John Locke

John Locke

John Locke – 1632-1704

John Locke, wek damezranerê ezmûngerîya Îngilîz tê hesibandin. John Locke ramana Descartes ya îdeyê ji bo ramanên xwe wek bingeh hilbijartiye, ku îde tê wateya hemû tiştên ku mirov li ser difikire. Descartesî wiha pêbawerbû ku mirov ji zayîna xwe ve xwedîyê van îdeya ye. Belam John Lockê ezmûnger, bi temamî li dijê vê ramanê bû.

Li gor bîr û bawerîya John Lock jî, mirov tu tiştî (îde, raman an jî têgeh) ji zayîna xwe ve nayne. Di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê bidest dixe.

Taybetmendîyên Sereke Ên Felsefeya John Locke

1- John Locke di navbera îde û azmayîşê de têkilîyeka dualî ava dike.

Ya yekemîn: Zêhna mirov di destpêkê de wekî Lewheyeka Vale (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe.

Ya duyemîn: Hemû tiştên ku em pê dizanin ji azmayîşan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekî weke zanayî bipejirînin, berîya her tiştî divê sedemên wê yekê ên ku ji azmayîşê têtin, hebin. Herweha divê teorîyên me yên zanistî jî, ji birêvebirinên aqlî ên razber zêdetir ji azamayîşan werin û xwe bispêrin azmayîşan.

2- Azmayîş, ji aliyê John Locke ve wek du beş hatiye bikaranîn. Li alîyekî ezmûna derveyî, ku xwe dispêre pênc (5) livokên me yên sehekî. Li alîyê din jî ezmûna hundûrîn heye, ku di vê yekê de jî îdeyên ku bi rêya ezmûna devreyî têne bidestxistin, têne bikaranîn.

Li Gor Bîr Û Bawerîya John Locke: Hemû zanayîyên me bi rêya pênc livokên me yên sehekî ne, ku bi rêya ezmûna derveyî têne bidestxistin. Piştra ev daneyên ku bi rêya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşnîyarên basîd in, wek zer, dirêj û tirş, ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û îdeyên tevlîhev, têne hilberandin.

3- Joh Locke îdeyan dike du beş:

1– îdeyên basîd

2- Îdeyên tevlîhev

Îdeyên tevlîhev, bi rêya hevûdûdana îdeyên basîd têne hilberandin. Îdeyên basîd jî, bi rêya bandora nesneyan ku li ser sehekên me dihêlin, têne hilberandin. Îdeyên basîd gellekî vekirî ne, lê îdeyên tevlîhev gellekî berfireh (bergehdar) in.

Wek mînak: Em derheqê nesneyekî de dibêjin ku ew zer e, tirş e, mezin e û hwd. Em van têgehan digihînin leymon û rojê. Bi vî awayî em dibêjin: ‘Leymon tirş e, an jî tîrêjên rojê zer in.’ Û em xwe digihênin îdeyên kompleks.

4- John Locke li gor taybetmendiyên wan, dibêje îdeyên basîd xwedîyê du wesfên cuda ne.

1- Wesfên bingehîn (sereke, esas) : wek hejmar, şekil û tevgerê.

2- Wesfên talî (wesfên di rêza duyem de) : Wek deng, reng û têhm.

Wesfên bingehîn, ji nesneyan têtin û hege ew tunebin, em nikarin têbigihêjin wan. Wek tirşbûna leymonê, ku em nikarin îdeya tirşê ji îdeya leymonê cuda bikin. Wesfên talî jî, li gor yê ku têdigihêjîyê diguhere. Mesela leymon di heman demê de zer e jî, lê li gor ronahîyê dikare bi rengekî cihêreng jî were têgihiştin.

5- John Locek wiha difikire ku nesne têne gihîştin. Têgihîştin bi bandora nesneyan ku bi rêya wesfên xwe yên bingehîn û talî, li me dikin; pêk tê. Îdeyên ku ji nesneyan têne têgihîştin, xwediyê wê hêze ne ku di zêhna mirov de nesneyan temsîl bikin. Bi vî awayî îdeyên ku di zêhna me de hene, amizgerê nesneyên xwe û nûnerên wan in.

6- Pejirandin an nepejirandina îdeyan, amizgerîya wan an jî neamizgerîya wan; zanayîyê derdixe holê.

7- John Lock dibêje 4 hêmanên ku zanayîyê derdixin holê hene.

1- Jevbûn: Veqetandina heyînekê ji heyîneka din û raxistina cihêrengîya wê ya holê. Mesela em dikarin bibêjin ku ‘dar’ eynî xwe ye û ji ‘hesin’ cihêreng e.

2- Tekilî : Diyarkirina têkiliya di navbera du heyînan de. Mesela wek diyarkirina têkiliya di navbera sêkoşe û çarkoşe de.

3- Girêdana bivênevê û hebûna bi hevre: Ji bo pêkhatina îdeyeke tevlîhev, pêdivî bi gellek îdeyên basîd heye. Mesela îdeya televîzyonê. Em dizanin ku îdeya televîzyonê ji gelek îdeyên biçûk pêk tê, lê ew hemû bi hevdû re îdeya televîzyonê pêk tînin.

4- Hebûna rasteqînî: Divê îdeyek bi rastî jî nesneyeka ku heye, temsîl bike. Mesela dema em behsa darê bikin, divê ev têgeh di xwezayê de temsîla darê bike.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin