Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn
Huner û Destelat li gel Ibin Xeldûn | Xweşnav Heso
Ibin Xeldûn (1332-1406 .z) dibîne ku huner û şûr li destê xwedanê dewletê de her wekî hevin, carnan şûr bi kar tine û carnan hunerê bi cih tine .
Ber ku bandora hunerê ne kêmtire ji bandora hêz û zoriyê , raste ku huner û hêz nakokin, lê, heger yek ji wan li kar be , cihê yê din ewê nebe , û yek ji wan bêyî yê din nabe û serast nabe , herdû hevdû temam dikin !
Heger huner li kar be , ewê hêz raweste , û gava hêz li dar be bê guman ewê huner li paş be .
Ibin Xeldûn bi vê wateyê me vedigerîne navnîşana hunar û destelatê bi têgeha berfereh , ango li pêştiriya destelatê bo birêvebirin û bidestxistina hunerê , û rawestana wê li kar û naveroka berhemên hunerî.
Lê kengî rola hêzê ye , û kengî rola hunerê ye ?
Li gorî Ibin Xeldûn , rola hêzê di destpêkê û dawiyê de ye , da ku kok û damarên destelatê bi cih bîne û biçespîne , di nava van her du qonaxan de xwedanên hêzê baştirîn karmendin , û cihê wan yê herî bilinde .
Û rola hunerê di nava jiyana destelatê de pêk tê , di navbera destpêk û bervî dawiyê de xwe bi cih tîne , gava ku hêmenî û aramî belavbe , û dema ku êdî hêz nema gerekbe .
Li ser bingeha vê qonaxê , komar an jî destelat bervî dîmenekî din de diçe, û diyar dibe di vê qonaxê de peydabûna hunerê ya ku girdaya aştiyê û hêmeniyê ye, û derbaskirina pêdiviyên sereke bo hemîşeyê .
Di vê bîrdozeyê , Ibin Xeldûn diçespîne li ser yeksaneya jiyana destelatê , û bi vê şêweyê huner kir berdestê destelatê .
Û li gorî vê nerînê eger huner bi tûmî têkeve destê destelatê , gerekiya destelatê bi çek û hêza zorkirinê êdî namîne di demên vehesiyê de .
Ibin Xeldûn dibîne ku bi alîkarî û beşdariya nivîskaran kar û barên komarê serast dibe û saz dibe , û bi şîret û rexnên wan milet çak dibin û bajar şên dibe . nivîskar û huner kar hi boyî padîşah çav û dev û guhin , û mejiyê durist û rastin da ku saz bikin ew tiştên çewt û xwar.
Têkiliya huner û destelatê destpêkeke serekiye ji gerekiya destelatê bo huneriyê , bo ku her dem huner deverên destelatê dozan û rast bike, û di riya şîretên wê ji gel re bi pêdawistên mejî û peyvên giran û tegeh .. ji lewra huner kar ji destelatê re dibe çav û dev û guhdan li gorî nerîn û bîrdozeya Ibin Xeldûn.
Xweşnav Heso
06. 07. 2014
xweshnav.heo@hotmail.com
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…