Jiyana Îsa Mesîh

Jiyana Îsa Mesîh

ÎSA MESÎH / Îsayê Nisretê

Ji pirsa “Ma Xwedê heye?” cûda, pirr hindik kes dipirsin gelo Îsa Mesîh hebû an na.

Pirs:
Îsa Mesîh kî ye?
Kengê hatîye dinê?
Tev wî çi qewimîye?
Dinya wî wek kî qebûl dike?
Niha li ku ye?

Îsa Mesîh (z. 8-1 BZ – m. 24–36 PZ); ( bi îbranî.՝ יֵשׁוּעַ יֵשׁוּעַ, Yêşûa Maşîax ; bi yewnaniya kevn․՝ Ἰησούς Χριστός, ).
Mana peyva “Îsa” (bi Îbranî: ישו , Yêşûya) ev e: “Xwedê xilas dike yan Xwedê rizgar die”.
Mana peyva “Mesîh”, (bi Îbranî ev e: יֵשׁוּעַ , Maşîax “yê rûnkirî / yê dohnkirî /.

Bi gelemperî tête qebûl kirin ku Îsa ji rast jî mirovek bû ku 2000 sal berê li Îsraîl li ser rûyê erdê meşiyaye. Gelemşe, gava ku mijara pênasa tam ya Îsa were gengeşî kirin dest pê dike. Hema hema her olê mezin fêr dike ku Îsa pêxemberek bû an jî mamosteyek qenc bû an jî mirovek xwedênas bû. Pirsgirêk ev e ku Încîl ji me re dibêje ku Îsa ji pêxemberek, ji mamosteyek qenc an jî ji mirovek xwedênas zehf zêdetir bû.

Quran qebûl dike ku Îsa ji Meryema keçik çêbû (19:16-33) û dibêje ku wî kerametên nedîtî kirin (5:110). Ew Mesîh e (3:45) û Tewratê erê dike (3:50). Navê wî “Peyv ya ji Xwedê” û “Ruh yê ji Xwedê” tê gotin (4:171). Yên ku baweriya xwe bi wî nayînin, dîwana wan wê bê kirin (4:159). Li gor Quranê Îsa Mesîh pêxemberekî mezin e, lê Mihemed gotinên pêxemberan û nivîsarên Peymana Kevin û Peymana Nû yên li ser Mesîh rast hesab nekirin. Hin dibêjin nivîsar bi xwe hatine guhertin (îspata vê yekê tune), an jî ew xelet tên şîrovekirin (5:47/51; 4:169/171; Tabarî, Ibn Xaldûn).

Kitêba* malbata Îsa* Mesîhê* kurê* Dawid ê kurê Birahîm* ev e:
Birahîm bavê Îshaq* bû, Îshaq bavê Aqûb* bû, Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû, Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû, Perez bavê Hesrûn bû, Hesrûn bavê Aram bû, Aram bavê Amînadav bû, Amînadav bavê Nehşon bû, Nehşon bavê Salmon bû, Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab* bû, Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû, Ovêd bavê Yêşa* bû Û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû. Dawid bavê Silêman* bû, diya wî jina Ûrya bû, Silêman bavê Rêhoboam bû, Rêhoboam bavê Ebiya bû, Ebiya bavê Asaf bû, Asaf bavê Yehoşafat bû, Yehoşafat bavê Yoram bû, Yoram bavê Ûzya bû, Ûzya bavê Yotam bû, Yotam bavê Ahaz bû, Ahaz bavê Hizqiya bû, Hizqiya bavê Minaşe bû, Minaşe bavê Amos bû, Amos bavê Yoşiya bû Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna* Babîlê de çêbûn. Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû, Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû, Zerûbabel bavê Abiyûd bû, Abiyûd bavê Êlyaqîm bû, Êlyaqîm bavê Azûr bû, Azûr bavê Sadoq bû, Sadoq bavê Axîn bû, Axîn bavê Êlyûd bû, Êlyûd bavê Êlazar bû, Êlazar bavê Metan bû, Metan bavê Aqûb bû Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê* bû. Ji Meryemê jî Îsa* yê ku jê re ‹Mesîh›* tê gotin çêbû.

Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş*, ji Dawid heta sirgûnbûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.

Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû:
Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz bizaro ye. Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde. Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê* Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê* Pîroz e. Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.» Ev hemû çêbûn, da ku peyva* ku Xudan* bi devê pêxember* gotibû, bê cih: «Va ye, keçik* wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne. Û wê navê wî Îmanûêl deynin» , ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»
(Metta 1:8-23)

Îsa Mesîh Mizgîniya hatina «Padîşahiya Xwedê» dida (Metta 4:17). Pêxemberên berê gotibûn ku Xwedê wê xilaskarekî (Mesîh) bişîne û di dema Îsa de, gelek mirov li hêviya vî Mesîhê Xwedê bûn. Îsa got ku ew bi xwe ew Mesîh e (Yûhenna 4:25-26). Keramet û gotinên wî yên bi qewet ev yek eşkere dikirin: Wî gelek mirovên nexweş sax kirin û sê mirovên mirî rakirin (Metta 9; Lûqa 7; Yûhenna 11). Wî dikarî gunehên mirovan jî efû bike (Metta 9). Îsa dixwest ku mirov tobe bike, ji gunehê xwe vegere û jiyaneke nû bistîne (Marqos 1:14-15). Yê ku Mizgîniya Mesîh a li ser Padîşahiya Xwedê qebûl dikir, diviyabû Îsa Mesîh Xudanê xwe jî qebûl bike.

Îsa ji şagirtên xwe re li ser jiyaneke nû digot a ku li gor daxwaza Xwedê ye (Metta 5-7) û gelek caran bi meseleyan hînî wan dikir (Metta 13; Lûqa 15).

Di Tewratê de emrê herî mezin ev e: «Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike» û: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.» Îsa ev tam qebûl kir û mana vê hê bêtir şîrove kir (Metta 5:17-48). Xelkê li gotinên wî yên li ser hezkirina rast şaş ma: Wî ne bi tenê got ku mirov ji dijminê xwe hez bike (Metta 5:44), wî bi xwe jî weha kir (Lûqa 23:33-43).

Peyvên Îsa Mesîh bi desthilatî û bi qewet bûn û gelek mirovan ji xwe dipirsî, ka ew kî ye. Hinan digot ku ew yekî dînî ye. Hinan digot ku ew pêxember e. Hinan ew qebûl kir, lê dixwestin, ku Mesîh bi zorê li hember dijminên gelê xwe rabe; çaxê dîtin ku Îsa ev yek nekir, dev ji wî berdan. Hinên din jî ew û Mizgîniya wî ji dil û can qebûl kirin.
Çend caran Îsa Mesîh ji wan re eşkere got ku divê ew bimire (Metta 16; 17; 20), lê wan ev yek fêm nedikir. Lê belê Îsa dizanibû ku Xwedê ew şandiye, da ku li gor gotina Îşaya pêxember di ber mirovan de bimire (Îşaya 52-53), da ku mirov ji gunehan û ji mirinê xilas bibin (Marqos 10:45; Yûhenna 10:11).

Piraniya serwerên dîn li hember Îsa rabûn. Sedem ev bû ku Îsa rexne li wan dikir; wan bi adet û hîndariyên xwe, mana emrên Xwedê xera dikirin û barên giran datanîn ser pişta mirovan (Metta 23).

Ji ber ku di nav xelkê de bandora Îsa mezin dibû, serwerên dîn ditirsiyan ku hukumdariya wan wê ji wan bê standin (Yûhenna 11:47-53). Wan şêwira kuştina Îsa dikirin û bi alîkariya şagirtekî wî, ew girtin. Li ber dîwanê çend şahidên derewîn rabûn, lê şahidiya wan hevdû negirt; lê belê çaxê Îsa got ku ew “Kurê Yê Pîroz, Mesîh” e, wan ev kirin sedemê kuştina wî (Marqos 14:53-64) û ew anîn ber Pîlatosê walî. Bi ser ku wî sedemê kuştina Îsa nedît jî, wî ew da xaçkirin (Lûqa 23:1-25).

Serwerên dîn dizanibûn ku Îsa li ser rabûna xwe ya ji nav miriyan gotibû. Ji ber vê yekê nobedar şandin ber gora wî (Metta 27: 62-66), lê Îsa rabû, ji gorê derket û hat nav şagirtên xwe (Mat 28). Piştî ku ew çil rojan di nav wan de ma û hînî wan kir, ew hilkişiya ezmên û li wir li aliyê Xwedê yê rast rûnişt; ewê li wir be, heta ku ew dîsa vegere.

Têngîz Sîabendî

25.03.2016 

Bersivekê binivîsin