Hunera Danwelidandinê

Hunera Danwelidandinê
Sokrates wiha bawer kiriye ku nirxên me yên exlaqî yên weke başî, xirabî û erdem, li gor mirov û civakan nayên guherîn. Heke mirov hewl bidin, ew dikarin bi rêbazên aqlî xwe bigihînin wan zanayiyan û jiyana xwe jî, li gor wê yekê bidomînin. Wezîfeya/erka fîlozof jî ew bû ku bi rêya guman, înkar, rexne û lêkolînê, gihêjtina zanayiya têgehên weke <başî>, <xirabî> , <edaletê> û nasandina wan têgehan bû.
Dîsa wiha bawer kiriye ku ev zanayî di rih û mejiyê mirovan de, ji destpêkê/zayînê ve hene. Û Ya girîng jî, derxistina holê yan jî bibîrxistina wan zanayiya ye. Lê ji bo ku mirov bikaribin wan zanayiyan bînin hişê xwe, divabû mirovan alîkariya wan bikira. Sokrates, ji bo peyîtandina vê teoriya xwe, di vê mijarê de alîkariya mirovan kiriye û navê vê rêbaza xwe jî daniye <hunera danwelidandinê.>
Ji bo pêkhatina vê yekê jî, bi mirovan re sohbetê kiriye û ketiye guftegoyan. Di destpêkê de Sokrates her gotiye ku ez bi tiştekê nizanim û wisa dest bi guftegoyê kiriye. Lê di dawiya sohbetê de, bi wan mirovan daye zanîn ku zanyariyên wan çewt yan jî kêm in.
Ali Gurdilî
13.12.2014
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021