Li Cem Fîlozofên Îslamê Têkiliya Dîn û Felsefeyê

Li Cem Fîlozofên Îslamê Têkiliya Dîn û Felsefeyê

Zanîn xwe nasîn e.
Mîr Celadet Bedirxan
 

Li Cem Fîlozofên Îslamê Têkiliya Dîn û Felsefeyê

Di navbera dîn û felsefeyê de her dem gengeşiyek çêbuye. Ev gengeşî tenê ne di nava filozof ramangêrên Îslamê de lê belê di nava filozof û ramangêrên Îsevîya de jî her dem xurt bûye. Hin caran dîn û felsefe mil dana hev kû zanîna rastiya jiyanê bi rasteqînî bivînin û bidin dîtin. Hin caran dîn berê felsefê daye û hin caran jî felsefe dîn û baweriyê nepejirandiye û jibo felsefê wek astengiyek dîtiye. Di vî hewldan û gera heqîqetê de hinek caran dîn û bawerî bandorek mezin li ser ramanê fîlozofa kiriye, hinek caran jî felsefe û aqil bêtirîn vî bandorê pêk aniye.

Di vî ceribandinê de emê fikrên ramangêr û fîlozofên Îslamê binirxînin, ka van ramangêran di gera heqîqetê de rolekî çewa didin dîn û felsefê an aqil û baweriyê.

Lê pêşiya ku em bikevin mijara fikrên fîlozofa , em vî jî bibêjin ku felsefeya Îslamê tenê ne bi rengekî ye. Hinek caran aqil û felsefeya Yewnan bandorek mezin li vî felsefê û fîlozofa dike. Wek Meşşaî’ya (Meşşaî ji wan kesan re dihate gotin ku dimeşiyan û ders didîtin, mezinê Meşşaiya meriv dikare bibêje ku Arîstoteles e ) ku Kîndî, Farabî, Îbnî Sîna û Îbnî Ruşd di vî komê de tên pejirandin. Ji sedsala 9 an heta sedsala 12 yan ramanên Meşşaiya li ser fîlozofên Îslamê bi bandor buye, piştî sedsala 12 yan felsefeya Îşraqî û felsefeya Tesewwufî bêtir bi bandor buye. Di Îşraqiya de fîlozofê sereke Suhrewerdî ye û di felsefeya Tesewwûfî de meriv dikare Îbnî Erebî (Mihyedînê Erebî) binirxîne.

Kîndî

Kîndî di nava nijada Ereb û Îslamê de –bi giştî- fîlozofê yekemîn tê pejirandin (Sedema ku em dibêjin bi giştî jî ev bû; ramangêrê navdar Îbnî Mîskeyev dibêje ku fîlozofê Îslamê ê yekemîn Hz. E’lî ye). Kîndî nêrîna misilmana ji Kelamê derbaskirina felsefê de rolekî girîng dilîze. Kîndî dibêje ku di nava felsefê de ê herî bi nirx û mertebeya wî mezin e ‘’felsefeya ewil/metafîzîk’’ e. Lê belê cara yekem vî tiştê Arîstoteles dibêje. Ew derheqê felsefê de wusa dibêje: ‘’Li gorî qeweta xwe hînkirina heqîqeta eşyayê ye’’. Mijara felsefeya ewil/metafîzîk jî ev e: Zanîna tiştên ku naguherin.

Kîndî dibêje teqes bê felsefe nabe; lewra ê ku li dijî felsefê dertên jî alavên/argumanên felsefê dişixulînin û pêk tînin. Kîndî dibêje felsefe li gorî baweriya dîn pêwîst û şert e. Kîndî zanîna wehyê jiber ku li gorî zanîna felsefê zelal û safî dibîne; dibêje zanîna wehyê ji zanîna aqil/felsefê bilindtir e. Wek hevoka dawî em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Kîndî mijar û armanca dîn û felsefê hevpar dibîne. 

