Li Kamboçyayê Jêmayên Bajarên Nû Hatin Vedîtin

Li Kamboçyayê Jêmayên Bajarên Nû Hatin Vedîtin

Li Kamboçyayê Jêmayên Bajarên Nû Hatin Vedîtin

Şûrwarnas Damian Evans bi alîkariya teknîkên lazerê şopa çend bajarên mezin yên di binê daristanê de ne vedîtin ku pirr nêzikî perestgeha Angkor Wat ya di sedsala 12an de hatiye çêkirin û li Kamboçyayê ye. Hin ji bajarên vedîtî ji paytexta Phnom Penh ya Kamboçyayê mezintir in.

Şûnwarnasê Awistralyayî Damian Evans ji rojnameya The Guardianê re wiha dibêje; “Me di binê daristanên ku li nêzikî perestgeha Angkor Watê ne, vedîtina tevahiya bajaran pêk anî.”

Lêkolîn di sala 2012an de destpêkiriye û bi rêya ji firokeyê şandina tirûskeyên lazerê nexşeya bajarên di binê axê de hatiye vedîtin ku giş bi hev re bi qasî 2.000 metre çargoşe mezin e. Di destpêkê de bajareke piçûk(Mahendraparvata) hatiye vedîtin ku bi rê û cihokan ve girêdayiyê perestgeha Angkor Watê bûye. Evans wiha didomîne; “Vê carê me tevahiya nexşeyê bidest xist ku pirr mezin e, hin bajarên vedîtî ji bajarê Phnom Penhê mezintir in.”

Angkor Wat perestgeha herî navdar ya Kamboçyayê ye û di lîsteya kelepora cîhanê ya Unescoyê de cihê xwe girtiye. Angkor Wat dîsa li ser alaya Kamboçyayê hatiye teswîr kirin. 

Metîn Eser 

Çavkani: Journal of Archaeological Science

14.06.2016 

Bersivekê binivîsin