Jacques Derrida

(Ez) figûreke ziman e, an jî pirseke ziman e. Ziman jî sîstemeka nîşander e an jî leyîstikek e. Ji bilî ziman, tu tişt tune û hemû tişt di nava nivîsarê/metnê de ne. Rave/şirove, mirovan nabin heqîqetê. Ango, mirov bi raveyan nikarin xwe bigihînin heqîqetê. Rave raveyan, dîrok dîrokan û nivîs jî, nivîsan derdixine holê. Raveyeke ku naguher û mayende be tune.
Jacques Derrida (1930-2004)
Têbinî: Fîlozofê fransî. Poststrukturalîst-postbinyatkar e. Li hember felsefeya ku aqil wek navendê dibîne, derdikeve û bi awayekî pirr dijwar ya modernîzmê rexne dike. Di nav loda felsefeya ku ziman wek navend dibînin de cîhê xwe girtiye. Li gor bîr û bawerîya Derrida, ‘ziman mal a evînê ye.’
Çavkanî: Antoljiya Feylosofan – Ali Gurdilî
Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021