John Locke

John Locke

Mirov ti tiştî (îde, raman yan jî têgeh) ji zayîna xwe ve nayne. Çimku, di destpêka jiyanê de zêhn, bi rêya têgîhan û fikirînê, zanayiyan bidest dixe. Zêhna mirovî di destpêkê de weke Lewheyeke Vala (Tabula Rasa) dest pê dike û her diçe (bi berfirehbûnê re) îdeyan bidest dixe. 

Hemû tiştên ku em pê dizanin ji azmayîşan têtin. Ji bo ku em bikaribin tiştekê weke zanayî bipejirînin, berîya her tiştî divê sedemên wê yekê yên ku ji azmayîşê têtin, hebin. Herweha divê teoriyên me yên zanistî jî, ji birêvebirinên aqlî ên razber zêdetir, ji azamayîşan werin û xwe bispêrin azmayîşan. 

Hemû zanayiyên me bi riya pênc livokên me yên sehekî ne, ku bi rêya ezmûna derveyî têne bidestxistin. Piştra ev daneyên ku bi rêya sehekan têne bidesxistin (ku ev pêşniyarên sade ne; wek zer, dirêj û tirş, ku wesfên yekemîn in) li hevdu têne girêdan û îdeyên tevlîhev, têne hilberandin.   

John Locke |1632-1704

Çavkanî: Felsefe û Jiyan | Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin