Li Welatên Biyanî Raman û Bandûra Xellac

Li Welatên Biyanî Raman û Bandûra Xellac

Li Welatên Biyanî Raman û Bandûra Xellac      

Tirkan çawa ku me berê jî qal kiribû, rûmetekê mezin dane Hallac û ramanên wî. Lewra li gorî wan; Hallacê Mansûr  ne bitenê xwediyê kesayetiyekê balkêş bû, herwiha ew xoşewîstekî bêhempa bû jî. Ji ber vê çendê jî gelek nivîskar û zanayên Tirk yên olî, di bin bandûra Hallac de mane û jê ketumet bûne.

Hozanê tirk Ahmed Yesewî jî, di bin bandûra ramanên Hallac de maye. (mirina wî- hicrî 561) “Hikamên” wî, bi temamî di bin bandûra wî de hatiye nivîsandin. Ew jî li pey eşqa Xwedê geriya ye û dawîn, Hallac naskiriye. Ahmed Yesevî, hemû raman û nêrînên Hallac pejirandiye û wan meleyên ku bûne sebebê mirina wî, rexne kiriye.

Di “Hikamekê” Ahmed Yesevî de, (ku li Buharayê ji aliyê hozanên “Sileyman Garîp” û “Şems Garîp” ve lê hatiye zêdekirin) bi zimanê gel, li ser bûyêra îdamkirina Hallac  358 malik hatine nivîsandin.

Di vê helbesta dirêj de piştî duayan, bûyêra Hallac tê vegotin.

Li gorî naveroka vê helbestê: “Xwedê berê her tiştî ronahiya (nûra) Muhammed diafirîne û ji ronahiya Muhammed  heft (7) dilop dadikevin xwarê. Çar dilopên ronahiyê, Ebubekir, Emer, Osman û Elî ne. Ji wan dilopan yek jî gulekî sor e ku ew jî Hallac e.”

Li ser şirovekirina dilopên din jî, tu zanayî di helbestê de tune nin.

Li êlên tirk yên “Kırgız” jî; li ser bûyêra Hallac, rîwayeteke derketiye holê: Li gorî vê rîwayetê, li Peçevirê bi navê Mansûr zilamek û xweha wî Enel, bi hevûdu re dijiyan. Enel rojekî dertê çiyê û li wir, di şikeftekî de cêrek şerap dibîne û jê vedixwe. Piştra ku birayê wê Mansûr, li çiyê lê digere, ji şikeftekî dengê “Enel Heq” dibihise.

Mansûr jî, ji wê şerabê vedixwe û diqîrre, dibêje “ENEL HEQ.”

Li ser vê yekê melleyên wê derê, bi vê bûyêrê dihesin û giliya wan ji xan xwe re dikin. Xan, wan vedikûje û laşê wan dide şewtandin. Xweliya laşê wan jî, diavêjin golekî. Çil (40) qîz, di keviya wê golê de dibuherin û bi dengê “Enel Heq” dibihisin.

Dema ku nêzîkahî li golê dikin; kefên ava golê, dikeve devê wan çil (40) qîz an. Qîz avis dimînin û çil (40) kur tînin dinyayê. Ji wan çil kur an; sihê (30) wan têne Tirkistanê û êla Sihkuran ava dikin. Dehên wan jî; dibin avakarê  êla  Dehkuran. 

Wisa xwiya dike ku tirkên Kırgız, xwestine ku nîjada xwe bi Hallac re girêbidin.   

Li Enedolê jî, yên li ser bûyêra Hallac rawestiya ye yek jî Yunus Emre ye.

Vêga jî li tekkeyan, helbestên mîstîk yên ji dîwana Yunus Emre, tên xwendin. Ew bi xwe jî, rasterast di bin bandûra Hallac, Ahmed Yesewî û Hacı Bektaş Welî de maye û di nêrîna wan de ye.

Mîstîsîzma Yunus Emre jî, panteîst e. Di helbestên wî de hêmanên ji Quranê û motifên Ereb û Îranê tê dîtin. Helbestên xwe jî bi tirkiyeke vekirî, bi ya Enedolê nivîsandî ye.

Bandûra ramanên “Baba Îlyas”  “Baba Îshak” û  “Ebûl Vefa” , ramanên Hallac bi “Yunus Emre ” dane nasandin. Ew bi xwe jî, di helbestên xwe de behsa bandûra Hallac dike.         

Ji hozanên felsefeya Hallac, yek jî Nesîmî ye. Nesîmî ji eslê xwe ve ji Tebrîzê ye û ji vî bajarî direve tê Helebê. Li Helebê, ji xwe re mirîdan çêdike. Ji ber ramanên xwe, ji aliyê siltanên Memlûkî ve hatiye vekûjtin.

Ewilî dest û lingên wî jêdikin, piştra çermê laşê wî digurînin û çermê laşê wî, di nav gel de digerînin.

Nesîmî jî, dilêrîna “ENEL HEQ” bikar anîye û di helbestên xwe de cih dayê eşqa Xwedê û dilîna mirovê delal.    

Tiştê tê zanîn, ramanên Hallacvan/Hallac  li Hîndîstan û Malezyayê jî, bela bûye. Di Misilmanbûna Malezyayê de bandûra ramanên Hallac mezin e.

Mirovekî Misilman bi navê “Sîtî Cenar” (di sedsala XV- an de) dertê pêşiya pismîrê Hîndîstanê û diqîrre, dibê; “ENEL HEQ” û wî vedixwîne ola îslamê.

Dîsa li gorî rîwayetê, wî mehkumê mirinê dikin. Di dema îdamkirinê de, ji devê wî xwîn dikeve ser pelên darekî. Dotmîra welat, ji wê pelê dixwe û avis dimîne. Herwiha bi destê zarokên wê, îslam li Malezyayê bela dibe. Ji bilî van deran, ramanên Hallac li nîvgirava Ereb; li Yemenê jî bela bûye.

Li Yemenê di sedsala XIII- an de Ahmed Îbnî Ûlvan Yemenî,  felsefeya Hallac  şirove kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com  

ÇAVKANÎ: Louis Massignon. Yên vediguhêzîne: Prof. Dr. Niyazi Ökten. Dar-ı Mansûr. Weşanên Ant. Rûpel: 74- 75- 76- 77   

Ev nîvîsar, beşa 14 an, ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye… 

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî- Tirkî)

Bêhempa: Eşsiz, eşi benzeri olmayan.

Hozan: Ozan

Mele: Molla.

Malik: Mısra, dize.

Zanayî: Bilgi.

Cêr: Testî

Kur: Erkek evlat.

Deh kur: Onoğul.

Sih kur: Otuzoğul.

Avakar: Kurucu.

Hêman: ilke.

Pismîr: Prens.

Dotmîr: Prenses.

Nîvgirav: Yarım ada.

Bersivekê binivîsin