Li Meksîkayê Mîkrobên Nû Hatin Vedîtin

Di krîstalên pirr binav û deng yên di kana Naicayê de têne dîtin ku Naica li Meksîkayê ye, vedîtina mîkrobên nedîtî pêk hat. Dibe ku mîkrobên nedîtî û nenas bi qasî 50.000 sal e xwe di krîstalên pirr binav û deng de vedişêrin. Ji vedîtina mîkrobên nedîtî û nenas tê fahmkirin ku mîkrobên nedîtî û nenas di krîstalên pirr binav û deng de ketibûn xewa kûr û giran, û bi qasî 50.000 sal xwe di tûrikên şilavî yên di nav krîstalan de veşartine.
Zanyarên Institute Astrobiology (Enstitûya Astrobiyolojî) ya NASAyê bi xebatekî mîkrobên nedîtî ji xewa kûr û giran hişyar kirine. Kana Naicayê ku jê re Şikefta Krîstalê jî tê gotin, dişibe bihuştê. Şikefteke pirr xweşik û bi qasî wê jî şikefteke pirr germ e. Germahiya di wê şikeftê di navbera 45 û 65 santîgratê de ye û nem/hîta di şikeftê de jî ji sedî nod û nehe ye. Asîda di hewaya şikeftê de pirr zêde ye û ji ber vê jî tahma hewayê jî tirş e, bi qasî 300 metreyê li binê erdê her derê şikeftê tarî ye.
Taybetmendiya sereke ya şikeftê krîstalên selenît yên pirr mezin û dirêj in. Heya vê demê di krîstalên selenît de mîkrobên cihêreng xwe bi awayeke pirr baş û ewle veşartibûne. Pirraniya mîkrobên nedîtî û nenas li cihê ku krîstal hatibûn dîtin, ji xewa kûr û giran hatine hişyarkirin. Lêkolînerek wiha berdewam dike; “Ji vê vedîtinê tê dîtin ku her çiqas derfetên vejiyînê bi şert û mercên giran bêne pîvandin jî, her tim hêviya li ber xwe danê xurt dimîne. Mîkrobên nedîtî yên bi qasî 50.000 sal e di xewa kûr û giran de ji me re destnîşana agahiyeke pirr girîng jî dikin.
Li Marsê û rojgerên derfetên vejiyînê pêkan e? Eger li Marsê û rojgerên din vejiyîn pêkan be, çiqas e? Em li wir demeke dûr û dirêj dikarin bijîn an na?” Beriya vê vedîtinê, bi qasî çend sal berê di kûrahiya Antartîkayê de vedîtina mîkrobên 500.000 salî pêk hatibû.
Metîn Eser
Çavkanî: De Morgen
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021