Lêkolînên Li Ser Atmosfera Rojgera Marsê
Lêkolînên Li Ser Atmosfera Rojgera Marsê
Nina Lanza û zanyarên din yên ji ezmûngeha Los Alamos National Laboratory ku li New Mexicoyê ye, li ser xebatên Curiosity (wesaîta robotî) ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, lêkolînên xwe pêk anîn û bi rêya kovara Geophysical Research Letters ragihandin. Dibe ku demeke dûr û dirêj li Marsê atmosfereke pirr dewlemend ya bioksîjen hebûye.
Robot bi lazerê ji baxir û zinarên li Marsê, tespît kirina manganoksîtê pêk aniye, mangan mîneralek e ku bi oksîjenê re pêkhateyên pirr dewlemend jê çêdibe. Nina Lanza wiha dibêje; “Ligel vê yekê mîcro-organîzma jî dikarin manganoksîtê çêbikin, lê em di wê bîr û baweriyê de ne ku peyda bûna micro-organizmayê li Marsê ne gengaz e.”
Elementên dewlemend yên bi manganoksît ji bilî peyda bûna avê û di bin şert û mercên jeng girtinê de bi xwe xwe nikarin çêbibin.
Zanyar wiha didomînin; “Ji ber vê jî, divê teqez li Marsê atmosfereke pirr dewlemend ya bioksîjen hebûye û dîsa ji çavkaniyên ku gol û rûbarên li Marsê destnîşan dikin, tê dîtin ku Mars û rojgerana me pirr li hev çûne.”
Metîn Eser
Çavkanî: BELGA