Logos

Logos
Ewilî “peyv” hebû dibêje pirtûk. Lê di zimanê yewnanî ê berê de peyv, di sê wateyan de dihat bikar anîn. Mythos, Epos û Logos.
Mythos: Peyva ku tê gotin û bihîstin e û di wateya çîrok, kurteçîrok û efsanayê de ye.
Epos: Peyva ku li gor rêz û bandêrekî (pergalekî) tê gotin e.
Logos: Bi peyva mirovî, vegotina rasteqîniyê ye.
Mythos Naveroka peyv, çîrok, kurteçîrok û efsaneya, ku tê vegotin e. Epos jî fesala (şeklê) Mytosê a xwezayî, biaheng, terazîkirî, bixeml û bipîvan e.
Epos çiqasê delal be, mythos jî hewqas bi bandor e. Bi saya vê bihevrabûna Mythos û Eposê, berhemên serdema serateyî şax vedane, xwe her dem zindî kirine û bi vî awayî jî, heta roja me ya îroyîn hatine.
Logos jî, çerçoweya zagonî îfade dike. Bihevrabûna Mythos û Eposê, dema ku dor tê Logosê, cîhê xwe ji dijbertiyekê re dihêle û Logos, di rewşeka dijber de xwe dide der…
Ali Gurdilî
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021