Lêkolînên Dawî yên li ser Rojgera Gelawêjê

Lêkolînên Dawî yên li ser Rojgera Gelawêjê

Em jê haydar in ku heya vê demê jiyana bo jîndeyan bitenê li ser rojgera me ya ku di pergala rojê de ye, pêkan e. Rojgera Marsê demekê rojgereke germ û biav bûye ku piştî çend bêtarên xwezayî sar û ziwa dibe. Li gorî lêkolîneke nû demekî dirêj li ser rojgera Venûsê (Gelawêj-Stêrka Şivanan) jî jiyana bo jîndeyan pêkan bûye.

Zanyarên Enstitûya Goddardê ku NASA ji bo lêkolîn û xebatên fezayî ava kiriye, di encama lêkolînekî xwe de bidestxistin ku li ser rojgera Venûsê bi qasî 2 mîlyar sal derfetên vejiyînê hebûyê. Lêbelê rojgera Venûs ne rojgera berê ye, lewre germahiya li ser rojgera Venûsê car caran digihêje 462 santîgratê û atmosfera wê jî bi tevahî ji karbondîoksîtê ye. Bi ser de jî Venûs li gorî rojgera me girantir diçerixe: rojekê li ser Venûsê, 117 rojên li ser gerdûnê ye û ji ber rojên dirêj bandora tirêjên tavê jî li ser atmosfera Venûsê zêde bûye. Eger ne ji çerixîna bilez ya rojgera me bûya, wê niha li ser rojgera me jî weke li ser rojgera Venûsê derfetên vejiyînê tune bûya.

Demeke dirêj wisa dihate zanîn ku giran-giran çerixîna Venûsê ji ber atmosfera wê rojgerê bû û ev jî dihate wê wateyê ku atmosfer her tim li hawirdora rojgerê hebûye û ji ber vê jî rojger her tim germ û derfetên vejiyînê peyda kiriye. Lê teorî ji hêla zanyarên Enstitûya Goddardê ve hate pûçkirin. Anthony Del Genio ji Time re wiha dibêje: “Ji ber giran-giran çerixîna Venûsê, atmosfera wê her tim li hember tirêjên tavê maye ku atmosfera wê germ bûye û ev ji li ezmanê rojgerê ewrên reş û tarî peydakiriye û pê re jî destpêka baranê bûye. Ewrên reş û tarî her li ezmanê Venûsê mane û weke şemsiye karê parastina Venûsê li hember tavê kiriye. Ji ber vê parastinê germahiya li Venûsê ne ewqas zêdebûye û bi qasî 2 mîlyar sal ber xwe daye. Ji ber vê jî jiyana li ser Venûsê pêkan bûye. Lêbelê ji ber ku germahiya tavê zêde dibe, germahiya atmosferê jî pê re zêde dibe û derfetên jiyana li ser Venûsê jî ji holê radibe.”

Metîn Eser

Çavkanî: Time

Bersivekê binivîsin