Lord Byron

Berê min li gulistanê, di destê min de kitêbek piçûk ji gotinên li ser evînê tije û dagirtî, hêdî hêdî û bi gavên hûrik dimeşim, lê dilê min bi coş û rîtmeke bêsînor lêdide, xwe digihînim gulistanê, hêdîka li ser textebendê rûdinim, ez û kitêb bi tenê serê xwe, ez bi coş û hêviya xwendinê, kitêb li benda xwendinê ye…
Bergê kitêbê vedigerînim û rûpela pêşin bi remza Lord Byron e hatiye dagirtin ku piştî xwendina vê gotinê ez her û her, kûr û dûr difikirim… difikirim… û difikirim…
“Evîna camêrekî beşek ji jiyana wî camêrî ye, lê evîn ji bo xatûnekê tevahiya heyîna wê ye.”
Lord Byron
Werger: Metîn Eser
Latest posts by Felsefevan (see all)
- (PDF) Kitêb: ‘Pirsên Felsefeyî’ (Philosophical Questions) - 05/03/2021
- Xwenasîn, Raman û Azadî (pdf) - 30/01/2021
- Platon: Helbest, Peyva Efsûnî ye - 30/01/2021