Îbnî Sîna

Îbnî Sîna (980-1037)
Îbnî Sîna li rojavayê bi navê ‘Avicenna’ tê naskirin û li cîhana îslamê jî jêre dibêjin ‘Şeyhûl Felasife- ango, Şêxê an jî serokê Fîlozofan’ tê gotin. Îbnî Sîna jî wek Farabî li ser dozîneya Arîstoteles ya ‘madde û formê’ rawestiya ye. Îbnî Sîna jî wek Farabî wiha bawer dike ku hemû heyîn ji xwedê der çûne. Di destpêkê de bi tenê xwedê heye. Ji xwedayê ku heyînek rasteqîn û bivênevê ye, giyanek saf der diçe. Ev giyan (rih), sedemê pêşîn e. Ji vê sedema pêşîn jî, hemû giyan û laşên ku di gerdûnênê de hene der çûne.
Îbnî Sîna ji vê yekê re dibêje ‘aqilê çalak.’
Mirov di asta pêşveçûna rih ya dawî de hilika heyînan dibîne û têdigihêje wan. Dîsa li gor bîr û bawerîya Îbnî Sîna, bextewarî xwepakijkirina rihê mirov û ber bi aqil ve qesidîna mirov e. Îbnî sîna hewl daye ku ya felsefe û olê li hev bîne. Gelekî girîngîyê daye ezmûnê û fîlozofekî rasyonalîst e. Navê wî yê rasteqîn: Ebu Ali el-Hüseyin ibni Abdullah ibn-i Sina el-Belhi ye.
Ali Gurdilî
Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021