dikare hunerê bike lod.

2- Hunera bi awayê afirandinê ‘Huner afirandin e.’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê, huner xebata lêgerîna baş, xweş û tekûzê (mukemelê) ye. Di xwiyakirina xwezayê de tekûzî tune û hunermend jî nikare bi alîkariya xwezayê ên tekûz biafirîne. Hunermend bi tenê, bi alîkariya bikaranîna hêza xwe ya xeyalî dikare ên îdeal biafirîne. Babeta hunerê, ên (ya) îdeal in. Li gor bîr û baweriya Benedetto Croce, huner afirandin e û naşibe tu xebatên mirovî. Çimku huner, çalakiyeka azad e. Ev çalakiya azad jî, tê wateya serxwebûna takekesîtîyê. (ferdîtîyê)

3- Hunera bi awayê leyîstikê ‘Huner leyîstik e’

Li gor vê nêzîkayîtêdanê huner, leyîstik e û ew gelekî dişibin hevdu. Armanca hunerê û ya leyîstikê jî, di nava xwe de ye. Herdu jî ne li pey berjewendiyeke ne. Herdu jî ya mirov ji tengasî û acizbûnên (sitresên) rojane rizgar dikin û mirov ber bi dinya azad ve dibin. Ev raman ji aliyê ramanwerê alman F. Schiller ve tê parastin. Li gor ramana Schiller; “mirov heta ku dileyîze, mirov e.” Di peyva leyîstikê de, qesda wî huner e. Lewra herdu jî ya mirovan ber bi azadiyê ve dibin.

Berhema Hunerî

Afirandina hunermend e, hunermend ji xwe (ji dil, bîr, baweriya xwe…) form û spehîtiyeke dayê, ku babeta nîrxandina estetîkî ye. Madeya hunermend ya ku di dema pêkanînê de bikar tîne, ji bo peykertraş mermer, tunc an jî cas (cils, alçî) e. Ji bo muzîkvanekî deng e, ji bo wênesazekî reng, kaxiz û pênûs in. Hunermend van madeyan bikar tîne û wateyeke dide wan, di dawîyê de dibin xwedîyê weteyeke û bi berhema hunerî tênê bi nav kirin. Bi saya afirandina hunermend; mermer dibe peykereke Musa, reng û boyax dibin wêneyek û deng jî wek besteyên Şivan Perwer dertêne pêşiya me.

Taybetmendiyên Berhema Hunerî

1- Berhema hunerî encama çalakiya (xebata) mirovî, ya bi bîr û bi armanc e.  

2- Berhema hunerî, zewqeka estetîkî û kelecanê dide mirov. Ango, em nikarin bi tu awayî li bendê bin ku di jiyana me ya rojane de berhema hunerî bi kêrî tiştekî were. Ji bilî vê yekê, berhema hunerî ji bo armancên sîyasî û exlaqî jî, nikarin werin bikar anîn.

3- Berhema hunerî kit û tekan e. Bi gotineka din, orjînal e. Wesfa wê ya herî mezin ya ku mirov bi saya wê dikare wê ji nesne/hilberên din ên mirovî veqetîne, xweseriya wê ye. Hege Ehmedê Xanî tunebûna wê Nûbihar, an jî Shakespeare tunebûna wê Macbeth jî tunebûya.

4- Her berhema hunerî, bi heyîneke ku heye re têkildar e. Heyîneke ku kifş (diyar e) e vedibêje, ji wê heyînê perçeyekê radixe holê.

5- Her berhema hunerî hilbera ked, dem û zehmetiyeke dirêj e. Ji ber vê çendê jî, ji bo ku ew bibe xwediyê wateyekê, li hember wê jî divê heyîneke ku jê hez bike an jî jê zewq bigre, hebe.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin