Kolandina Xendekan, Hincet û Derewên Dewleta Tirk

Kolandina Xendekan, Hincet û Derewên Dewleta Tirk
Ji roja pêşî ve min di derheqê kolandina çal û xendekan de, bi eşkerayî fikrê xwe gotiye û ez dibêjm. Bi kolandina çal û kortan, bi kolandina xendekan kurdan tiştek bi dest nexistine. Beravajiya wê, gelek bajar û navçeyên Kurdistanê wêran bûne, mal û milkê xelkê şewitî ye û bi sedê hezaran kurd, bûne koçber. Bi milyonan kurd, ji kar û barên xwe mane û bajarên xwe terikandine û bi hezaran mirov jî hatine kuştin.
Dewleta tirk jî kolandina xendekan ji bo xwe kiriye hincet, şûr û mertal û hovîtiya xwe, li ser serê kurdan li ba dike û Kurdistanê wêran dike. Ji ber vê yekê jî, temamiya cîhanê çavê xwe ji vê hovîtiya dewletê re digre û naxwaze ku bibîne, çimku dewleta dagirker dibêje ku ‘şîdet heye û nabe ku ez rawestim.’ Lewma jî, ez hêvîdar im ku ev rê û rêbaz, demildest werin teriqandin, da ku dewlet nema vê yekê bike hincet û rêya rêbazên aştiyane bikaribe vebe.
Ji bo vê yekê jî, heke dewleta tirk ji dil be dikare çend biryarên xwe yên erênî ragihîne bîr û raya cîhanê yên wekî:
1- ‘Efûyekî giştî ya siyasî’ ya bêşert û qeyd.
2- Bi awayekî fermî naskirina zimanê kurdî
3- Mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî
(Ji dibistana destpêkî heta xilaskirina zaningehê)
4- Dayîna zirar û ziyanê kurdan, yên ku ji ber pevçûnan zererê ditîne.
5- Ji bo parastina çand û zimanê kurdî, projeke aqilmend ya xwedîbutçe
6- Di Qanûna Bingehîn ya Tirkiyeyê de, naskirina nasnameya kurdan
7- Ji bo pêşvebirina bajar û navçeyên kurdan, divê bajarên kurdan wekî bajarên afetê werin îlankirin û ji bo avakirina wan jî, divê butçeyeke baş were terxandin û hwd.Bêguman meriv dikare lîsteyê zêdetir jî bike, lê niha min xwest ku ez tenê çend xalan bînim zimên û bala çend kesên têkildar bidim ser vê mijarê. Bi hêviya ku şer raweste û kurd bikaribin vegerin rojên xwe berê yên asayî.
Ali Gurdilî
[email protected]
06.02.2016
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021