Ji Koyê Dêrsim Heta Bajarê Bi Zindan û Bircên Amed

Ji Koyê Dêrsim Heta Bajarê  Bi Zindan û Bircên Amed

Gername: Ji Koyê Dêrsim Heta Bajarê  Bi Zindan û Bircên Amed 

Roja din em ji xewê radibin. Serê xwe dişon û taştê ya dayika Makbûle amade ye. Em li mala wê, ango lin pijangehê xwarina xwe dixun. Taştêyeke gellekî dewlemend, ez naxwazim qalê bikim, çendku dîsa ez birçî dibim. Lê bi her hawê xwe cêwaz û suriştiye. Her tişt li gorî xwe çêjeke cûda heye. Em taştê ya xwe dixwun, helbet keça dayika Makbûle Nazan,û yê din jî, wê bi tenê nehiştibû û alîkariyê wê dikirin. Ez hêdî hêdî dixwum, daku em hê bêhtir bimînin. Lê dem tê û disekine. Em xatir ji maliya dixwazin. Xatir xwestin kêliya herî tehl û zehmete ji bo min. Helbet ji bo dayika Makbûle û kekê Aydin jî wûsa bû. Dengê dayika Makbûle tê, dibêje; Cîgera min. cîgera min û digirî. Lê em dixwazin mijarê biguherînin.

Gava em ji Dêrsim derketin. Ez bi xwe hisiyam, ku min parçeyek ji dilê xwe li wir hişt û min parçeyek ji Dêrsimê bi xwe re anî bû. Min di dilê xwe de, spasiya çand û baweriya Elewîtiyê kir. Dibe ku zimanê xwe ne parastibin, lê bi ola xwe, cêwaziya xwe parastine heta asteke hêja. Tevî ku pirraniya wan ne bawermendin jî, lê baweriyê weke nirxekî xwe dibînin. 

Wê rojê canê min hinekî diêşe. Hevalê Memo ji dermanê xwe hinekî dide min. Ez bi rêve di xew re diçim, heta bajarê Maden ê, ku ne mezin e. Berê û niha jî navenda madenê sifir e. Beriya Îsa bi hezarê sala ev dever navenda paqir-sifir bûye. Ji bara be jî rêya trêne heye. Meden jî di nava çiya de ye. Lewma berê bûye ciyê şêx Saidê Pîran û serhildanê. Nêzîkî Madenê gola Hezarê heye, hêjayî dîtinê ye. Ez beriya çend sala li gel kekê Ahmed Önal, Îsa Tekîn û hin hevalê din çûbûm û şevekê li wir mabûm. Şeveke xweş bû. Maden di nava çiya de ye, min gotibû. Bi hin hawê xwe dişibe Hewraman, bi qasi ku ez ji dîmena dizanim. Gellek cara Gerîlla ev rê girtibûn. Her weha gava nemir Vedat Aydin kuştibûn, û anîbûn avêtibûn bin pirakê ya nêzîkî bajarê Maden ê. Heta hatibû dîtin cendekê wî werimî bû. Kuştina nemir Wedat Aydin, ji ber axaftina wî ya bi zimanê kurdî bû.  Em dixwazin bêhnekê vedin, lê pismanê Memo, kekê Henîfî ku me hê nenasî li bende me bû.

Em di bajarê Erxeniyê (Erganî) re dibihurin, çavê min bi lewhê Şikeftên Hîlara dikeve, lê dîsa dem astenge. Em di dema civana xwe de gihiştibûn Amîda, Amed, yan jî Diyarêbekir. Kekê Henîfî li nexweşxana dewletê dixebite, em li parkê qasekî li bende wî man û bêhna xwe veda. Bi hatina Henîfî re, berê me li ser sûr û bedan Diyarebekirê bû. Em li ser sûrê re çûn, me zindanê kevnar dîtin. Di serê min re, ev peyva diçû; Ma ji berê de, ev bajara bi zindanê xwe navdar bû? Henîfî bi qasî zanebûna xwe me ronî dike, di derheqa sûr û bedenê de. Helbet ew ciyê ez qalê dikim, birca Ben û Sen e. Paşê em diçin ciya mirada, yan jî deriyê miraza. Ku dil di nîvê bedenê de kolan e. Wûsa jî em diçîn Birca Bizinê. Biqasî ji derve ve bi heşmete, wûsa jî ji hundur ve. Kevnariya wê baş nayê zanîn, û bi qasî hatiye naskirin berê mabeta olî bû ye. Lê negotine ya kîjan olê. Tevî ku ez ne pisporê kevnara me, lê his bi min re çêbûn ku ev berê mabetda êzdiya bû ye.

Paşê em diçin Pira Dehderî, li ser pirê govend, dahol û zirne ya diyarbekir deng vedida. Dengekî ku bi qasî dîroka diyarbekir û qirika kurdî taybet û resen. Daholvan, yan jî domanên bi hemû cûreyê xwe cêwaz min li dem û dewranê berê vedigerînin. Ez qasekî li cem wan radiwestim, û bala xwe didim wan bi heyranî. Paşê em vedigerin, Mizgefta Mezin- Ûlû Camîî. Em dikevin nava avahiyê, pak û bi xwedi bû. Dîwan û erdiyê pak lê raxistîbûn. Ez wê rojê ji xwe biçekî qels û nexweş bûm, min xwe li ber şebakakê drêj kir. Ger bibûya min dixwest razêm, lê nebû. Pêre jî dengê hevalê me dibêje; de ka bila razê belkî Xwedê lê were rehmê. Çi henek be jî, lê meyla dil dide der hinekî. Paşê em diçin dîtina, Qendîla Çarling- Dort ayakli minare. Beriya sed salan, bi darê heman deverê ava bûye, hêjî li ser lingê xwe ye.  Nava kolanê bajêr, ne zêde pak û bi xwediye. Yan jî ji ber qelebalixa zêde ye.

Em diçin nava Dêra Keldaniya. Me bilêt kirîn û em ketin nava Dêrê. Dêr ji ebadetê re girtiye. Em dikevin hundur, dîrok û çîroka dêrê û Keldana nivisî ye. Beriya derketinê em ji xilmetkar di pirsin; Ma hûn jî xirsitiyanin? Ew dibêje; Na xwedê nekî, elhemdullah ez misilmanim. Tenê ez li vir dixebitim, ji bo nanê xwe. Hevalê me dixwazin hê ligel wî bi peyvin, lê dem kurt bû. Em derdikevin, di wan kolanên teng û bi kevir em diçin nav avahiyek kevn, ku jêre dibêjin; Mala çayê.

Paşê em ber bi Dêra Ermeniya ya ku bi alîkariya şaredariya bajarê mezin Diyarbekir vebûye. Em dikevin hundur, ew jî ji ebadetxanê bêhtir weke muzexaneyê ye. Dîmenê zarokê sêwî, yên Ermenî dil dîsa dax dike. Em li ber derî ji xilmetkar dipirsin; Ebaddet lê dibe? Ew dibêje; na hê Keşe nedane vê dêrê. Me pirsî; ma tu ermeniyî? Ew dibêje; Na ez ell.. lê timam nake. Em piştî fermenê qelibîne. Ez misilmanim. Dibêje; çend mal mane li van deveran û li vî bajarî. Lê zêde ne eşkere ne.

Gava em xatirê xwe ji wî dixwazin êdî dem êvar e. Em ji hotêla xwe, ber bi xana Hesen Paşa ve diçûn, li ber deriyê hotêlekê, ez dibînim mêrekî bi grêdan rojava yî, dadikeve ji trimbêlekê. Ez bala xwe didimê dişibe Abdulla Peşêw. Ez baş bala xwe didimê rast ew e, û li nik wî jî serokê Komela Nivîskarê Kurd Şêxmûs Sefer jî heye. Paşê Şêxmûs nêzîkî me dibe, em silavê didin hev. Ev cara yekem bû ku emleqayî hev dihatin. Qala çalakiya ji Peşêw dike, û dibêje; ew bernamzetê me yê Nobelê ye. Em soz didin hev ji bo çalakiya ku Navenda Çanda Cegerxwîn roja din li dar dikeve.

Di wê navênêde, em diçin nav Seraya Diyarbekir. Ew seraya bi nav û deng, ku dengêbêjê êzdiya gava serpêhatiya Şêx Mîrzya Anqosî dikirin. Digotin; Şêxê min o te çikir û te çi nekir, ji bilê şêx Mîrzayê bavê Melo tu kesî dîwarê seraya Diyarbeki bi xwînê sor nekir. Peyvê vê stranê di serê min de dubare dibûn. Em diçin nava avahiyê, ne ji mêjve bi destê şaredariyê ve hatiye berdan. Xebat di nav de heye, û em nikarin bikevin hundur. Ew jî yek ji zindanê bi navûdenge li Diyarêbekir. Êdî tarî ketibû erdê, kekê Henîfî qala esheba dike û pesnê wan dide çawa ketine Diyarbekir. Dixwaze em ciya wan bibînin, lê nema dema me hebû û ji min re weke kurdek pesnê hatina tirka û Mistefa Kemal bide hat. Em ber bi trimbêle ve diçin, nokê teze yê şîn difrotin, em baqekêi dikirin û diçin.

Piştî vê gerê em diçîn mala kekê Wedat û xwûşka Qudsiya. Ji me re serûpê, bi bi navekîdin kelle çêkiribûn. Em nezan nezan li erdê rûdini û lingê me ditevizin. Lê Phîlîpp jî weke me û bi me re heman xwarin xwar û qayil jî bû. Phîlipp bi vî awayê xwe weke gellek rojavahiy ye. Bê xwestekê cêwaz û dilnizm e. Piştî xwarinê keça biçûk Nûjin ya ku çavê teva lê, ji ber xwe diçe hemêza Phîlîpp. Phîlîpp jî wê hemêz dike û pêre dileyize. Weke bixwaze tenêbûna wî parve bike. Piştî şevbihurêrka xwe, em vedigerin hotêlê.

Newaf Miro

newafmiro@gmx.de

10.07.2014 / Didome…

Ger çavkaniya nivîsan neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin