Li Machu Picchuyê Lêkolînên Şûnwarnasan

Şûnwarnas li Machu Picchuyê şopên çanda-keleporeke din ku ji çanda Împaratoriya Înkayê kevntir e, vedîtin. Rojnameya Perûyê ya bi navê El Comercio vedîtina petroglîfê wiha ragihandin; “Lêkolîner di lêkolînên xwe de rastî petroglîfekî hatin ku birîn û şopên li ser petroglîfê ji huner û hostatiya Înkayiyan cuda bû.”
Şûrwarnas José Bastante wiha dibêje; wêneyê ku şivan bi lamayê re hatiye xêzkirin li ser baxir-zinarekî ya bi qasî 100metre ji bajarê Machu Picchuyê dûr bû, hate vedîtin û bi qasî 800 salan kevn e. Machu Picchu di serdema 15an de ji aliyê Înkayiyan ve hatiye avakirin, wêneyê vedîtî delîl û jêderka pêşin e ku destnîşana çandeke din ya beriya çanda Înkayiyan dike. Ji bo ku lêkolîner û şûrwarnas di lêkolîna xwe de aciz nebin, cihê lêkolînê nehatiye diyarkirin û serîlêdana cihê lêkolînê jî ne pêkan e.
Metîn Eser
Çavkanî: BELGA
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021