Johann Christoph Friedrich Schiller

Johann Christoph Friedrich Schiller

Johann Christoph Friedrich Schiller (1759- 1805) 

Ramanwerê felsefeya Romantîk ku ev tevger di sedsala 19 an de li Almanyayê derketibû holê, helbestvan, nivîskarê lîstikê û dîrokzan. Ji bilî Goethe yek ji wan pêşengên heyama klasîk ya Alman e. Lîstikên wî di şanoya alman de di loda repertuarên standart de cîh digrin û baladên* wî wek helbestên herî hezkirî têne hesibandin. Schiller, bi nêrînên xwe ên derheqê perwerde û hunerê, navdar bûye.

Di sala 1795 an de  berhema wî ya bi navê “Li Ser Perwerdehiya Estetîk Ya Mirov” hate weşandin. Di vê berhema xwe de Schiller dixwaze ku seranser dîroka çanda Rojavayê raxe ber çavan. Ji ber vê yekê jî wek ramanwerê yekemîn ê ku dabeşbûn û bîyanîbûna mirovê hemdem destnîşan kiriye, tê hesibandin.

Schiller wiha fikiriye ku dermanê vê bîyanîbûn û perçebûna (dabeşbûna) mirovî, huner e. Li gor bîr û baweriya Schiller, li cem mirov du (2) dozînên bingehîn (navajo, içgudu) hene, ku ew jî navajoya sehekî û ya din jî navajoya formel e ku her dem li yekîtî û berdewamîyê digere. Ahenha tê xwestin ku di navbera van du navajoyan de were damezrandin jî, ancax bi alîkariya navajoyeka sêyemîn dikare pêk were. Ev navajoya seyemîn jî, navajoya lîstîkê ye. Navajoya navborî (navajoya lîstîkê) li gor fîlozof, di lîstîkê de xwe dide der.

Li gor nêrîna Johann Christoph Friedrich Schiller

Navajoya sehekî û navajoya formel, bi tenê di lîstîkeke hunerê de dikarin werin cem hevdu û dema ku mirov li ya spehî temaşe dike, rih dikare wê demê di navbera zagona exlaqî û bêgavîyên fizîkî de dorhêleka bextewar pêk bîne.

Ji gotinên Schiller

1– Efûkirin û jibîrkirin, heyfhilanîna mirovên qenc e.

2- Rastî di her şertî de mêweyan dide.

3– Zanyariya min, bila zanyariya porên spî be; lê dilê min, bila ê zarokên bêguneh be.

4- Di qulma xwe de artêşekê hîs dikim- yan serkevtîn yan mirin!

5– Ji tu tiştî natirsim, ji tu tiştî! Ji bilî sînorên evîna te.

6– Giyanên mezin, bi bêdengî tehemûl dikin.

7- Mirov, heta ku bileyîze mirov e.

Balad: Cureyek strana ku li Rojavayê bi hinek reqsan tê strîn.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin