Li Ser Wateya Hebûnê

Li Ser Wateya Hebûnê

‘Pirsa “wateya hebûnê” ew navend e ku pirtûk li dorê digere, xasma bi referansên hin filozofan û carinan jî bi hin xwe lê ceribandinên otantîk. Têgehên wek Hebûn, Tinebûn, Şuûr, Jiyan, Heyîbûn, Zanayî mijarên serek in.  Bo mînak, rêgeza: xwe ji xwe dehfdana jihev-wekhevê ya ku Hegel wê tetbîqê pêvajoya “ne jihev bûna jihevê û jihev bûna ne-jihevê” dike, hatiye gengeşekirin û pirs û îzahetek weha hatiye danîn: Hebûn li her cihî ye, di hemû deverên xwe de ”heye”. ”He-ye” form, aferiş, naverok û meyana wê çi dibe bila bibe: Heyîtiyek, Halek, Têgehek e ku Hebûn di hemû dever, dîmen, war û tebeqeyên xwe de li ser û di nav wê de dihêt ragirtin-ragihandin.

 Di hebûnê de cihekî hebûn ne lê ye tine ye, çimku ya ku hebûn pê dagirtî û dorpêçayî ye dîsa hebûn bixwe ye; lewma jê re ne derveyek ne jî hundirek heye. Vêga ”xwe” ya di «xwe ji xwe dehfdana jihev» ê de dehfdayî xwe dispêre ku di nav vê ”dixwede” ya bêyî derve, bêyî hundir de? Ji ber ku ”dixwede” xwediyê derveyekê-hundirekî niye û bi Jiheva neyînandin/neyînîkirina her cure têkiliyan ve dagirtî ye, di nav di-xwe-de yê de çi heye ku bikaribe di xwe de bihêwirîne vê ”xwe” ya wek ”dehfdayî” li holê?  Anku, ev ”xwe” ya dehfdayî, wek bereder-ve-bûn/extériorisation, ne ku ew berpêbûn e ku dibe çûyînek di (nava) Hebûnê re ?

Lewma ev qewimîna Jihevê ji kiryarek « xwe ji xwe dehfdanê» zêdetir « xwe di xwe de dehfdan jihevê» ye. Her weha derbarê gengeşeyên xwezaya Zanayiyê de me serî li ramanên Nietzsche, Hegel, Kant, Heidegger, Sartre… xistiye.

Nietzsche dibêje: Hilik û Hebûn rasteqîniyek perspektîvîst in. Tiştek tenê bi wî mercî dikare karekterîze bibe heke heyînek jê vê pirsê bipirse : ev çi ye ? Meyana tiştekê ji têbîniya li ser wê tiştê çêdibe…

Heta li vir Nietzsche belkî mafdar be, lê pirsgirêk bêyî were çareserkirin  li holê dimîne gava ew weha didomîne: Mafê me tine ye em bibêjin: kî vê şîroveyê (têbîniyê) pêk dihîne ? Ev şîrovekirin bixwe ye di rengê vîna bûrhê de, ne wek hebûnek, lê wek pêvajoyek, qewimînekê heye. ”Tişt” temamen wek berhema yên tesewir dikin, diponijin, dixwazin û hîs dikin çêdibe. Kirde bixwe jî ji afirandinek bi vî hawayî ye, wek hemû tiştên din, ”tiştek” e.

 Lê Hegel tiştê derdixe bal meqamekî din. Dibêje ”Ez” objeyê ji ber ku obje heye dinase. Obje bihêt nasîn yan jî na heye, lê zanîn heke obje ne hebe tine ye. Belam ev raseriya ”tişt”ê a li ser zanînê divê me nexapîne, çimku ”tişt”a ku li vir raserê zanayiyê ye tenê ji bo dem û qonaxekê ye ku Geist wê wek bireser û amrazekê bikar dihîne ji bo derbasbûna xwe ya ji merheleyên ku di nava wan de li derveyê xwe ye.

Lê Sartre dibêje : Em bi îdeyalîzmê re mitabiq in  ku : Hebûna ”bo-xwe”yê   zanayiya hebûnê ye, lêbelê divê lê were zêdekirin ku hebûnek vê zanayiyê jî heye.  Wekhevbûna  hebûna-bo-xwe yê û ya zanayiyê ne ji ber wê yekê ye ku zanayî pîvana hebûnê ye lê ji ber wê yekê ye ku ”bo-xwe” çi-bûna xwe bi navginiya ”di-xwe-de” yê ve dide beyankirin…Bo-xwe ne ew e ku ji bo naskirinê  dû re pêk bihîne heye, û ne mimkun e jî were gotin ku hey wek ewa dinase yan jî dihêt naskirin heye…Lê bi rabûna ji hebûna ku ne ew e û wek neyînandin/negasyona vê hebûnê  û tinekirin/neantîzasyona xwe di walî û nav hebûnê de peydabûna mutlaq a ”bo-xwe” yê ye zanayî : ev rûdana mutlaq û ewil e.  Zanayî di nav hebûnê de dihêt vehelandin: ew ne pêveber, ne erk, ne jî arizeyek hebûnê ye, lê tenê hey ji hebûnê heye…  peywendiya ”bo-xwe”yê ya bi di-xwe-de yê re  têkiliyek ontolojîk a bingehîn e.

 Bûna-ewa-dihêt-zanîn îdeala zanînê ye û nebûna-ewa-dihêt-zanîn struktura wê ya eslî ye. Zanayî me datîne hizûra mutlaqê û heqîqetek zanayiyê heye. Ev heqîqet digel ku ji mutlaqê zêdetir û kêmtir tiştek radestî me nake jî, bi teqezî mirovî ye.’

Orhanê Brahîm

Çavkanî:  http://http://www.felsefevan.org/hevpeyvin-bi-orhane-brahim-re.html

Bersivekê binivîsin