Farabî

Farabî jiber ku berhemê Arîstoteles bi şiklekî mantikî cara yekem şîrove kiriye jêre tê gotin mamosteyê duyemîn (Arîstoteles mamosteyê yekemîn e). Farabî jibo felsefê wusa dibêje: ‘’Xebatên ku mirov li gorî qeweta xwe bişibe Xweda.’’ Bi rastî şiroveyekî ku dişibe vî şîroveyê Platonê Yewnanî jî dike. Wek Kîndî, li gorî Farabî jî mijar û armanca dîn û felsefe yek e. Lê li gorî Farabî xebatên felsefê ji dîn bilindtir e; lewra felsefe hem bi teorîk hem jî bi pratîk li gorî dîn bêtirîn bi birhan/delîl xeber dide. Farabî bi berhema xwe yê bi navdar Dewleta Îdeal de jî diyar dike ku fîlozof jibo rêveberiya dewletê de şexsê herî girîng e û meriv dikare bibêje ku fîlozofa ji pêxembera jî bilindtir dîtiye.

Îbnî Sîna

Li gorî Îbnî Sîna zanîna heqîqetê yek e, û ger dîn vî heqîqetê dikaribe nîşan bide lazim e felsefe û aqil jî vî heqîqetê nîşan bidin. Li gor Sîna mirov hem bi baweriyê hem jî bi aqil dikare rastiya heqîqetê hîn bibe. Sîna jibo baweriyên dînî çarçoveyên rasyonel afirandiye. Ev jibo Sîna û felsefa wî taybetmendiyekî mezin e. Sîna dibêje heqîqet di metnên dînî de jibo ku hemû mirov fehm bikin bi mînakan û hêsanî hatine ragihandin. Lê di metnên felsefê de xebatek entelektuelî pêwîst e. Sîna xebatên felsefê jiber ku di tetmînkirina aqilê de bi birhan/delîl kî tam dibîne , felsefe ji dîn bilindtir dipejirîne. (Di heqê birhan/delîl de sûreya Beqara, ayeta 260 a de mînaka Hz. Îbrahîm jî balkêş e; lewra Hz. Îbrahîm jiber ku dixwaze tam û bi birhan ka Xwedê çewa miriya zindî dike hîn bibe daxwaza mesela zindîkirinê ji Xweda dixwaze, tenê jibo ku qelbê Wî tetmîn bibe). Dibe ku ji sedema tetmînkirinê Îbnî Sîna aqil ji baweriyê bilindtir dibîne.

Bi anekdotekî, dawî bidin mijara Îbnî Sîna. Sîna dema li ser pirsgirêkekî felsefê dixebite û dike nake çareserî ji wî pirsgirikê re nabîne, diçe du rikeet limêj dike, da ku pirsgirêka felsefê bi alîkariya Xwedê çareser bibe. Ev mînak dibe ku ne rastbe jî, lê jibo ku meriv psîkolojiya fîlozofên Îslamê fehm bike, mînakekî balkêş xuya dike.

Îbnî Ruşd

Bi giştî di felsefê de bi taybetî jî li ser têkiliya dîn û felsefê de Îbnî Ruşd jibo fîlozofên misliman û mesîhiya gelekî girîng e. Lewra bi saya Ruşd, Ewropa cewhera Yewnana Kevin(Arîstoteles) nas dikin. Ger Îbnî Ruşd xebat û şîroveyê giranbiha li ser berhemên Arîstoteles nekiribûna wê milletên rojavayê dinyayê Arîsto nas nekirina. Jiber vî xebata Îbnî Ruşd jêre wek pesn û qedrek wusa hatiye gotin: şêxê şîroveciya, şîrovekar û h.w.d.

Li gorî nêrîna Îbnî Ruşd dîn û felsefe bi hev re şer nakin, lê tam li dijî vî lihev dikin. Lewra Ruşd jibo vî teoriya xwe xurt bike ji ayetên Quran’ê gelekî mînaka tîne. Yek îdîaya Ruşd jî ev e ku dibêje metnên dînî herî zêde bi xebatekî felsefî têne fehm kirin. Dîsa Ruşd dibêje dîn û felsefe wek du zarokên ku ji dayîkekî şîr dimijînin…

Îbnî Ruşd dibêje jibo merivên bawermend, fikrîna ser şerîe’ta Xweda (qanûnên Xweda) şert û pêwîst e. Lê şertekî Ruşd heye; dibêje mirovên bawermend pêşiya ku li ser heyînên cîhanê bifikirin pêwîst e ku pêşî bawer bikin. Lewra fîozofê Îsevî Thomas Aquînas li ser vî babetê wusa digo: ‘’heya hûn bawer nekin; nikarin fehm bikin…’’*

*mesela bawerîkirinê tiştek balkêş e. Em bi mînakekî biçûk rave bikin. Jinekê ku bi hemle nabe (pirsgirêk ji wê an ji mêrê wê be firq nake), diçe gundekî cem jinekê an mêrekî pîr, da ku bi saya dermanên wan Xweda zarokek bidê, jin/mêr jêre wusa dibêjin: Tu bawerî pê neyînî ku bi hemle bivî û zarokê te çêbive, nê vêderê! Ew jî pêşî bawerî dixwazin.

Suhrewerdî

Suhrewerdî fîlozofekî Kurd e û di dema Silhedînê Kurd de jiyaye. Hevaltiya Suhrewerdî bi kurê Silhedînê Kurd re hebuye; lê mixabin li gorî ku tê ragihandin bi fermana Silhedîn 38 saliya xwe de tê kuştinê.

Peyva Îşraq tê wateya  ‘’dema derketina tav de ronîbûn’’. Ev peyva îşraq, ronîbûn, nûr jibo felsefeya îşraqiyê û felsefeya Suhrewerdî gelekî girîng e. Lewra bi saya vî ronîbûnê pêdivî bi aqil namîne; jiber ku rastiya heqîqetê raste rast bi vî ronîbûnê digihije mirova.

Di avakirina felsefeya Îşraqê de bandora felsefeya Meşşaiya gelekî heye. Lewra tê ragihandin ku Îbnî Sîna jî dawiya kariyera felsefeya xwe de xwestiye li ser hîkmeta rojhilat û hizirkirin bisekine, lê ev tişt pêk nehatiye; li gorî Suhrewerdî jiber ku Îbnî Sîna çavkaniya hîkmeta Xwedayî fehm nekiriye, di vî xebata xwe de bi ser neketiye.

Li gorî Suhrewerdî, gihiştina heqîqetê de du rêyê ku hev û dû temam dikin hene;

1-)Fikirandin û xebitandina mêjî ku jêre dibêje ‘’behs’’

2-)Kişandina zikr û safîkirina exlaqê ku ev jî ‘’teelluh’’ e.

Di riya heqîqetê; ê ku zanîna heqîqetê bi zikr û exlaqekî paqij dibînin ji wan re jî dibêje ‘’muteellîh’’

Ê ku zanîna heqîqetê digerin li gorî Suhrewerdî sê kom in;

1-) Ê ku ‘’teelluh’’ digirin û têkilî bi ‘’behs’’ naynin. Suhrewerdî di vî komê de pêxember û mutesewwifê wek Mensûrê Xellac û Beyazidê Bestamî dibîne.

2-)Ê ku pey şopa  fikir û ‘’behs’’ê ne ku di vî komê de jî Arîstoteles, Farabî û Îbnî Sîna henin.

3-) Ê ku her du riya jî dişopînin. Suhrewerdî xwe û fîlozofê Îşraqê di vî komê de dihesibîne.

Tê ragihandin ku Suhrewerdî di avakirina felsefeya Îşraqê de gelek di bin bandora Zerdeşt de maye (lewra Zerdeşt jî li gorî hin çavkaniyan pêxember, hin çavkaniyên din jî fîlozof tê pejirandin). Suhrewerdî li pey şopa zanîna heqîqetê de hem rêbaza felsefê û hem jî pakbûna exleqê pejirand û di 38 saliya xwe de li dora pêncî berhemên felsefê û tesewwûfê hişt û çû cem Nûrû-l Enwar’ê (Nûrê Nûra) xwe.

Seîdê Kurdî

Seîdê Kurdî jî wek Sedettînê Teftezanî (Teftezanî ji peyva ‘’tev zane’’ tê; lewra Teftezanî ji ber ku gelek tiştan zanibiye jêre wusa gotin e) û Suhrewerdî yek ramangêr û zanyarên Kurda ye. Seîd di ciwaniya xwe de bi felsefe û zanistên pozîtîf re gelekî mijûl buye. Tu gotin ku Seîd di ciwaniya xwe de Suhrewerdî xwendiye; lê ji ber ku di medreseyên Kurdistanê de fîlozofên wek Suhrewerdî nedihatin xwendin dibe ku ev agahî ne rast be an jî Seîd dema li Wanê li konaxa Tahîr Paşa’de deh sal maye dibe ku li wir xwendibe.

Seîd felsefê dike du beş;

1-)Felsefeya ku bi şerîeta Xwedê re li hev dike

2-)Felsefeya bê dîn.

