Li Ser Jiyana Bêdawî

Li Ser Jiyana Bêdawî

Gelo jiyaneke bêdawî li gor fîzîkê pêkan e? Ev pirs demên dawî de pirseke navdar e. Ew kesên ku vê pirse dikin û bersiv didin palpişta wan ew e ku dibêjin wê demek were ku bi saya teknolojî û pêşveketina bijişkiyê wê jiyaneke bêdawî pêkan be. Ji bo vê hêviye niha gelek însanan ku mirine xwe xistine di nav silindirek e nîtrojenî di bin 196 dereceye (1). Bêguman em dizanin ev hêviyek e. Birastî ev nîkaşek li ser rêzikên fizîkê û anotomiya însan e. Serîde ku em li ser hîpoteza jiyana bêdawî rê bigirin, pêwiste ku em nasîna bêdawîtiyê bikin û li ser îhtimala wî biskinin. ji bo vê yeke pêşî ev pirs tê berçav : gelo gerdûn bêdawî ye ? Li  ser vê pirse gelek zanist û feylesofan mejîyên xwe  westandine. Her çiqas hin zanist bêdawîtiya gerdûnê miqabil bubin jî piraniyê zanistan bi saya teknolojiya astronomiye pêderxistine ku gerdûn ne bêdawî ye (2). Ku gerdûn ne bêdawî be ji xwe em dikarin bi hêsanî bejin ku jiyan jî ne bêdawî ye û ev jî dide nişan ku tişteke bêdawî tune ye. Lê belê dîsa jî emê li ser îhtimala biçuk bisekinin û em ferz bikin ku gerdûn wî bêdawî be û emê li ser nîkaş bikin. Dema ku em li ser bêdawîtiyê bisekinin serî de çî tê eqlê me? Dem, çax, wext (time)… gelo Deman çî ye? Destpêkirina Demê kengî ye? Çavkaniya Demê çî ye? Dem bi kurtasî herikîn, derbasî, dewamî ye (3). Her çikas Newton gotibe ku Dem serxwebûn e û nakeve bin bandora tu tiştî jî zanistên hevdem û Einstein diyar kirine ku Dem hem xwedî çavkanî ye û di bin bandora made û hereketa madê de ye. Û ev teori jî bi gelek caran hatiye îspat kirin. Jê û pêve êdî em dizanin ku çavkanîya Demê made û hereketa madê ye. Ku made û hereket tûnebûya Dem bi sere xwe tu nirxa wî tunebûya. Hebûna Demê bi du şertan ve girêda ye. Yek ji wan hebûna hereketê ya duduyan jî derbasbûna sureta ronahî yê ye (4). Serî de emê li ser şerta yekemin yanê hereketê bisekinin. Gelo hereket çawa derdike ve hole? Hereket bi sere xwe ne tû tişt e û li gor fîzîkê hebûna hereketê bi made yê ve girêda ye. Ku made tunebûya we hereket jî tunebûya. Em dizanin ku made ji atoman çêbûne û binatomî jî herdem di nav xwede bi tevgereke serxwebûn dimeşin. Ji bo vê yeke jî pêwiste em li ser destpêkirina atomê ango madeyê bisekinin. Li gor zanîn û zanistên hemdemî madeya yekemin û destpêkirina wî bi teqîna mezin (BigBang) re hatiye holê. Berî Teqîna mezin ne made hebû û ne jî hereket hêbû û ne jî dem hebû. Qet û qet tû tişt tunebû.  Em dikarin bibêjin ku temenê gerdûna mezin bi Teqîna mezin destpêkir û hemu şert û mercê fizik û astronomi û matematîke wê deme bingeha xwe çêkirin (5). Tiştê ku emê ji vir fahm bikin ku made , hereket û dem tev bihevre girêda yê hevin. Dema yek ji wan kêm be jiyana  madeyê jî ne pêkan e. Di encam de serî de însan, made, kan û mekan û hemu gerdun heya valehî jî ji atoman çêbû ye. Û eger ku hereket û Dem ji madeyê referansa xwe dikirin ji bo ku jiyana dawî pêkan be serî de pêwiste ku em madeyê ji hole rakin. Tê xwuyan ku ev dubendî ye ke cîddî ye. Ev ji hemu zanistên xwezayî re ters e.

Teoriya duduyan ew e ku Dem bi sureta xwe li gor dûrezmanî ku ji sureta ronahiyê bibore ango nêz bibe wê çaxê wê Dem bisekine ango hêdîtir bibe. Ev teori dîsa li gor Einstein pêkane. Dibe, ev îhtimale ke. Ji bo vê hipoteze em dikaren mînakeke şênber bidin. Dema ku stêrkên mezin bi elementên xwe ve lêhêrbûn dibin teqîne ka gelek mezin peyda dibe û  stêrk li hawîrdora xwe gironekek çêdike ku ev gironek ewkas hijdil e ku ev sureta wî dibe ku gelek nêzî sureta ronahiyê be. Jêre dibêjin hola reş ku ev hol her madeyê dixwe heta ronahî û deme jî. Yanê ewkas bi surete ku Dem jî xwe li ber vê hola reş nagire û Dem jî di vê holê de disekine. Ji hela  din ve jî jiyaneke ewkas bi suret ji hela biyolojiya zîndîbunê ve jî qet ne pêkanê ji ber  jiyana niha ku em dimeşin tene li gor xwezayî ya li derdorame yanê dinyayê ve hatiye afirandin. Ji ber vê yeke ji bo ku em deme bisekinînin pêwiste ku em jiyaneke wusa bi suret wek hola reş peyda bikin ku jiyana bêdawî bidest bixin. Di gerduna mezin de bi trilyon û trilyonan stêrk hene niha em çend hebek jiwan dizanin û kurê însan niha ji hela jiyanê ve yekî jî bi dest nexistiye. Lê bele ev hêviyeke bele her tişt dibe hêvî.. Lê bele hêviyên nepêkane jî utopîkin û her xeyal ê levz jî dibe ku bibe utopik.

Jan JAN / 26.02.2017

Çavkanî

1- https://www.mantiginevrimi.com/cryonics-kendini-donduran-insanlar

2- https://en.wikipedia.org/wiki/Universe

3- http://bilimsonsuzlugu.blogspot.com.tr/

4- fmert94.blogcu.com/zaman-isik-hizi-ve-madde-arasindaki-iliski/5646015  

5- https://tr.wikipedia.org/wiki/B%C3%BCy%C3%BCk_Patlama

Bersivekê binivîsin