Li Sîbirya’yê Lêkolînên Şûnwarnasan

Li Sîbirya’yê Lêkolînên Şûnwarnasan

Li Sîbirya’yê Lêkolînên Şûnwarnasan

Şûnwarnas li nêzikê Gola Baykalê ya li Sîbiryayê îskeletên bi qasî 4500 û 5000 sal kevn yên jin û mêrekî vedîtin. Zanyar di wê bîr û baweriyê de ne ku îskeletên vedîtî yên jin û mêrekî ku di gorê de dest bi dest bûn, îskeletên du evîndaran e. Şûrwarnas Dmitry Kichigin ku lêkolînê birêve dibe, wiha dibêje; “Me di gorê de îskeleta jin û mêrekî dît, ser piştê dirêjkirî, rûyê wan ber bi aliyê rojava çerixandî û dest bi dest bûn.”

Îskeletên jin û mêrekî di goristaneke ku li nêzikê Gola Baykalê ye, hatine vedîtin û ji serdema kevirînê wê de weke şûneke pîroz tê qebûl kirin. Şûnwarnas di wê bîr û baweriyê de ne ku jêmahiyên bidest xistî ji serdama bronzê ne. Nimûneyên, ji hestiyên jin û mêrê ku di gorê de ne, ber bi Canadayê ve hatine şandin û dê li wir li ser jibermayiyên organîk ku elementa karbonê ya C14 (radyoaktîf) têde tê dîtin, bi pîvandina elementa C14ê temenê her du evîndaran diyar bibe.

Xesara li ser îskeleta nêrînî ne ewqas zêde ye lê xesara li ser îskeleta jinînî ji ber ajalên kojer pirr zêde ye. Li cem îskeleta jinînî kêreke pirr mezin ya ji yeşîmî hebû. Li binê bijangên îskeleta nêrînî du bazinên yeşîmî yên ji rengê spî ku pirr nadir tê dîtin, û li ser singa wî çendîn bazinên din hebûn. Kichigin li ser vê yekê wiha dibêje; “Dibe ku ev yek jî ji ber baweriya wan ya li ser jiyana piştî mirinê be.”

Li ser serê wî û li dora nigên wî bendikên bi diranên xezalan xemilandî hebûn, dibe ku ev jî ji bo kum û pêlavên wî hatibûne çêkirin. Kichigin; “Em bi kêf û bextewar in ku qe nebe me îskeleteke bêxesar û ziyan, bi amûr û awayeke xemilandî bidestxistiye, ev jî xeyala her şurwarnasekî ye. Heger em ji lêkolînên xwe bikaribin serwext bin da ku kêra pirr mezin ya li cem îskelata jinînî bû, bo çi hatiye xebitandin em ê gellekî kêfxweş bibin.” Şûnwarnas ji ber şûnwarnasên xam cihê lêkolînê û goristanê eşkere nekirine da ku tesirê li ser lêkolînê nekin.

Kichigin wiha berdewam dike; “Li wê deştê hin gorên din hene û dibe ku ji vê gora vedîtî kevntir bin. Li cihê em lêkolînên xwe pêk tînin, bi awayeke eşkere û zelal tê dîtin ku ew der ji bo mirovên serdema berê ciheke pîroz bûye, û ne war lêbelê ciheke pîroz ku ayînên dînî dihatin lidar xistin. Em bi hêvî ne ku em ê li vir hin encamên din yên pirr balkêş û girîng vebînin.”

Metîn Eser

Çavkanî: Siberian Times

Bersivekê binivîsin