Seîd dibê di dîrokê de kengê felsefe ji wehyê re bûbe alîkar ew dem medenîyet bi pêş ketiye û kengê li dijî şerîeta Xweda derketibe ew dem medeniyet li paş ketiye. Herhal jiber vî nêrînê xwe Seîd dibêje Îslamiyet di sê sed salên ewil de pêşve çuye û misliman serfiraz bûne  û du sed salê piştî wî piçek be jî dîsa pêş de çuye. Lê belê 8-9 sed salên du van salan de tê tarî ye û pêşketin tune ye. Dema em li dîrokê mêze dikin ew 8-9 sed salên ku Seîd dibê tarîtiyê de derbas buye piranî dema Osmaniyan e. Osmaniyan her çiqas di warê siyasî û leşkerî de pêş ketibin jî di hêla fikr û sene’t û zanistê de paşve maye. Meriv bi hêsanî dikare der heqê medeniyetê de fikrên Seîd wusa şîrove bike, ku Seîd pêşketina medeniyetê bi eskerî nabîne li bi zanist û sene’t û fikir dibîne.

Seîdê Kurdî Quran wek mamoste dîtiye û gotiye: ‘’min raste rast nîşan da ku esasên Îslamiyetê wusa kûr in, kû kûrahiya esasên felsefê nikarin bigijinê… ‘’ Li gorî Seîd aqil bi serê xwe nikare hebûn û wateya hebûnê fehm bike. Jiber vî tiştê Seîd rexneyên mezin li felsefeya madeperest û pozîtîvîsta dike. Fîlozof bi aqilê xweyê mirovî nikare nikarin heqîqetê bi heqqî bivînin; ji ber vî yekê aqilê rehmanî lazim e.

***

Di dawiya vî xebata xwe de em dikarin bibêjin ku di nav fîlozof û ramangêrên Îslamê de nirxandina felsefê ne bi reng û dengekî ye. Lewra di Kîndî de felsefe şert e lê di binê dîn de ye, di Farabî’de jî felsefe şert, hetta ferz e û jiber ku felsefe bi bi delîl tevdigere esasên wî ji esasên dîn bilindtir in. Li gorî Îbnî Sîna jî ger heqîqet yek be û ev heqîqet bi dîn bê dîtin, lazim e ku felsefe jî bi rêbazên xwe vî heqîqetê bibîne. Hemû xebat û derdê Sîna ev bû û ew jî wek Farabî jiber ku bi birhan e esasê felsefê ji esasên baweriya dîn bilindtir dibîne. Di Îbnî Ruşd de felsefe û dîn wek du zarokên ku ji dayîkekê şîr dimijînin û di gera heqîqetê de tenê rêbazên wan cuda ne. Suhrewerdî jî di gera heqîqetê de hem felsefê hem jî tesewwûfê bi kar tîne û jiber ku hin rastiya raste rast û bi zimanê felsefê dibêje, di temenekî ciwan de diçe ba Nûrê Nûra. Seîdê Kurdî jî felsefeya ku bi wehyê re lihev dike bi nirx dibîne û jêre dibêje hîkmet, lê belê li gorî wî esasên felsefê nikarin bigijin kûrahiya esasên Quran.

***

Belê me di vî xebatê de qala têkiliya dîn û felsefê kir û di heqê vî mijarê de fîlozof û ramangêrên Îslamê çi gotine rave kir; tenê jibo ku em ji KOVARA FELSEFEVAN re bibêjin: Tu bi xêr hatî!

Ridwan Yildiz / Zaningeha Artuklu, Beşa Felsefê

Çavkanî

1-) Arîstoteles, Metafîzîk, wer, Prof.Dr. Ahmet Arslan, Weşanxanê Sosyal, Stenbol, 2014

2-) Cevîzcî, Ahmet, Dîroka Felsefê, Weşanxanê Say, Stenbol, 2010

3-) Farabî, Dewleta Îdeal, wer, Prof.Dr. Ahmet Arslan, Dîwan Kîtap, Stenbol, 2013

4-) Kaya, Mahmût, Ji Fîlozofên Îslamê Metnên Felsefê, Klasîk, Stenbol, 2010

5-) Nûrsî, Seîd, Mûhakemat, Weşanxanê Soz, Stenbol, 2012

6-) www.felsefevan.org

Bersivekê binivîsin